Xanima min, Qamişlo!


Konê Reş

efrin.net, 04.04.2004


Te çi divî be
Bela ji te re be
Bela bejna qamîş û qamir
Li ber bayê te
Bêne hejandin...
Di zayîna te ya nû de
Kêm kes dikarin
Di vî asoyê te yê xemgîn de
Mirinê biafirînin...
Di vê xaka te ya bi xwîn de
Wê xortên nû bêne şînbûn û
Her tê weke xwe bimînî
Tê weke xwe bimînî û
Wê careke din
Li ser peravê çemê Ceqceq
Hevdîtina yaran
Girnijandina yaran
Dilketina yaran
Jiyanê xweş bikin

* * *

Qamişlo, xanima min!
Çendî çolistanê hewildaye ku
Kirasê xwe li te bike
Kirasê wê li te teng derketiye û
Kirasê çiyayî ji te
Nehatiye kirin...

* * *

Xanima min!
Îro stêrka te di asmanê welêt de
Diçirise
Hewil bide ku careke din
Çemê Ceqceq biherike
Careke din
Ava kaniya Reş û Spî
Hilm û bîna çiyayê
Bagokê û Omeriyan
Bi ser me de
Bifûrîne...
Serxet û Binxetê
Ji ferhenga xwe bavêje...

* * *

Xanima min!
Êdî bes e, bela bes
Dergevanên dergehên te
Zêrevaniya xewnên me
Bikin û
Gemîvaniyên xwe
Di nav deryaya kul û xemên me de
Werkin...

* * *

Xanima min!
Hêsrên şor
Bi ser dêmê min de
Dixindirin, dinesilin û
Qet nikarim xwe
Ji bejna te
Daweşînim...
Hestî ji goşt derînim û
Hêj dengê Cegerxwînê Hesarî –
(Kîme Ez!)
Di qulên guhê min de
Li hev vedigere...

* * *

Xanima min!
Bi hêvî me tu nebî
Ardiwê gunehkaran
Di destê Bekoyan de...
Wê tev birevin û koç bikin
Stêra tevan wê here ava
Bi tenê tuyê bimînî
Dîdevanê demê û
Roka te
Qet naçe ava
Ji ber ku
Asman yê te ye
Aso yê te ye
Qamişloka min
Xanima min
Evîna min...!

Qamişlo 01.04.2004

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]