Sîmirgê xewnan
efrin.net, 04.07.2004
Çiyayê qendîl wekî sîmirgê xewnan bi bejna xwe ya bilind digel
Buhara Nîsanê re nû xwe şuşti bû. Lê keviyên wî yên sipî wekî pîremêrekî
temen tê de buhurî, lê pişta wî xûz nabe, bi serfirazî sînga xwe vegirti
bû. Di himbêza wî de, yekeniya me ya gerîlayên jin raza bû. Ber destê
sibê bû, gava em li ser dengê reqreqa tavan û şirqîna birûskan re ji xew
cefilîn. Xîfetên em di nav de razayî, yên ku ji naylonê sazkirî bûn û ji
çend rêzên ji kevran bê endaz dorpêçkirî bûn, bêçare mabûn li beramber
tofana bi ser wan de rabû bû wê şevê. Çilapekên baranê wê şevê cudatir
bûn ji yên sî û yek zivistanên ku heta wê gavê di ser temenê min re
buhurî bûn. Dema ku bi zirp û li bayê beze li banê ji naylon diketin,
wekî hezar defên berbanga cengê pêk ve lê bidin, lehiyên tirsê di dilê
min de radikirin û ez dikşandin nava babelîskên bê ser û ber.
Wê şevê çiyayê qendîl ne em tenê himbêz kiri bûn, belê ew bû bû cîjivana
bihevgehîna cemserê du ewrên germ û sar. Dema pevgihiştin û
hevhimêzkirin, wekî du aşiqên ji mêj de ji hev dabira bin û piştî
heyraniyeke mezin bi hevgiha bin, yekî xwe tevlî yê din dikir, yekî yê
din tune dikir.
Heta wê şevê min hevgehîna ewrên sî û yek zivistanan jiyan kiri bû, lê
tucaran ez di nava burûskên ji nava lêvên du ewrên aşiq vedidin
ranezabûm.
Ber destê sibê bû, gava digel şirqîna birûska dawîre xwedawendê helbestê
li dergehê hestên min ên vepijinî da û min jî pê re birûsk veda û ev
helbest ji bo evîna xwe nivîsî:
Giyanê penaber
Hema niha
heyranî radibe ser pê
pêlava giyan
datîne ber pê
jê re dibêje
têkeve rê.
Dibim gerok
penabera herdû çavên te...
Gotinên helbesta te
ya ku te di evîna me de nivîsandî
wek pêtên êgir
şevên min ên dûr ji te
dişewitînin.
Çendî dijwar e!
Eşq di min de semayê dike,
ketiye cizbê.
Serxweş e mûrîdê riya te,
bê tebat e,
bê hedan e
ev rêwîtiya...
Belkî giyanê min
di riya evîna te ya sext de
pêxwas bimîne.
Belkî ev gerdona
hemû dergehan
li ber me kilît bike.
Dibe ev cîhana
bibe gornepaşê termê xemên me
careke din vejenîne
dakutîne rastiyên tehil,
raxîne li ber çavên me.
Lê belê bizane
ev dila eger negihêje mûradê,
wê her giyan peyamhinêr bimîne
û bi hemû silav,
evîn
û heyraniyan
bighîje te
Çiyayê qendîl 19.04.2000
|