Bangawazî ji bo komkujîyên Enfalan 5 deqe rêzgirtin


PNA- Ciwata Wezîran ya herêma Kurdistanê bangawazî ji bo gel û karmendan kir ku sibehî ji bo bîranîna Şehîdên Enfalan 5 deqe rêz were girtin. Ciwata Wezîran di beyanemeyekî bangawazî li gel û karmendan kir, ku sibehî 21ê Tebaxê 2006, saet di 10:00 an de 5 deqe rêz ji bo Şehîdên Enfalê tê girtin. Di beyanameyê de hate dîyarkirin ku sibehî hemî kes û hemî dezgehên fermî cîhên xwe di vê rêzgirtênê de bigre. Herwiha sibehî ji bo komkujîyên Enfalan, Sedam û hevalên wî tê dadgehkirin.

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]