Hevpeyvîna Muhsin Seyda ligel romannivîs


Îbrahîm Seydo Aydoxan

»Bê şik, di avakirina lehengan de ez jî heme, nasên min jî hene, nenasên min jî, hevalên min jî; pirtûkên ku min xwendine jî hene, filîmên ku min dîtine jî hene, stranên ku min guhdarî kiriye jî hene; kesên ku di jiyana xwe de min ew qet nedîtine jî hene ; rastî û derewên min jî hene, xewn û xeyal û fantaziyên min jî hene. Ne bi tenê Fîgaro, lê belê Leyla jî ez im. Dîlber jî ez im û Simsar jî ez im. Ez di hemû lehengên xwe de heme, taybetiyên min yên bi wan re hevpar gelek in û ez ji wan pir hez dikim.«


efrin.net, 04.01.2004

Îbrahîm Seydo Aydogan - Di sala 1976an de li Qosera navçeya Mêrdînê ji dayik bû. Li Diyarbekirê, li Zanîngeha Dîcleyê, beşê Mamostetiya Edebiyat û Zimanê Tirkî xwend û li Stenbolê, li Lîseya Sultanahmedê, sê salan xebitî. Di ber karê mamostetiyê re berpirsiyarî û edîtoriya kovara edebî û çandî Pelînê kir. Di 1999an de romana wî ya yekem Reş û Spî di nav weşanên Dozê re derket û di 2002an de jî çapa wê ya duyem li ser malpera Nefelê hate belavkirin. Leyla Fîgaro romana nivîskêr ya duyem e.
Îbrahîm Seydo, piştî mastera li zanîngeha Sorbonê ya li ser wêjeya frensî, niha li Fransayê, li zanîngeha Rouenê, xebateke doktorayê li ser «li gora romanên kurdî di zimanê kurdî de lihevkirina wextan » amade dike.
Berhemên wî yên neçapbûyî ev in:
1. Hezkiriya Xwedê (çîrok)
2. Ruyê te Diyarbekirê tîne bîra min (helbest)
3. Notên roman û romannivîsiyê (rexne û nirxandinên romana kurdî)
4. Gazindname (gilî û gazindên nivîskêr li ser hin nivîskar, weşanger, kovar, rojname û saziyên kurd).


* Muhsin Seyda: Romana "Leyla Fîgaro" berhema te ya duwem e piştî romana te “Reş û Spî”, gelo çawa pêşwazî li herdû romanên te hate kirin, ji hêla mêdya kurdî ve?
Îbrahîm Seydo Aydogan: Romana min a bi navê “Reş û Spî” di sala 1999-an de li Stembolê hate çapkirin. Ev çar sal e, ji bilî du nirxandinan (Nûdem, Nûbihar), danasîneke piçûk (Roj) û êrîşeke bêbext a kovara “Jiyana Rewşen”, li ti deveran navê romana “Reş û Spî” tune ye. Ango, di çar salan de bi tenê çar caran behsa romana min bûye. Hayê rojnameya “Azadiya Welat” û rojnameya “Gundem”-ê hê jî ji vê romana min tune ye. Ev yek ji bo asta kurdewarîbûna van rojnameyên kurdan ku behsa gelek pirtûkên din dikin gelekî balkêş ‏e. Divê mirov ji wan bipirse û hayê wan jê çê bike. Ez dibêjim qey hayê wan dê ji “Leyla Fîgaro” jî çê nebûye, lewra behsa wê jî nakin. Mînakên ku min dan, ez bawer im rewşa têkîliya medyaya kurdî û berhemên kurdî jî baş diyar dike. Helbet ev yek bandorê li xwendevanan jî dike. Ji bo piraniya xwendevanên li welêt rastî ev e : “Ger behsa pirtûkekê bibe û pesinê wê bê dayin, ew pirtûk baş e.” Lê belê, di beşekî medyaya kurdî de sansureke ecêb û xurt li ser hin nivîskaran heye, ku dîroka zimanê kurdî dê vê yekê tucaran ji bîr neke. Ev yek ne bi tenê ji bo romanên min e, lê belê ji bo gelek berhemên din jî weha ye. Tu dev ji sansurê berde, heta ku ji wan tê, dixwazin rê li ber belavkirin û firotina hin berhemên kurdî jî bigirin. Li gelek deveran romana min ji aliyê kurdan ve hate qedexekirin. Kesên ku “Reş û Spî” qedexe kiribû jî kurd bûn. Ger ez mînakekê bidim, li Diyarbekir û Rihayê, hê jî li hin pirtûkfiroşên mezin ku bazar di destê wan de ye, tu berhemên min tune ne. Ez bi xwe jî sebeba vê yekê nizanim. Lê ev qedexe ne ji ber mijar an jî teknîka romana min tê. Ji ber vê yekê, heta ku ez hebim, ez ê vê dijminatiyê ji bîr nekim. Lê gava ku ez romanên xwe dinivîsînim ez ti carî hesabê medyayê nakim. Ji ber ku ez baş dizanim ku heke berhemên min baş bin, ew ê bi awayekî bigihîjin xwendevanên xwe. Ger ne weha bûya divê min piştî “Reş û Spî” ti romanên din nenivîsandana .

* Muhsin Seyda: Berî demekê te lîsteyek bi navên romanên kurdî (kurmancî) weşandibû û tu tê de dibêjî ku “kêmhejmarî an jî pirhejmariya romanên kurdî asta wan a hunerî diyar nake. Ji ber ku gelek romanên kurdî gelekî dûrî qaîdeyên romannivîsînê mane, hayê gelek romannivîsên kurd ji tevna romanê, zimanê edebî, ferqa çîrok û romanan, vegotina bûyeran û kronolojiya wan, şayes, psîkolojiya lehengan û bikaranîna teknîkên romannivîsiyê tune ye” . Baş e, eger ev be rewşa piraniya roman û romannnivîsên kurd, wekî te da zanîn, îdî çawa em dikarin bêjin ku roman, wekî coreyekî wêjeyê, derbazî edebiyata kurdî bûye?
Îbrahîm Seydo Aydogan: Belê, rewşa romannivîsiya kurdî mixabin weha ye. Weke ku herkes dizane, kurdan heta serê sedsala bîstan jî bi giştî helbest dinivîsandin. Her çi qas di sala 1856an de Mele Mahmûdê Bayezidî çîrok nivîsandibin jî, mirov nikare bibêje ku vê yekê di edebiyata me de guhertinên mezin kirine. Na ! Mixabin ti bandora vê yekê çê nebûye. Divê mirov di vî warî de bi zanistî tev bigere hebekî realîst be. Pexanê li cem me gelekî bi derengî dest pê kir. Derfetên kurdan tune bûn ku mîna xelkên din pêşketinên di warê edebiyatê de bidîtana û ew pêşketin û nûbûn li cem xwe jî pêk bianiyana. Heta ku di serê sedsala bîstan de kovara Hawarê û Gelawêj derketin jî, kurdî di pexşanê de bi awayekî xurt nehat bikaranîn. Divê mirov ji bîr neke ku roman berhemeke bajarvaniyê ye, teşeyekî hûrbijarkirin, kûrkirin û firehkirina çîrokan e û bi tesîra Ewropayê li dinyayê belav bûye. Hayê kurdan bi derengî ji vê teşeya edebî çê bû. Kurdên Kafkasyayê bi tesîra romana rûsî hin hewildanên giranbiha (Erebê Şemo, Eliyê Evdirehman) pêk anîn, lê belê qerektera wan romanan zêde nêzîkî romanên sowyetê bûye. Ev yek herî zelal di berhemên Erebê |emo de diyar e. Helbet, divê em bizanin ku roman bi teqlîdkirina romanên Ewropayê ketiye nava edebiyata me jî, ilhes jî bi ya romanên sowyetê. Bi dû re ji ber ku ji bilî kurdên sowyetê îmkanên kurdên din nebûn ku bi zimanê xwe binivîsandaya heta ku kurdan welatin jî li Ewropayê nas kirin, romana kurdî her di bin bandora ya sowyetê de ma. Piştî tevlêbûyina kurdên bakurî (Tirkiye) ya piştî sala 1980-î, êdî berê romana kurdî guherî. Lê teqlîdkirin hê jî didome. Di bîst salên dawîn de romana kurdî du gavan jî bi pêş ve neketiye. Bi tenê hin hewildan çê bûn, lê ew jî ji teqlîdê biwêdetir neçûn.

* Muhsin Seyda: Romana “Leyla Fîgaro” û dastana “Mecnûn Leyla” ya navdar li cem gelên turk, kurd, ereb û faris... Mijarên herduwan evîn û evînperestî ye. Gelo ti têkilî di navbera navnî‏anên herdû berheman de hene, an tenê ev yek tiştekî tesadifî ye? “Leyla Fîgaro” xwestiye di derbarê felsefeya evînê de çi bibêje?
Îbrahîm Seydo Aydogan: Ev pirseke baş e. Ez bawer im ku heçî kesên ku çav li vê romanê bikevin, dê vê pirsê ji xwe bikin. Belê, rast e, mijara herduyan jî evîn e û navê “Leyla” jî têkîliyekê di nava herdu berheman de datîne. Min ev yek bi zanebûnî kiriye. Lê di “Leyla û Mecnûn” de ku ji aliyê herkesî ve tê zanîn, hezkirin bê şert û merc pêk tê. Di çîrokên kevin de (û hema hema di hemû romanên kurdî ku heta niha hatine nivîsandin de jî) lehengên çîrokê yan baş in, yan jî xerab in. Ev taybetî, dûrî qerektera mirovî ye. Mirov hercar ne baş e, an jî hercar ne xerab e. Mirov hebekî ezperest (egoîst) e jî, carinan mirovên baş li tiştên gelekî xerab jî difikirin. Mirov li gora jiyana xwe xwedî şexsiyetekê ye, hêlên wî yên baş jî û yên xerab jî hene û bi tenê li gora taybetiyên xwe yên derûnî û başî û kêmaniyên xwe dikare tev li pêkanîna têkîliyan û evînan bibe. Ji ber ku Evîn jî mîna mirov li gora dem, cîh, û kesan diguhere, “Leyla Fîgaro” jî bi dem, cîh, û kesên xwe ve ji “Leyla û Mecnûn” cuda ye. Mixabin, tu tişt ne weke berê ye. Di “Leyla Fîgaro” de jiyana modern a ku bi navên televizyonan, seyareyan, reklaman (publicité) û navên telefonên destan ve hatiye dagirtin rengekî din dide evînê. Di jiyana modern de mirov weke mekîneyekê ye û bitenê ye. Evînên jiyana modern û evînên demên berê nikarin bişibin hevdu. Di nava jiyana rojane ya ku bi hezar tiştên din ve hatiye dagirtin de, barê evînê êdî giran e û evîn bi xwe jî di nava vê tevliheviyê de carinan dibe barek, lê evîn di vî zemanê xerab de hewcedariya mirovî ya sereke ye. Di “Qedera Fîgaro” ya ku di romanê de behsa wê dibe de dibêje “Evîn Tune ye”, lê gava ku Leyla terka wî dike, Fîgaro mala xwe dike perxane û bexçeyê xwe yê kulîlkan talan dike. Xerabkirin û talankirina bexçeyê ku temsîla hêviyên Fîgaro dike, di romanê de mîna sembolekê hatiye bikaranîn. Mala mirov û hêviyên mirov du tiştên esasî yên jiyana mirov in. Gava ku evîn tune be, herdu jî talan dibin.

* Muhsin Seyda: Çima navê Fîgaro? Ev navê biyanî heta çi radeyê xizmeta romanê kiriye?
Îbrahîm Seydo Aydogan: Weke ku min ji bo pirsa din got, navê “Leyla” rojhilatî ye. Ev nav hêla kurdan ya oryantalîst (Rojhilat) temsîl dike. Lê kurd êdî qewmekî ewropî ne jî. Dinya hatiye guhertin. “Fîgaro” navekî ewropî ye lê min hê kesekî bi navê Fîgaro nedîtiye û nebihistiye. Di şanoyeke Beaumarchaisê frensî (1732-1799) ya bi navê “Le mariage de Figaro” (Daweta Fîgaro) de min ev nav dît û ji ber taybetiyên lehengê wî, kêfa min ji navê wî re hat. Di wê şanoyê de Fîgaro zilamekî weha ye ku herkar ji destê wî tê. Xulamek e lê gelekî zane ye, jîr e û bi gelek zimanan dizane. Carinan mirov nizane bê ka ew xulam e an Begê wî xulam e. Hingî jîr e, herkes qedirê wî digire. Bi van taybetiyên xwe ve, ev nav di edebiyata ewropî de bûye sembolek. Min jî xwast di vê romana xwe de bi van herdu navan têkîliyekê di navbera çanda Rojhilat û Rojavayê de çê bikim. Ji ber wê yekê, di “Leyla Fîgaro” de navê ti bajaran û ti welatan tune ye. Mirov nizane bê bûyer li kîjan hêla dinyayê derbas dibe. Ji ber ku jiyana modern însanan dike mîna hevdu, ev bûyer dikare li her derê pêk were. Ji ber wê, min navekî rojavayî û navekî rojhilatî bi kar aniye. Di “Leyla Fîgaro” de ti tişt bi tesadifî an jî bi nezanî nehatiye kirin.

* Muhsin Seyda: Romana “Leyla Fîgaro” bi zimanekî edebî û helbestane hatiye nivîsîn, lê car car zimanê romanê dilukume û xwe disp.re kilîŞe û wesfên klasîk û bêoz (wize), (porê wek şevê reş, qirika weke şûşeya lempeyê.. hd) Mamoste Îbrahîm Seydo Aydogan rola zimên di romana nûjen de çawa rave dike?
Îbrahîm Seydo Aydogan: Rast e, di hin deverên romanê de peyvên ku ji bo kurdan klîşe ne hene. Te bi xwe mînaka wê daye. “Porê weke şevê reş, qirika weke şûşa lempeyê”. Ji bilî vê mînakê jî hin klêşeyên din jî di romana min de hene. Ger hûn bala xwe bidinê, ev mînaka ku me da di ti romanên kurdî de tune ye. Erê, hûn dibêjin klîşe ye, ango “gelekî û ji aliyê herkesî ve tê gotin”. Lê belê, ev peyiv ji aliyê ti nivîskarî ve di tu berheman de nehatine gotin. Min peyiva “Porê wek şevê reş” ji straneke Mihemed Şêxo (Ay Gewrê) girtiye; payva “qirika weke şûşa lempeyê” jî ji kilama “Mihemed û Fatima Salih Axa” hatiye wergirtin. Ger hûn bala xwe bidinê, min di serê beşan de cih daye stranên kurdî. Muzîk di vê romana min de cihekî girîng digire. Leyla ji bo strana ku Fîgaro jê hez dike dixwaze keziyên xwe zer bike, Dîlberê li ber stranên kevin digirî. Min xwast di hin peyivan de ez pişta xwe bispêrim muzîka kurdî ya klasîk. Ruhê zimanê kurdî di stranên me yên klasîk de veşartî ye. Helbet zimanê pexşanê cuda ye, ji xwe ev yek di “Leyla Fîgaro” de eşkere ye. Heta niha ti nivîskarên kurd zor nedaye sînorên zimanê kurdî. Hevokên ku hatine sazkirin, tim hevokên kin in. Ya ku zimên dilikumîne hevokên kin in. Min di “Leyla Fîgaro” de hewil daye ku hevokên dirêj û kompleks bi kar bînim. Hewildanên bi vî rengî hewildanên guherînan in. Helbet her nivîskarekî zimanek heye. Her nivîskar zimên bi awayekî bi kar tîne. Min di vê romanê de xwast ez zimanê kurdî hebekî vezelînim û sînorên wî nas bikim û biceribînim. Heta niha ti nivîskarên me ev yek nekiriye.

* Muhsin Seyda: Çîrokbêjê “Leyla Fîgaro” di siha lehengan de winda dibe û nasnameya wî ne gelekî diyar e . Çîrokbêjê “Leyla Fîgaro” kî ye?
Îbrahîm Seydo Aydogan: Ger weke ku tu dibêjî, vebêjerê (çîrokbêj) “Leyla Fîgaro” di siha lehengan de wenda bûbe, ev yek diyar dike ku ez di vê romanê de bi ser ketime. Ji ber ku di vê romanê de vêbêjer dixwaze carê xwe di bin sîha lehengan de veşêre û cih bide hîs û daxwazên wan. Lê dîsa jî vebêjerê romanê nivîskarê romanê ye. Ew bi vê teknîkê dixwaze bêtir cih bide navkokiyên derûnî ku di nava bûyeran de li cem lehengan peyda dibe û bi vî awayî psîkolojiya wan bişayesîne. Ev teknîk, teknîkeke nû ye ku bi romana James Joyce yê ingilîz (Ullyses-1922) ketiye nava romana dinyayê, lê ji ber ku teknîkeke giran e û birêvebirina wê gelekî dijwar e, di romanên dinyayê de jî zêde nehatiye bikaranîn.

* Muhsin Seyda: Tê gotin ku her romannivîsekî tiştek ji kesayetiya wî di lehengên wî de heye. Fîgaro û Îbrahîm Seydo Aydogan, li kû digihêjin hev û li kû ji hev cuda dibin?
Îbrahîm Seydo Aydogan: Lehengên romanan kesên çêkirî ne. Ev di hemû romanan de weha ye. Bê şik, di avakirina lehengan de ez jî heme, nasên min jî hene, nenasên min jî, hevalên min jî; pirtûkên ku min xwendine jî hene, filîmên ku min dîtine jî hene, stranên ku min guhdarî kiriye jî hene; kesên ku di jiyana xwe de min ew qet nedîtine jî hene ; rastî û derewên min jî hene, xewn û xeyal û fantaziyên min jî hene. Ne bi tenê Fîgaro, lê belê Leyla jî ez im. Dîlber jî ez im û Simsar jî ez im. Ez di hemû lehengên xwe de heme, taybetiyên min yên bi wan re hevpar gelek in û ez ji wan pir hez dikim.

* Muhsin Seyda: Romannivîs Îbrahîm Seydo heta çi radeyê sûd ji ezmûna romana kurdî wergirtiye? Ezmûna kîjan romannivîsê kurd bala wî dikişîne û ji bo çi?
Îbrahîm Seydo Aydogan: Mixabin, min ti sûd ji ezmûna romana kurdî wernegirtiye. Ji ber ku romana kurdî hê nebûye roman. Di heftê salên romana kurdî û di heftê û yek (71) romanên ku hatine nivîsandin de, ti romanên ku bandoreke xurt li min kiriye tune ye. Lê belê hin romanên kurdî yên baş jî hene. Divê mirov bêbextiyê li romanên baş neke. Kêfa min di nav romanên kurdî de herî pir ji “Dê û Dêmarî” ya Egîdê Xudo (1986) re hat. Ji ber ku Egîdê Xudo xwe ji nivîskarên din bêtir nêzîkî hêlên lehengên xwe yên însanî kiriye. Di vî warî de “Jana Gel” a Îbrahîm Ehmed jî gelekî baş e. Wekî din lehengên gelek romanên kurdî “yekalî” ne giş “welatperwer” in, “ Şore‏ger” in, “qehreman” in, “efsane” ne, “zana” ne, “rewşenbîr” in. Romannivîsên me hema dixwazin ku em ji lehengên wan hez bikin, û ev yek lehengan ji adetê derdixe û ji şiklê mirovatiyê bi dûr dixîne. Wek ku min li jorê jî got, mirov nikare hercar baş be. Lehengên weha dûrî rastiyê ne. Lê ger hûn bipirsin, ez ê bibêjim min bêtir sûd ji romana ingilîz û emerîkî wergirtiye. Ji bilî James Joyce, ez dikarim navê William Faulkner û Virginia Woolf jî beyî dudiliyê bidim.

* Muhsin Seyda: Pirbûna helbestan û kêmbûna romanê di wêjeya kurdî de çi destnî‏an dike?
Îbrahîm Seydo Aydogan: Li jorê min got, heta niha me tim helbest nivîsandiye. Stranên me yên klasîk gelek in. Em hemû bi vê kultura helbestkî rabûne. Ji ber wê, gava ku em dixwazin derdê xwe bibêjin, em dikevin qalibên helbestê. Lê çîrokên kurdî jî hene ku hatine jibîrkirin. Pirbûyina helbestvanan jî baştir diyar dike bê em çi qasî dûrî pexşanê mane. Her kes dibêje qey helbest gelekî hêsan e, lê di nav ceşnên edebî de, ya herî dijwar jî helbest e. Helbest ne karê herkesî ye. Heta niha di temamê dîroka zimanê kurdî de hayê min ji 41 romannivîsên me çê bûye, lê 50 heb hevalên min hene ku giş helbestvan in û ti yên ku ez nas nakim jî bi ser ve bikî, bi sedan helbestvanên kurd hene. Helbest ji pexşanê bêhtir dikare bibe egosentrîk e, û ji egoya helbestvên gelek tiştan bistîne. Ev ji bo helbestê xeteriyek e. Ji ber vê hessasiyeta xwe, helbestvan pir in lê helbestvanên me yên baş jî kêm in. Mixabin, ji bilî sê kesan ez nikarim behsa helbestvanên baş û biserketî bikim. Ew jî Rojen Barnas, Ehmed Huseynî û Rênas Jiyan e. Ev jî diyar dike ku helbestvanên me edebiyata ewropî kêm dixwînin û zêde di bin bandora helbestvanên sedsala nozdehan de dimînin. Ji ber ku li Ewropayê bi xwe jî êdî helbest weke berê nayê nivîsandin. Helbesta kurdî jî temenê xwe yê kevin temam kir û xelas bû, lê hê jî gelek helbestvanên me helbesta kevin dinivîsînin ku ev yek nikare helbesta me bigihîne deverekê. Helbet, ev fikira min a şexsî ye, Kêmbûyina romanan ne pirsgirêk e, lê kêmbûyina romanên baş pêwist e. Ev yek jî bi nivîskarên serketî û pêşketî dikare were telafîkirin. Mixabin hayê gelek nivîskarên me ji dîroka nivîsê tuneye. Gelek romannivîsên me berhemên romannivîsên ku min navên wan li jorê dan (yên kurd jî, yên biyanî jî) hê nexwendine.

* Muhsin Seyda: Rola siyasetê di edebiyata kurdî de tu çawa dibînî? Çima hin nav berz û bilind dibin û hin jî têne jibîrkirin?
Îbrahîm Seydo Aydogan: Ev pirs bi pirsa te ya yekem re jî têkildar e. Ez peyiva “mixabin” zêde bi kar tînim, ji ber ku – mixabin – rewş weha ye û edebiyata kurdî di bin zordariya siyasetmedaran de maye. Lê divê bê zanîn ku siyasetmedarê ku ji edebiyatê hez nake û xêtir nade edebiyatê, nikare bibe siyasetmedarekî baş jî. Çawa siyasetmedaran heta niha edebiyata kurdî ji bo berjewendiyên xwe bi kar aniye, her weha hin nivîskarên me jî siyasetê ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî bi kar tînin. Ji bo ku xwe bi partiyên polîtîk û alîgirên wan ve bidin qebûlkirin, gelek nivîskar mijarên polîtîk hildibijêrin. Bi gotineke din, edebiyat di şexsiyeta nivîskaran de bûye xulama tevgeran. Lê navdariya ku nivîskarek dikare bi xêra tevgerên polîtîk bi dest bixe tucarî nikare bibe temendirêj. Ji ber ku dinya diguhere; û gava ku dinya diguhere, polîtîka jî diguhere û kesên polîtîk jî diguherin, lê belê berhemên wan ji ber ku carekê hatine çapkirin tim weke xwe dimînin. Mînaka vê yekê li cem me kurdan heye. Ji ber ku min ew pirtûk nedîtiye ez nikarim behsa wê bikim, lê ji min re hate gotin ku Mahmûd Baksî carekê pirtûkek da çapkirin û bi dû re ji fikira xwe poşman bû û bi pereyê xwe hemû pirtûkên xwe dan hev, ji bo ku nedixwast kesek çav li wê berhemê bikeve. Ji ber wê min jî neda dû wê berhemê. Lê ev bûyer karesatiya tercîhkirina berjewendiyên şexsî û bikaranîna têkîliyan temsîl dike.

* Muhsin Seyda: Di siha nebûna tevgera wergeradin û rexnegiriyê de, wê çawa rewşebîriya kurdî bi giştî û roman bi taybetî pêşkeve?
Îbrahîm Seydo Aydogan: Werger giring e, lê heger wergereke baş be. Heke wergereke xerab be, dibe wergereke belasebeb û dikare xeteriyê jî bi xwe re bîne. Dev ji hunerê û wergerê û romanê berde, ji bo pêşketinê û rewşenbîriyê şexs ji me re lazim in, divê berê em bibin “xwe”. Hemû nivîskar û “rewşenbîr” ên me xwedî kompleksin ecêb in. Divê em ji xwe ji wan kompleksên xwe yên şexsî bişon. Ji me re hertişt lazim e. Profesyonelî lazim e, weşangerên jiheqder lazim in, weşanxaneyên xurt û tuccarên vî karî lazim in, dezgehên kulturî yên xurt û dûrî siyasetê lazim in ku bikarin wergeran û berhemên din fînanse bikin. Li Tirkiyeyê di dema wezaretiya Hasan Ali Yucel ya perwerdehiyê de dewletê pere dida wergêran ji bo ku pirtûkên ewropî wergerînin tirkî. Li cem me kurdan jî gelek wergêr belaş werdigerînin lê ji bilî Mustafa Aydogan wergerekî baş ku ji heqê vî karî derdikeve tune ye. Hin kes dikarin vê peyva min bi awayekî din şîrove bikin û hesûdiyê bikin. Lê gava ku ji min hate pirsîn, heqê min jî tune ye ku ez bêbextiyê li wergerên Mustafa Aydoganî bikim. Li ser rexneyê ez nikarim tiştekî bibêjim. Mixabin rexneya me ya edebî tune ye. Ji bilî çend nivîsan, hê min nirxandin û analîz an jî rexneyên baş di kurdî de nexwendine. Wekî din, mixabin, rexneya me tune ye. Ji bo ku mirov bikaribe rexneyan bike, berê divê mirov bibe “xwe” û bi dû re jî hunerê romanê baş nas bike û roman baş xwendibin. Hin nivîskarên me yên ku rexneyan dikin hene (ez naxwazim navên wan bidim) lê ew bi xwe hê nizanin bê roman çi ye û çawa tê nivîsandin, heta niha çi guhertin di hunerê romanê de çê bûye, pîvanên romaneke baş çi ne. Heta ku mirov bi kêmanî van xalan nizanibe mirov nikare rexneya romanan bike. Ji bo rexneyê divê mirov pir bixwîne. Ev deh sal in ku ez bi nivîsandinê re têkildar im, û hema hema ji sedî heftêyê nivîskarên kurd nas dikim, 71 romanên kurdî hene, min hê kesekî ku ji van romanên kurdî 30 heb xwendine nedîtiye. Romannivîsên me (çîroknivîs û helbestvanên me jî di nav de) bi xwe romanên kurdî naxwînin. Di rewşeke weha de rexneya romanê nikare bi pêş ve bikeve. Rexneya çîrokê jî tune ye û ya helbestê jî (ji bilî nirxandinên helbesta klasîk) li cem kurdan tune ye. Helbet, ji bo pêşketina romanê li cem kurdan, divê hin kes serê xwe bi romanê re biêşînin. Lê ez bi h.vî me, rojekê kesên ku kurd dê bi romanên wan serbilind bin derkevin.
Ev hevpeyvîna di hejmara 55-ê ya rojnameya DENG de, ya ku li Başûr-rojavayê Kurdistanê desrdikeve, hati bû weşandin.

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]