Robîn – romaneke nû ji Lokman Polat
efrin.net, 07.06.2004
Romana
nivîskarê kurd Lokman Polat ya nuh “Robîn”, ya ku berî çendakî ji aliyê
weşanên VENG-ê ve hatiye çap- û belavkirin, kete destên xwendevanan.
Roman ji 173 rûpelên DIN A5 hevedudan e. Di vê romanê de – wek di
pêşkêşiyê de jî hatî – gelek suprîz, heyecan û meraq heye. Serpêhatiyên
Robîn û Vîyanê, hesret, evîn û şadimanî heye. Psîkolojiya hestên ruhî,
lêgerîna xeyalî, jiyaneka surrealîstî ya bav û kurekî heye. Heyecan û
maceraya ku di vê romanê de heye, xwendevanan wek ava çem bi xwe re dide
herikandin, di nav rûpelan de dide gerandin. Cara yekem e ku behsa
PARASTIN-a kurd di berhemeke edebî de tê kirin. Rewşa ajanên Kokkurd yên
di nav CÎA û KGB-ê de tê qalkirin...
Dr. Kamiran Bêkes bi van çend gotinan “Robîn” dayî şirovekirin:
Di xwendina romana “Robîn” de mirov pêrgî gelek berxwedan û
sînorhilweşandinên hêzdar têt. Romana “Robîn” bi dengekî zîz û hestedar,
ku bi evîn, rastî û dilsoziyê avis e, dibêje û radigihîne ku berxwedan
ne tenê bi çek û tifingê, berxwedan ne tenê bi alav û azîneyên kevnare
têt kirin. Belê berxwedan, her weke helbestê tim xwe nû dike û şêweyên
xwe jî bi xwe re nûjentir dike.
Robîn jî berxwedaneke nûjen e; ew li hember tiştên qedexekirî ranaweste,
ne jî ji bo bidestxistina wan daxwaza şer û pevçûnan dike. Na, na,
berevajî wê yekê: ew bi aşkereyî û nazdarî dest davêje wan tiştên
qedexekirî, wan dinazîne, ji mera ve nêzîk dike û dibêje mera: “Mirovan
ev sînor û qedexekirin danîn, mirovê jî wan hilînin.” Ev yeka bi xwe jî,
ango ev berxwedana bi şêweya nû, şana bihêzbûn û nûjeniya romanê ye.
Hêjayê gotinê ye ku hunermend Reşad Yûsif berga vê romanê amade kirî. Em
bawer dikin ku hûnê bi dilxweşî vê pirtûkê bixwînin.
Ji bo têkilî û xwestinê:
lokmanpolat@hotmail.com
|