1915
1915 – Du caran yek. Her carekê bi navê Yezdanê dilovan. Sê caran susê,
carekê bi hersê pirtûkan, cara din bi hersê pêximberan û cara paşin bi
navê hersê miletan. Lê di dawiyê de pênc in. Qalûç e di destê xwedê de,
li ber zeviyê zer sekiniye, bi her avêtinekê re pêncî serî difirin û
careke din xak di xwînê de tê gevizandin.
1915 – Dîrokeke reş e mîna riwê Xweda. Sala şermiyê ye di eniya bablîska
bîstan de, xwîşka mezin e ji sala 1988-an re. Li evê derê em du caran,
di navbera heft û nehan de, di bin sîka hersê sêyan û yekî din de,
hatine şewtandin.
Di roja ku bi nav gund ket, di ro-nîvro de, seg nêwîn. "Ev yeka ji
nîşanên roja heşer-meşerê ne", kalemêran holê gotin. Piştî ku çend malên
pêşî birî bûn, di gedûka mala me de ket. Şeş roj û heft şevan ji xewa
giran şiyar ne bû. Di sê rojên pêşî de kes ji gundiyên me ne ma bû, ku
tiliya xwe di meselê venekiri bû, lê bê sûde. Ew ji xew-xewa tirs û
kuştinê şiyar ne dibû. Di dawiyê de, pîrka gund fermana jêgera wî da û
got: "Eger ev heft çilpikên xwînê yên di sipîka çavên wî de ziwa nebin,
ewê ji xewa mirinê şiyar nebe."
Heft – heft pirtûk, heft qatên ezmên, heft pirtûkên quranê, tev şeşên
şewitandî. Osmên fermana kuştina wan da bû. Heft rojên hefteyê, û
heftiya mirinê. "Bi heftê û heft xweda û bi pisîka bi heft cana eger ev
heft çilpikên xwînê ziwa nebin, ewê şiyar nebe". Ev e gotina pîrka gund,
û tev dizanin ku gotinên wê ji yên Xwedê ne; cihê pîroziyê ne.
Piştî "şeş rojan û heft şevan" ew şiyar dibe. Xwe di nav komeke jin û
mêr de dibîne. "Rih bûye bost lê dijminê nebe dost". Li derdora xwe
dizîvire. Heft çilpikên xwînê di nîvê odê de ji çavan diweşin, û heft
termên zarokên serjêkirî şîn dibin.
Di wê şevê de civakeke fereh li odê digere, heya dengê mele û dîkan jî
nikarin ewê civakê ji hev bêxin. Rê û rêçik pir bûn, dîroka herêmê tev
hate hilweşandin û tevdan. Lê mêvanê me bê deng dima. Kesên rûniştî çend
caran xwestin wî ber ve xwe bikşînin, lê destvala vedigerîn. Gava wan
bawer kir ku rûniştina wan bê kêr borî bû, ref bi ref belav bûn. Min jî
xwe di kuncekî odê de lûs kiri bû; ez bi çavên mêvanê me diramîm ku çawa
yek kare çavên xwe kesk bike, cara din şîn û carina jî reş, û di navbera
her çendekî de kevokekê jê bifirîne.
Dema nîvro ji xew şiyar bûm, min mêvanê xewar li mal ne dît. Çend caran
ji diya xwe pirsîm, lê wê bi kurtî li min vedigerand: "Mêvanek bû û çû
gundê xwe". Evê bersivê ez têr ne dikirim. Mêvanek şeş rojan raze, û di
roja heftan de winda bibe!
Bîst û yek sal di ser hatin û çûyîna mêvanê me yê xewar re diçin; ew ji
bîr dibe, lê carina mîna çîroka Erebê tirkirî gundiyan ew mêvan û xewa
wî danîn zimên, nemaze di demên ku yek daketa kaniya jêrî gund û xeleka
wan heft darên ku bi destê wî hati bûn çandin bidîta. "Sed rihme li
tirba Agob be, ev bû çend bav û bav li vê gundî çûn û hatin, lê kesî ji
me bîr ne dibir ku rojekê şiqinekî bîne û li vir biçîne. Em miletekî
ziwa ne", gundiyan lome ji hev dikirin, xasma di demên ku li ser kaniyê,
di nav sîka heft darên Çinarê de, yên ku kesî nizanî bû Agob ji ku anîn
û li vir çandin, rûdiniştin.
Di dû van salên dûdirêj de, ezê pir tiştan ji zarokiya xwe winda bikim.
Yek jê çîroka Agob, lê di rojeke sar de, ku heft şurik bûne yek, emê li
hev rast bên. Hingê min xwendina rojnemevaniyê kuta kiri bû û li Cinêvê
bi cih bû bûm. Di sibeyeke Zivistanê de, berî ku ji mal derkevim,
zengilê telefonê lê da. Gava min xist ber guhê xwe, li aliyê din dengê
hevala min a rojnamê hat. Bi kurtî û bi dengekî tijî hêsir got ku
hevalekî me yê rojnamê bi destê Mît-ê Tirkan hate kuştin.
Bi destekî sar û dilekî kizirî min telêfon girt û bêyî ku qehwa sibê
vexwim, min cixareyek xitse nav lêvan û derketim goristana ku ji min re
bi nav kiri bû. Bi rê ve pir wêne û bîranîn di ber çavên min re borîn,
nemaze karên ku wî di ber Kurdan de dikir, û tazîkirina wî ji hovîtiya
ceneralên Tirkan re. Piştî ku ez gihîştim ber deriyê goristanê, min bîr
bir ku min soza veşartin û amedeya ser gorê ne birî û rê nema bû ku
careke din telefonê jê re vekim û zani bim ewê ji kîjan keniştê bi
derkevin, ji lewre divya bû li benda wan bimînim.
Di kêliya ku min xwest ez herim di teksiyê de rûnim, çavên min bi wî
ketin – kalemêrekî heftê salî li ber her gorekê disekine û gulên wê av
dide. Tîpê mirovê rojhilat xûya ye. Dema wî li min nihirî du çem xwînê
herikîn, hêşt ku destê xwe jê re hilînim, ew berkenî bû, ber bi min ve
hat û deriyê goristanê li ber min vekir.
– "Mirin tehl e, lê divê yek wê nas bike, da ku zani be jiyan çiqasî
jehr e", Ji kûraniyeke bêbinî gotinên wî der diketin. "Tu karî
qurnefilekê ji wê derê jêkî", gava dît ku ez dest vala hatime tiliya xwe
ber bi hevzoyê qurnefilan ve dirêjkir û gote min.
– "Te sipas dikim, derketina bi lez û ev nûçeya ji nişkêve hêşt ku ez
xwe ji bîr bikim", min xwest ez hatina xwe ya bê baxê gulan ji xwe û wî
re bincil bikim.
– Şîna dawî be, lawê min
– Ne bawer im.
– "Ka em herin hundir". Kuştina minrovekî di bajarekî Ewropa de hêşti bû
yek bibehite.
– "Tu bi tena xwe dijî". Ev tiştekî pir normal bû, lê min xwest ku ez ji
nuh ve deziyê axaftinê bikşînim. Pirsa min refek hecî leklekan ji çavên
wî firand, nemaze piştî ku nas kir hatina min a vê derê ji bo çi ye.
– "Ev bû bîst û yek sal û heft meh kêm sê roj ku ez bi tena xwe dijîm."
Vê dîroka hûr bi min da naskirin ku çîrokeke dûdirêj li pey wî heye.
– Xûya ye ku tu ne Siwêsrî yî.
– Tu jî wekî min î. Nayê veşartin, em çiqas jî kurkên wan li xwe
bipêçin, nirîneke hûr li çavên yekî ji me, tu yê nas bikî ka tîna
rojhilat di dilê wî de dikele lê na. Berî ew rûne ber bi kuncekî odê ve
çû, du piyalên meyvexwarinê anîn. "Di rojek mîna îro de du tişt bi kêrî
mirov tên: pîrek û enbît", bi gotinê re wî piyalek danî ber min.
– "Hejmartina rojan jiyaneke tehl e". Qurta enbîtê gewriya min kizirand.
– "Eger mirov lawê miletekî be, ku melyon û nîvekî di navbera roj û
şevekê de winda bike, ewê li benda rojekê be û teneyên tizbiya dîrokê
bijmêre. Lê mixabin xûya ye temenekî bi tenê ne besê yekî ye, ku bigihe
wê rojê". Piyala enbîtê ji ser lêvan vala vedigere. "Mirovê Ermen ji bo
tiştekî tenê dijî: ji bo ku bîraniya wî neyê ziwa kirin". Piştî demekê
ji bêdengiyê û çend piyalên enbîtê, wî dest avêt hundir sandoqekê û
soleke zarokan danî ber min. "Salên wê di salên koçkirina miletekî de
ye. Tu dizanî ku êşa miletekî nîşan dide? Ev teka sola zarê min ê herî
biçûk e, ew mîrasê min ê bi tenê ye, ku li şûna malbata min ma ye. Ji
berî ku meleyên wan bang bikin ew keti bûn gund û xwestin ji berî ku
ronahî belav dibe em ji gund derkevin. Kesî ne dizanî ewê berê me bidine
kûderê. Heft zarên min hebûn, lê îro solek! Me gote wan ku sultan bavê
me ye û stûyê me jê re koprî ye, lê gotina me bê kêr bû. Bi rê ve çend
siwar rastî me hatin û pîreka min birin; ez û heft zarokan sêwî hêştin,
lê piştî çend gavan û giriyê pîrekê vegerîn û zarê ku sola xwe ji min re
hêştiye birin. Wilo çêtir bû, wan ne xwest ku ez barê xwîn û kuştina wan
jî hilgirim; hinekî xaçê min sivik kirin. Bi rê ve zikê şeş zarên min ên
ma bûn qelaştin, lê zêr di zikên wan de ne didîtin. Her ku min digote
wan zêr di zikê min de hene, ew dikeniyan û digotin hûn Ermen pêlewan
in, tu wilo nakî. Eger zêr hebin wê di zikê van zaroyan de bin, û kêrên
xwe dişandin nav rovikên wan. Min heya bi demekê fêm ne kir çima ez ne
kuştim, lê gava ez bi xwe re birim (Van)-ê û destên min xistin xelekên
zincîrê, ya ku heya bi (Bon)-ê diçe, min nuh fêm kir ku em êzingên
dojeha wan in. Bîst û yek sal û heft zaro kêm sê milet kî dizane ew çî
ye? "Belê... dîroka solekê ye". Gotina wî bi girî û lerzîna laş diçe
serî.
Minê bihêşta ku ew devê kanî û şikeftan, yên ku bi çemento girtine,
hilweşîne û mar-dûpişkan ji sîngê xwe birevîne. Lê dîtina wan çilpkan,
yên ku yeko-yeko ji sola di nav tiliyan de dadirivîn ser sîngê wî, hêşt
ku ez ber bi wî ve herim... û herim, bêyî ku kari bim gava di nav me de
bibirim û bigihêm wî.
Ez ji odê derketim. Sibeyeke sar e. Di welatekî bê xem û solên birîndar
de ka mirovekî kuştî, mirovekî tazî û xewnwindakirî dê çi bike, ji bilî
ku li benda rojekê bimîne. Bîst û yek sal, ji berî vê dîrokê ez hîne
zarok bûm; di şeveke sar de, mîna îro, ez di kuncekî puxarê de rûnişti
bûm û min li çavên mêvanê me dinihirî. Belkî ev bû!
|