Qamişlo, hêlîna min!
Konê Reş
efrin.net, 24.03.2004
- 1 -
Qamişlo!
Hêlîna min:
Pêwîst e bilivim, rê dirêj e ... Oxir dijwar û çetin e û çend qunax mane
, pêwîst e em wan jî derbas kim berî xilmaşî û razanê ..
Qamişlo!
Dergehê benderan qepitandî ne, û kilîtê nadin bê temen... Pêlên deryayê,
dergehê rojên te vedikin û te dispêrin bahozê... Tu bi tena xwe li ser
pişta ba û babîsolkan siwar bûye û valabûneke kûr... pir kûr te bi rex
xwe ve dikişîne, dişidîne û mîna dengekî dibîje:
– Vegere cihê ku tu jê hatiye ...
Çax û demên min nînin ku ez bi gavên xwe, katijmêrên rojên te vegerînim,
ji ber ku dem bibe wek çiya di navbera şahiya çûkên derya û şîn û
xemgîniya gemiyan de...
- 2 -
Qamişlo!
Pêdivî bû ku min bi wan çend darên di hewşa xwe de şahî bigeranda, ew
darên ku ji nav daristanan revîyane û bi tev kul, êş û xemên xwe ve xwe
li min girtine... lê xuya ye her tişt xwe amade dike ji koçkirinê re, ji
ber ku dara jiyanê di nav pelpelûkên demsalan de dixindire... û tu
pencere di dîwarê reşahiyê de nemaye ku kevokên berbangê bi rêka wan
bifirin û xwe li ser wan darên bejinbilind deynin... ew bejna ku kêf û
ronahî bi ser min de dibarand koç kiriye ..
Vê sibehê refên hechecîkan bar kirin, bi hêvî me ku vegera wan nêzîk be
...
- 3 -
Qamişlo!
Min xurcezîn û zengiwê pesin li ser pişta hêsp ber bi te ve şidandine û
tev şivîlek û xaçerê li ser çiya vekirine, bejna temen jî bi nalîn e,
mîna xurîna baranê ye...
Heyamekî ji tîbûnê di ser me re derbas bûye...
Ew zihabûn jî şûrê xwe di dêmê me de tazî dike, her ku em dixwazin barê
xwe deynin... lê ew çolistan her bi hewldan e ku singên konê me rake û
di nav rewrewkê de winda bike û nahêle ku em kirasê zivistanê li xwe
bikin... bi têtî û beraşeyan re ber bi reşewran ve bifirin ...
- 4 -
Qamişlo!
Ezê rûbelekê ji dêmê deryayê bidizim û roja 12-ê Adarê li ser dêmê te yê
birîndar bineqişînim, berî ku xwîna te ya germ ziha bibe, berî ku qêrîna
girtiyan bibile, berî ku kenê zarokan di kolanên te de bê çilmisandin û
di navtarên te de wida bibe...
Qamişlo !
Gelo, çima her dem berî ku roj têkeve zerikê de, tu teqeze dikî ku wê
roj here ava? Ku wê serma berî çax û demên xwe bê, berî ku em li ser vî
rûpelê deryayî îmze bikin?!
- 5 -
Qamişlo !
Çima berî ku em dergehê berbangê derbas bikin, nîvro ji xwe re li siyekê
digere û li nanekî germ di navtarên te de? Çima berî ku roj têkeve xewa
xwe ya giran de, reşahiya şevê bi giraniya xwe ve xwe di sînga asmanê
ronahîya me de vedigire? Çima vedigire hêlîna min??!!
|