Keriyê koviyan ji tîbûnê dimire


[Husên Hebeş; “Reviyane di çemê Êvros re”, rûpel 9-10, çapa yekê, çapxaneya Sanabûl, Misir]

Wergerandin ji erebî: Cankurd


efrin.net, 08.05.2004

Me li pey xwe hêştin
Keriyên koviyan ji tîhna re dimirin
û me berê xwe da nebedgehên dûr ên paş zireyan (deryayan)
Me dûrî bihn kir û wê em kedî kirin
Me gulên evîna xwe ya yekem ji bîr kirin
Li wir, di xezneyên daran de
û nema tên bîra me kêndirên cilraxistinê,
yên ku bîra cilêd me kirine
Nema em bêjeya “Dayê”, ya ku li ber dilê me biha ye vedibêjin
Em hişk bûne, kaniyên me li ser maseyên dadiyê ziwa bûne
Nameyan em westandin
Ne nameyên xwemalan û ne yên dostan
Nema em ji silavkirina “Sibe xweş” hez dikin
Nema em ji postekaran hez dikin
Me li paş xwe keriyên koviyan hêştin – ji tîhna re dimirin
Jengê em girtine
û nema em dizanin, ku em di nîvê temenê da aware bûne…
û em daketine nehanê û canên me bûne hevreyên qey û valahiyê
Ma emê rojekê bîra çivîkên xwe, yên ku me li wir hêştine, bikin?
Ma emê rojekê bîra lawaziya dostan bikin?
Ma emê rojekê bîra xwemal û wêneya xwîşka xwe ya mezin bikin?
Ez nema bawer dikim
Ez nema di vê sistiya di parsûyên me de digihim
Ez nema bi tiştekî bawer im
Lewre ku me li paş milêd xwe hêştiye
Keriyê koviyan ji tîhna re dimirin.


14.04.2002

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]