Awirek li “were vê êşa bilind”
ya helbestvan Dildarê Aştî

Nezir Melle
Dîwana helbestvan Dildarê Aştî ya ku bi navê “Were vê êşa bilind” ku
li Suriye yê belav buye, ji helbestekê bi tenê pêk hatiye. Berhevok ji
68 rûpelên ortê çap bûye. Ev helbest mîna ku nivîskar diyar kiriye di
salên 1988-1998 an de hatiye nivîsandin, lê di sla 2003-ê de hatiye
çapkirin. Navê çapxanê û cihê lê çap bûye ne diyarin. Ji şêweyê qab û
rûpelan tê nasîn ku teknîka pê çap bûye ne bilind e. Wêneyên qabê ji
hêla Sefîr ve hatiye sazkirin û montîfên hundir ji hêla Gîvara ve
sazbûne...
Helbesta “Were vê êşa bilind” bi bêhinfirehî hatiye nivîsandin, di deh
salan de saz û kutabûye, diyare gelekî hatiye kesixandin û şayik kirin,
hetanî ku rengê xwe yê dawî istendiye. Peyv û hevok û wêneyên helbestî
bi zanistî ji kurahiya hest û ezmûnên derûnî hatine hûnandin. Peyv bi
hogirî hev digrin û bi ahengî pêlan didin dil û mejî...
Şeweyê helbest pê hatiye nivîsandin bi nûjeniyek girêdayî helbesta
kilasîk û folklorê kurdî ye. Nivîskar bi vî şêweyî bi temamî ji qeyd û
bendên helbesta kevneşop dor neçûye, mîna ku bêje ne dema mine ku heta
dawî helbestek serbest binivîsim...
Ez dikarim bêjim, şêweyê helbest pê hatiye ristin di navbera şêweyê
nûjen û şêweyê kilasîk de ye. Nûjeniya helbestê balkêş e, bi taybet bi
pirrbûna wênewyên li hevsiwarkirî ku xeleka helbestê ji destpêkê heta
dawî digrin. Kilasîkbûna helbestê jî di gelek parçeyan de eşkereye, rist
û bendên helbestê li ser yek kêşeyê û bi yek ritmê hatine ristin û gelek
caran jî qafiye mîna hev bidawî dibe... ev rengê ji helbestan berdewama
helbesta kilasîke û folklorê Kurdî ye, ev rengê helbesta serbest di
helbesta zaravê Bahdînî de bi xwirtî di van salên dawî de dest
pêkiriye...
Dilaxêvan hêviyên min mêtine
Bablîsokên guhertinên bê hawe
Pengehên mana min revandine (10)
Ji bilî tozê
Li vê windabûna min nabe xwedî
Ji bilî agir
Di hêlînên dilê min de nabe kedî (10)
Hîna çivîkên min hene
Çîvçîva xwe bernedane
Hîna sirûdên min hene
Awazên xwe nekêşane
Hîna çirayên min hene
Roniya xwe venedane (66)
Dema mirov helbesta “Were vê êşa bilind” dixwîne bêhna dastanek dîrokî
dikşîne sînga xwe, bûyerên dîrokî, siyasî, çivakî û cih û war serên xwe
car caran di helbestê de bilind dikin û naveroka wê dimîne veguhestina
dîroka Kurdî di awayekî kurtebir de û bi peyvin xweş dixemilîne, lê em
nikarin bêjin ev helbest destan e, ji ber naveroka wê bê çîrok dimîne û
lehengê wê tevlî bûyeran nabe û leheng jî nepenîye, dibe helbestvan bi
xwe be û ew jî sembola kurdistanê be. Bûyerên bi serê Kurdan hatine, ji
şabat û şikenandinan bi şêweyekî seranser bê ku bên naskirin ev bûyer
çawa çêbûne di helbestê de rêz dibin –heta werin naskirin, gerek
xwendevan dîroka Kurdî baş naskiribe-
Li navên xwe yên guhertî bipirsim
Li wwêneyê şikestî di nav pîkoliyê de
Li kutkuta evî dilê bê mirad hatime îro bipirsim.. (13)
Evê ku li xwe dipirse û ji mêjde ji bû pirsê digere ne mirovekî normale,
welatekî mîna Kurdistanê ye ku heta niha li xwe digere û li sedemên
guherîna xwe ya xweza dipûnije û li pey durv û kesayetiya ku bi gewde
bike li dîrokê vediger e.
Derbas dibim
qulpiskin çepelî gurî ji qurçik û veşargehan çindik çindik finas û
qeşmeriyên xwe bi rêwitiya min dikin… (23)
welatek di nava parsiwên min de bi şewatên xwe şadibe… (23)
Parvekirina jankêşiyê bi welat re cihê şadîmaniyê ye û helbestvan dibe
dengê welat û bûyerên bi ser welat re derbasbûne bi şêweyekî dîrêkt bi
nav dike û li ber keçekê radixe. Ev keç ji helbestvan re dibe alîkar ku
helbesta xwe binivîse, axaftina bi keçê re dibe mijara helbestê û ji
helbestvan re hesan dibe ku hevokên xwe li gor daxwaza xwe rave bike...
lê ez dikarim bêjim helbestvan, ev keç mîna sembola raman û fikrê netewî
kurdî bi kar aniye û jê alîkariyê dixwaze. Ev ramanê netewî ku ji dema
hilweşandina Mediya de winda bûye, helbestvan dibîne...
min tu dîtî
li ber dergehê Mîdiya
kilîleke bûkanî li bejna te bû
tena tena
bi hêlimêl
li bejna te bax û zevî
Pêl pêl û berdoş dibûm
Dema te serî hilda ...
Berfa şermînê dihate xwar
Û çavên te kaniyên xwe berdidan (17)
Ji xwe bejna helbesta min nagihêje gwîzeka doza te (47)
Ji bo avakirina fikrekî netewî kurdî ku rehên xwe ji dîroka Kurdî bigre
– di berbanga dîrokê de ew reh çavkaniya gelek şaristaniyan bû û ji
aliyê gelek miletan ve hate talankirin – helbestvan gazî dike û di rê
nerînê de gelekî diweste..
Keçê
Li benda te
Kaniyên giyanê min pengivîne
Û çavên min bi ser lêvên perçivî de werivîne… (37)
Were vê êşa bilind
Were vê kêlîka teze
Were vê kesera rexlik
Belkî li banê vê êşa bilind stêrek toza xwe dawşîne…(38)
Miletên ku ji cîhanê têkçûn bi qasî Kurdan zor û zehmetî nedîtin. Ew
milet koç bûn û Kurd hetanî vê serdemê berdewma jiyanê dikin. Dêmek
razek heye ku ev gel pê hate parastin, ramanekî xurtî veşartî heye di
hişê veşartî yê kurdan de berdewam dike, link van miltên din peydanebu,
ji lewra wan gelan gelekî li berxwenedan û xatirê xwe xwestin. Lê miletê
Kurd bi kişandina azaran berdewam kir û di nava vê berdewmiyê ne zelalî
jî heye, di nav azaran de, li paş dilê bi kul de, li cem Kurdan hêz û
baweriya berdewama çeleşkiyan mezin e û gerek rojekê were çirisandin û
ji gemara dîrokê were pak kirin...
Bi sedê salane ku miletê Kurd bûye armanca êrîşên hovane û vî miletî êşa
bindestiyê kişandiye, her gava evî miletî li ber xwe daye qirkirin û
talankirin û derbiderbûn bûne para wî û êş û azaran hevdû kişandine, bi
qasî dirêjahiya dîrokê dûr û dirêj diçe û warê kurda maye cihê şewatê û
sernivîsa (Were vê êşa bilind) navê xwe jê girtiye...
Li vê derê her tişt ji bo şewatê ye
Ax û ba
Zindan bo şewatê ne
Sineme bo şewatê ne
Zarok ji bo şewatê ne… (43)
Û di xeleka helbestê de tevkuştinên bi serê miletê kurd hatine, bi
rengên xwe yên sembolîk ku bûne perçayek ji jiyana gel di helbestê diyar
dibin ( Geliyê Zîlan, Zêwa, Eleqmusê, helbça, çarçira, Dêrsim, şêx Seid,
şewatên sînema û zindanan...) bêhêviybûn û aliyê reşahî di van perçan de
libadibin û bandora xwe li teknîka helbestê jî dikin û bi taybet dema
helbestvan pîlan û peymanên (Qesra şêrîn, Lozan, Seed Abad, Bexdayê,
Cezayirê..) tîne ziman, mîna raporek rojnemevanî tê xwendin...
Ji dema ku paroneyên gurên pîr
Ji pena û veşargehên Qesra şêrîn derdibûn
Keryên pez û ahoyên min bir bi bir direvandin
Ji dema ku Lozaniyan Siver li min hilweşandin
Di keysek xiniz de ling ji ber min şemitndin...
Ji dema ku Seed Abad hêviyên min bi xavî dicûtin....
ji dema ku Bexdayê
û Bexdayê çend caran... (51)
Li beramberî evqas zor û zerhmetî û dîrokek tij jan ku hemû nifşên
Kurdan heta vê rojê jê bê par nemane, helbestvan aliyên nirxdar û hêja
jî ji dîroka Kurdî tîne rojeva helbestê û hêviyên xwe ji bo pêşketinê
têde dibîne, nemaze dîroka wêjeya Kurdî, mîna bingeha avakirina ramanê
netewî dibîne... û helbestvan çîrok û efsaneyên dîrokî û destanên evîn û
lehengiyê rêzdike û her wisa jî navin ji hozan û ramyarên wêjeya kurdî
derbasî nava helbestê dike..
Piraniya helbestvanên Kurd van navan bi kartînin... (Xanî, Cizîrî,
Teyran, .. Birca Belek, Dibistana Sor, Mem û zîn, şêxê Senanî, Zembîl
firoş, Qadî şêro, Siyamend û Xeçê ...) û wan mîna binyata avakirin
netewî diyardikin. Helbestvanê mejî van sembolan bi eynê wate bi kar
tîne..
Li ber deriyê Birca Belek
Di awira memo de
Di gurnijîna Zîn de
Min destanên evînê parastine.... (54)
Bi gelemberî, naveroka helbesta “Were vê êşa bilind” dîroka kevin û nû
ya gelê Kurd bi beşên wê yên xerab û yên nirxdar bi bîr tîne û di heman
demê de rengê jiyana civakî ku bamdora xwe li zaroktiya nivîskar kiriye
berhev dike û wî rengê xezan û li paşketî tevlî dîroka şewat û talanê
dike û êş êşan himbêz dikin...
Em bi çûk bûn
Û jiyan kêliyek toz bû
Sedek bez bû.. (32)
Me û kudikên pirnisî
Qemûşkê nanê tenûran
Bi dadî li hevd[ pardikirin
Wisa û şewat û talan
Tixûb û sînorên gundan dibûrandin.... (33)
Tiştê balkêş ku ev berhevok dibe cihê lêprsîn û vekolînê, reng û şêweyê
helbest pê hatiye nivîsandin. Zimanê helbestê, xwendevanê xwe radewstîne
û wî li ferhengan vedigerîne. Peyvên resen ku di nav gel de hino hino
tên jibîrkirin di hundirê helbestê de diherikin.. mîna (Dilaxêv,
kewtkewt, pûrisandin. Terpetoz, wîqînî, tertilandin, melisandin, çênî,
kawik, kulibandin, dawdêl, devdeling, aşqork, lewliqandin, tewtihandin,
kemitandin, xiloxav, engirandin, arbeşk, hofk, hirhitandin...) kêm caran
nivîskarên Kurdî van peyvan bikar tînin. Lê Dildarê Aştî di danheva
peyvan de serkeftiye û ferhenga wî pir zengîn e, alavên avakirina
dîmenan û bi karanîna peyvên nehelbestî bi destê xwe xistiye û di
helbestê de bi erk dike, bê ku çêja helbestê bikuje, ev jî girêdayî
xeyala helbestvan ku nahêle peyv zuha bimîne....
Hatime îro bipirsim
Û pirs
Mîna keriyê karan
Di çêra ramanê de dicefilin.... (13)
Ji xwe penaber dibim
Qaz û qulingên hewarê
Li ser min terpetozê radikin.
Marmarok nermika guhê min dixwin.... (15)
ji ber ku bazaran kay’na xwe bi temen; wan dikir…
Lê ne herdim pirbûna wêneyan di helbestê de helbestê dihejîne, nemaze ku
car caran wêne ji bo diyarkirina karsaziya helbestvan eşkerebike…
sipartina li ser pirbûna wêneyan dihêle ku helbestvan di xeyalê xwe de
tevlihev bibe û wêneyên ku kevin bûne û gelek caran nivîskaran bikar
anîne xwe berdidin ser hiş û ramanê nivîskar..
jiyana te deryaye, bêkinare û dilê min masiyekî biyanî pelendar e…
(65)
bazirganan tirênên xwe ji xwîna me yek li du yekê dişandin … (34)
Helbestvan, ji bo ku muzîka ji derve ya helbestê biparêze û ritma wê
şêrîn bimîne di gelek hevokan de gotinên hevwate bi dû hev de rêz dike,
ev rengê nivîsandinê berdewama helbesta kilasîk e, di nûjeniyê de barekî
giran e, tu sûdê nade avkirina helbestê mîna vîn û nerîn. Berevajî vê,
wê qels û lawaz dike... mînak ( dû û dûman..., berwar û deşt û panav…,
koç û kerwan…., çeper û sênç… biyanbûn û penaberî… tixûb û sînor…., çem
û cobar….) ev peyvên di wateya xwe de nêzîkî hevin û di heman hevokê de
tên, dirêjahiyê dide helbestê û peyvê û wate mîna xwe dimîne.
Li kêleka van têbiniyên me anîn ziman şaşitiyên destnivîs û rêzimanî jî
pirin û bi taybet pêşgira lêkeran gelek caran başqe hatiye nivîsandin…
wek (di cefilin, di qelêşin, di tertilin, di rew;jand, di gotin, di
melisin…) gerek pêşgira (bi) bi lêkeran ve bihatana nivîsandin..
Di baweriya min de, kêmaniyên me anîn ziman ji xurtbûna helbestê kêm
nake, ev ezmûna balkêş di helbesta Kurdê li Suriye yê hêjaye xwendin û
nirxandinê. Gereke aliyên wê yên şêwesaz û sembolîk û alavên wê yên
hunerî bi rengekî fireh bêtin lêkolênkirin... ez bi hêvîme ku ev
berhevok cihê xwe bi xurtî di nav pirtûkxaneya Kurdî de bigre..
|