Rêzdar serokê Partî Dêmokrata Kurdistan!

Serokê herêma Kurdistan kek Mesud Berzanî!

Bi boney salyada 60 emîn ( P. D. K ) bi seroketiya nemir, Mustefa Berzanî, em „ Rêxistina Tevgera Rastiya Kurdistan - Sûriyê li Ewropa „ we, hemû hevalên we, gelê Kurd li hemû beşên Kurdistanê bi gelemperî û bi taybetî gelên Başûrê Kurdistanê pîroz dikin.

Wek di dîroka têkoşîna Kurdistanê de, pir diyar e, ku ( P. D. K ) bi seroketiya Mustefa Berzanî roleke zor giring û dîrokî di bizava têkoşîna gelê Kurdistan de lîstiye. Şoreşa Êlûlê di sala 1961 ê de, û pêkanîna peymana 11 Adarê 1970 î de, ji encamên têkoşîna partiya we bû.
Herweha jî para we di deskewtinên niha de li herêma Kurdistanê û li Îraqê bi giştî, zor mezin e û ewa ji aliyê gelê Kurdistanê de pir bilind tê nirxandin.
Gelê Kurd îro li herçar beşên Kurdistanê xwe bi seroketiya we serbilind û bextewer dibîne.

Em wek „ Rêxistina Tevgera Rastiya Kurdistan li Ewropa „ bi çavên bilind li helwestên we yên Kurdistanî temaşe dikin, û hevkariyên we bi partiyên Kurdistanî re pîroz dikin.

Serkewtin ji we re
Bijî azadiya Kurd li herçar beşên Kurdistanê
Silav û rêz ji we re .

Rêxistina Tevgera Rastiya Kurdistan – Sûriyê li Ewropa
18. 08. 06

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]