Ferhadê Içmo û du berhem

Arşevê Oskan
efrin.net, 03.01.2004
Helbest bi rastiya xwe hest û giyanê mirovan e, ji naveroka helbestê
tu dikarî xwe bighîne giyanê mirov û wî bidî ber pîvanê, li wê neynika zelal
binêre û bejna hêviyê tê de binase. Bi hêsanî dema em helbesta Cegerxwîn
(Kî me ez) dixwînin her yek vê pirsê li xwe vedigerîne û bersiva vê pirsê
ne bi gotina (ez kurd im yan ne kurdim) tê bersivdan, herwekî ev bersiva
xav û zuha vê pirsê têr nake, ji ber gotin li vir bi şax û bax e...
Da ku yek ji me xwe bike kurd divê şert û mercê kurdayetiyê bi cî bîne,
da ev nav xwe liyaqî bejn û bala me bibîne. Bê guman e ku di nîr û kewdanên
em tê re derbas dibin barekî giran xwe dide ser milên me, ew jî jê re dibêjin
barê ziman û çandê ye...
Içmo girêdana xwe ne bi tenê bi zimên re girêdaye, lê wekî ku tê gihiştim,
bi hêvî û êş û hest û giyanî ve roj bi roj diqijqije, mîna hevîrekî tirşbûyî
di cerg û hinavên xwe de li benda pêjandinê ye.
Hest û gotin xwe li hev dipêçin û bi hev re dikevin cirîdê, ew di navbera
Cegerxwîn û Ferhêd de diyalogeke pîroz e, herweha civatên guhdaran bi xwe
re dixin hêlana berpirsiyariyê û gotina (kî me ez) pêşkêşî her mirovekî,
ku bibêje ez mirov im, dike. Lê vê carê henek bi vê gotinê nabe. Ew civat,
yên ku di nava xwe de gelek êş û serpêhatî ji pêsîra jiyanê mêtine û bi
van êşan re gêj bûye, suhbetê li dar dixînin, bi wê kasêta biçûk lehiyekê
dipejirîne û mirov dajo meydana dîrokê û diyalogeke dîrokî dixe nava dabaşê,
li nav mijankên rûyê nemerdan.
Serbilndayiya Cegerxwîn ji hemû layan ve tîne ber çavan, tije felsefe, ronakbîrî,
xwenasî û têkoşîneke bi hestvaniya kurdewariya wî sitrayî, kurdayetiyê li
bejna wî pîroz dike û wî bi cilê zavetiyê di sergovenda dabaşê de dixemilîne,
tevî ku berê tovên rûmeta welatparêziyê di helbestên Seyda de diyar e, lê
piştî sed salî ji jidayikbûnê Ferhad dixwaze dîsa wî giyanî di berpala guhên
me de bixwîne. Helbet bi avdana Ferhêd re ew kata dîrokî hêdî hêdî di hestê
me de şax vedide û me li gelek tiştan haydar dike:
Cegerxwîn:
Kî me ez, kî me ez?
Ferhad:
Cegerxwînê Hesarî, herkes zane tu kî ye
Tu helbestek kevnare, yezdan bo me ristiye
Ji bo kurd û kurdistan, tu xweş dost û xwediye
Şahswarê helbestan, tu nevîkî Mîdîye
Te sînorê hêvyên me, bi helbestan daniye
Pirin çemên helbestan, tu derya û kaniye.
Cegerxwîn:
Ezim ê şikand, leşkerê Rîşar
Min bi xwîna xwe, parastî ev war
Di sînga dijmin, ez bûme kelem
Xwe dan ber siya min Tirk û Ecem.
Li layekî din jî dîsa Ferhad landikê ji bo zarokên Kurdan dihejîne.
Di berhema xwe ya diwem de di ber hijandinê re li deriyê gelek mijarên taybet
û giring dixîne û derbas dibe. bi dilekî tije evîn û berpirs, li ber lorandinê,
êşên demê gêj dike û ditevizîne, da ew zarok di xewa şêrîn û giran de biherikin,
di nav xwenên qedexekirî de bilîzin bi azad, xewnên dayikan û gundên ku
hîn neşewitîne, asoyên bê siyanîd û xerdel û li şûna dayikan wê dergûşê
ji zarokên sêwî re dihejîne û dilorîne:
Lorî lorî de lorî, razê dijmin bi gorî
Ap û xalan va anîn, zêr û mircan û morî.
Zarokên Kurdistanê, ji koçberiyê vedigerîne siruşta welatê wan ê wêran-
û talankirî, wan hogirî ajel û sewalan dike û ji bo wan zarokan çêlek û
rovî û kiroşkan kedî dike û kêzik û kulî û xalxalokan di asoyeke buharî
de tevî gul û şînahî û kulîlkên rengîn difirîne, her wisa ji xalxalokê re
dibêje:
Veger li nav baxên şîn
Hem nêrgiz û hem nesrîn
Ciwantir tu nabîne
Ji walatê Mem û Zîn.
Belê, kekê Ferhad, divê em çav berdin keda xwe, ev gotin ji perwerdekirinê
re dermanekî hêja ye, dibe ku berî te hinekan ji me re ev şîret kiri bûya,
me jî îro çavê xwe li parsê ne digerand û ev tûrik ne didan pişta xwe, hem
li deriyê biyaniyan û hem li deriyê hevdu; ma çavên xwe bernedida keda hev.
Bi rastî jî ev pirseke hemdemî ye, ku her yek ji me xwe bispêre keda xwe,
ji bilî hersê êşan jî gelek êşên din jî hene:
Sê tişt hene dil bi êş
Qereçî û miş û mêş
Çav bernadin keda xwe
Kula waye pars û bêş.
Belê, kekê Ferhad, ji bo mezinan jî ez vê lê zêde dikim:
Yên me pirin êşên me
Xwe berdane laşên me
Hingiv mêtin ji kedê
Qirkirine mêşên me.
Hemû mijarên ku Içmo lê dibe mêvan, bi rast, gelek giring û taybet in,
ji bo mezinê sibê, ji nerastiya Esker û fêrbûna Celadet û mamoste û kiroşk
û... >
Ez nikarim pir dirêj bikim û li ser hemû mijaran rawestim, da ku nebe
babeteke lêkolînî, lê tiştê min dixwast ez ragihînim, herdu berhemên hevalê
me (Kasêt û Landik 2) pîroz û delal in.
Di dawiya gotara xwe de ez dixwazim ji hemû zarokên Kurdan re pêşinyarekê
bikim, ku vê helbesta xweş ji ber bikin û wek sirûd di rojên cejnan de bixwînin:
Em zarokin zarokin Heyv û sitêr û rokin
Kenê li dor lêvên me Tev helbest û çîrokin
Emin xemla cîhanê Deng û rengê viyanê
Xwe vedşêre ji ber me Buhara Mûş û Wanê
Buhar bê me rûreşe Payîz bi me dilgeşe
Ji ber sazê dengê me Çemê zuha dimeşe
Li ser sînga birînê Emin ala evînê
Şermezare ji ber me Mûm û finda şevînê
Derî vekin em hatin Em hêvî û xelatin
Ji bo rojek geş û nû Em zarokê welatin.
|