Avedana hestên herişî
Omer Dilsoz
Hestên min gelek herişî ne; bêgav im. Di mejiyê min de bi hezaran
pirs tên û diçin. (...?) Dilê min kovandar e, şikestî ye; hizrên min
şêlû ne. Ditirsim ji her tiştî; ji her kite kitê... Ji dengên xwezayê;
qêrîn, qêjîn û qorînan... Ditirsim ji hêviyên xwe. Newêrim wan birêsim û
newêrim xeyalên xwe raçînim. Dilê min şikestî ye û hêviyên min birîndar
in...
Roj diqulipin. Dem diherike; saet, roj, meh û sal dikudin... Dem zora
her tiştî dibe û demedest diçe û bi xwe re dibe her tiştî... Hêj wek
duhî bû, dema ku min jiyan nasî û wate li heyiyan barkirî. Bes, hemû jî
çûn; yek bi yek, dû hev û ji nişkê ve li pêş çavên min berze bûn; yaren,
destebira, birader, hevrê û heval... Dûr û nêz, nas û biyanî... Çû, çûn
hemû jî bê ser û şûn; tenê bîrhatinên wan mane tomarkirî di birka
jêrhişê min de...
Ne min goti bû, hestên min gelek herişî ne vê berêvarê. Vê berêvara ku
roj li ser gopilkê bilind hêdî hêdî tîna xwe dişkêne û amadehiya
xatirxwestinê dike. Tu dizanî, ez qet ji peyivên xatirxwestinê hez
nakim, bes!... Rojeke xweş e îro; hewa hêdî hêdî germ dibe, dihele berfa
stûr ya ku çiya û newal tev nuxumandi bûn û wergêra bûn bi ser rengê
spî...
Xweza vedijî; kulîlkên yekem ên biharê 'berfîn û canemerg' rûyê berfê
dikelêşin û silav didin biharê. Bes, dilê min gelek westiyayî ye. Hestên
min herişî ne. Gelek bi tenê me; çavê min dipê her liv û lebata xwezayê.
Pêjnek di nava min de dibêje min: "Îcar nebû, dê carek din..." Û li wir
dixetime verêja gotinê. Êdî, nema tê baweriya min bi jiyanê. Jiyan gelek
sar tê pêş bergeha dîtbariya min. Şêlû dibîne êdî hemû hizrên min. Şêlû
dibîne jiyanê û tiştên ku jiyanê ditamijînin...
Hingê ji nav birka bîrhatingeha min hiltavêje dilopek hêviyê û li pêş
çavên min çirûskek dibiriske; leylan dide li ser deryaya xeyalên min ên
di nîvrê re hatine fetisandin. Hingê jî ez diçim ber bi hestên xwe yên
herişî ve û dikevim nava deryaya kul û xem û kovanan. Wê gavê, rondikek
dizok ji birka çavê min hiltavêje û dikeve ser sûretê min û têde
digindire hêdî hêdî... Wê wextê ez di cihê xwe de radiwestim û berê xwe
bi aliyê çiya ve dizivirînim. Jixwe, kengî ez ketibim di nava herişîneke
wisa de min her weha kiriye û wer diyare, ku dîsa li vir dubare dibe
helwesta min a jixwerevînê... Direvim ber bi ciheke nediyar ve.
Çiya li benda min in. Ew li benda bihareke rengîn in. Ew li benda
vejîneke din in. Dîsa 'bixêr tê' tê û li benda gelek hêviyan e; ew, ji
bo hêviyan vedijî û digirnije carek din li gel hestên min ên herişiyayî.
Gazî min dike bihar, dibêje; "Were, xwe berde hundirê delaliya min."
Bes, ez ji wê dûrdikevim, ew jî ji min... Nizanim ji ber çi, lê herçend
nêzî wî dengî dibim, berevajiyê di heman katê de jê dûr dikevim jî.
Ango, nêzîkiyeke dûr, dûrahiyeke nêzîk. Berevajî dibe her tişt di nava
bawesîska hizrên min de. Ditirsim, ditirsim...
Hingê, carek din tê bîra min çend tişt; çend bîranînên daborîn û çend
kovanên li ser mêlaka min bûne jan û têperiyane. Ez ditirsim ji xewn û
xeyalên xwe, ji dilê xwe, ji mejiyê xwe, ji hêviyên xwe. Herwekî "marî
geztibim, wisa ji werîs ditirsim." Dibe sehm her tiştê heyî; heyîn dibin
tirs û dikevin nav jiyana min. Û bihar tê bîra min. Bihara welateke
rengîn. Rengên kulîlkên cuda cuda yên vî welatê tên pêş çavên min. Sor,
mor, binevşî, zer, kesk, spî û peyazî... Her rengek şûna ku 'hêviyê' di
min de vejîne, berevajiyê dikuje. Hingê, reng wateya xwe li nav jiyana
min winda dikin.
Ne vê berêvarê hestên min gelek herişî ne. Dilê min bûye kozgeha xem û
xeyalan. Ditirsim. Gelek tişt tên bîra min; duh û îro, pêr û sibê. Di
navbera çarçûveke teng de têm û diçim. Dilê min li ber lehiya şikesteyan
dike ku bimîne. Ango, hestên min di şerê man û nemanê de ne. Mejiyê min
ji mêj ve têkçûyî ye. Êdî, nema dikare gewdeyê min ê westiyayî kontrûl
bike...
Gelek bêgavim. Divê hestên xwe vejînim. Divê xem û kovanên xwe bikim
cûnî û biqutim. Divê êş û janên xwe deynim bin destarekê û bihêrim da ku
carek din dest pê bike jiyan. Da ku xweş û geş bibe cîhan. Da ku
bitamije evîn û hebûn. Da ku – bi kurtebêjî – dîsa wate li heyiyan bar
bibe û biherike ava jiyanê li dêmistana dil û mejiyê min. Lewra careke
din berê xwe didim çiya; welatê kûvî, li nav xwezaya rengîn...
Gelo çi ye çiya hin jêneger dike ji bo me? Gelo ji ber çi çiya me bi
jiyanê ve girê dide? Çi ye raza çiya? Çi ye vîna çiya? Çi ye tama çiya?
Ji bo çi ew der hertim dibe cihê destpêkan? Ew der dibe kozgeha hêviyan?
Hêlîna xweziyan? Ma jiyana çiya çawa ye?
Vê berêvarê ez vê pirsê ji xwe dikim. Dûv re jî berê xwe didim çiya.
Xeyalên min li wir in; di dilê çiya de. Li nik heval û hogiran. Li nik
şervanên azadiyê. Li nik gerîla. Mirovên jiyanhez. Mirovên mirovhez.
Mirozên azadîxwaz. Mirovên dilêr û evîndar. Mirovên bi rastiya tama
jiyanê hesiyane. Mirovên jiyanê. Gelo çi ye wan hin bi jiyanê ve, bi
jiyana çiya ve girê dide? Gelo qey bilindahiya çiyane? An ne ku
hêşinahiya çiyane? Çiya navê din yê afrîneriyê ne. Çiya warê avakirinê
ne. Çiya kozgehên mirovahiyê ne. Çima?
Tu dizanî, li wir; sal pênc demsal e. Çar demsalên xwezayî ne, ya din jî
di nava demsalan de afrîneriya demsaleke nû ye. Ku ew jî gerîlatiye.
Pêşmergetî ye. Û mirov li wir di nav werzan de werzek zêde dijî. Ew der
warên paqij û bijûn in; negihîştiyê destên mirovên çavbirçî. Li
bilindahiya lîsên çiya, li dora mêrg û keviyan, di nav şkêr û zinarên
asê de, di bin dilopên şikefteke kevnar de, li gel dengên xwezayê yên
cuda cuda, yên biefsun; sîsirk û wawikan derbaskirina şevexwînên dirêj û
bisaw. Gelo çi ye wan li wir bi jiyanê ve girê dide?
Bêguman bîranînên şehîdan. Şehîd dilê dîrokê ne. Şehîd giyanê dozê ne.
Şehîd rastiya jiyana serfiraz in. Şehîd doz in, doz şehîd... Şehîd azadî
ne, şehîd çiya ne, çiya şehîd... Li her bihosteke van çiyan xwîna
şehîdeke hêj nenavkirî heye. Ev çiya bi xwîna wan ciwanên hêj di bihara
umrê xwe de bûne şahida/ê hêrsa dilê mirovên vî welatî, hatiye avdan.
Herdîsa dê bi xwîna wan jî were avedankirin...
Êdî li vir diwestin hestên min ên herişî. Gotin dimiçiqin. Peyv bêdeng
dimînin û ez dikevim riyeke dirêj. Bihar li ber vejînê ye. Kulîlkên
yekem ên biharê 'berfîn û canemerg' di hewla pişkdayînê de ne. Zîlên xwe
avêtine. Berf dihele. Hewa germ dibe û jîngeh hêdî hêdî kirasê keskahiyê
lixwe dike. Herwiha ez jî hêdî hêdî dimeşim ber bi çiyayê roj lê ava
dibe.
|