Daxûyaniya
Tevgera Rastiya Kurdistan – Sûriyê
Termên pakrewanên me li Çiyayê Kurd bi hev re hatin gornekirin
Dezgeyên şovînî yên, ku rêcîma Bes li Sûriyê birêve dibin bi awa û
dîmeneke şanoyî termên (24) pakrewanên birçîbûnê û penaberiyê yên ku
jiyanên xwe li Libnana qurbankirî winda kiribûn, çal kirin...? Ew
sênaroya kînkirî li gor berjewendiyan hatiye avakirin...!?
Di vê şêniya xemgînî de karmendên dezgeyên parastinê, pêşengên partiya
Bes, oldarên musilman û xaçeperest, kesên, jar û erzan, law û nûhgihayên
partiya Bes parolên partiya El -lah û wêneyên serokê wê Nesre el-ela û
pêşengên vê partiyê ... hildabûn jor ...? Herweha jî ewanan xwe wek
qehremanan didan xûyakirin û parolên, ku ji aliyê asayêşê de hatibûn
amedekirin, rakiribûn.
Wek: “ Bila pakrewanên netewa Ereb bimînin zindî „ , „ Em cangoriyên
Nesre El - la nin „ , „ Bijî berxwedana patiya El-la „ , „ Bila
xwefiroşên welêt bimrin „ Û her weha pir parolên din li wir dihatin
gotin. Cemawerên Kurd li wir ji van parolan bêzar bûn, çimkî rûmeta
netewa Kurd bi van parolan birîn dibû, çimkî nasnama siyasî ya netewa
Kurd ji aliyê şovînîstan de hatiye zepkirin, çimkî bi sed hezaran
malbetên Kurdan koçberbûne û ji mafên xwe bê par mane, çimkî cemawerê
Kurd evan pakrewanên xwe û ji bilî wan jî pir afret û lawên xwe ji bo
dêmokrtiyê û azadiyê wek şehîdan winda kirine.
Tevî ku cemawerê me û nemaze xûdanên pakrewanan ji vê yekê ne razî bûn,
tevî ku ev pakrewanên Kurd tu carî ne ramanhilgirên partiya Bes bûn, û
ne jî, tu carî çekên partiya El-la û çanda wê ya sert rakiri bûn....?
Karbidestên Sûriyê û yên derdora wan bi mebest û bi vî awayî serxweşiya
hevbeş û goristaneke tevayî li navîna herêma Efrînê ya Kurdistanî
amedekirin û nav li wê kirin „ Goristana pakrewanên berxwedana Libnanê
„. Ev tun karên karbidestan, dîsan baştrîn nimûne ye, ku gelê me li
Kurdistana Rojava roj li pişt rojê ji ber siyaseta şovênî zorê dibîne,
ewa siyaseta dixwaze netewa Kurd ji hîmanên netewî û nirxbuhayên wê bi
dûr xîne.
Destlata „ Bes „ ne tenê vê yekê dike, lê ewa hîn dixwaze, bi van
şêweyan cudabûnê û ne kokiyan di nav Kurdan de biçîne. Lê pêwîst e gelê
Kurd xwe ji van pîlanên regezperestan biparêze û li dijî hemu awayên
zordestiyê têkoşînê bike.
Di van rojên ku Rojhilata Navîn di tengiyê da ye û Sûriyê pir di
borandineke siyasî re derbaz dibe, em wek Tevgera Rastiya Kurdistan –
Sûriyê ji bo pakrewanên Çiyayê Kurd xwe pir xemgîn dibînin û em serên
malbetên wan û Kurdan sax dikin ... Em bang li hemu hemwelatî,hemu
partiyên rêzanî, hemu dezgeyên komelayetî û olî dikin, ku ewanan li ser
riya netewa me ya dêmokratî rêveçûna xwe berdewam bikin ... Em dixwazin
balên hemu kesên rumetdar ber vê yekê de bikşînin, ku ewanan bi lîstik û
pîlanên Besiyan netên xûpandin, ewanan dixwazin hevkêşeya siyasî li gor
berjewndiyên xwe çê kin, û bi pir awayên ne rewa bilîzin, ta ku rastiya
bindestiya gelê me veşêrin. Gelê me divê di ser riya pêkanîna mafên
netewî yên rewa, rêça xwe ya siyasî winda neke, û ev mafên netewî jî li
gor nirîna me tenê bi destxistina rêvebiriya siyasî û ya xwe bi xwe li
herêmên Kurdistanî û di çarçewa welateke dêmokratî û ne navbendî û pir
hejmar de were destxistin, û pêwîst e ew destlata hêz û dadmendiya xwe
jî li gor lihevkirina siyasî û ji hevalbendên rastîn di navberên hemu
tîmên dirawsê de werin wergirtin ... Herweha jî divê ewa mafên hemu
netew û olan li Sûriyê biparêze, û ne tenê netewk an partiyek wek ku
partiya Bes niha dike, destlatdariyê bike.
Norî Birîmo ( Gotebêjê Tevgera Rastiya Kurdistan – Sûriyê )
13. 8. 2006
|