Taha Xelîl bi kurdî hat.. Şûna wê
Efrin.net 15.08.06
Ji
weşanên çapxana Hîro Dîwana yekem a helbestvan Taha Xelîl bi nave şûna
wê derket.. qapê Dîwanê ya Hunermendê kurd Beşar îssa ye
Şûna wê bi alîkariya Sema kurd a çand û huner çap bûye
Tê zanîn gelek berhemên Taha Xelîl bi zimanê Erebî û Elmanî jî hene,
şûna wê helbesta nûjen a kurdî li Suriyê datîne ser rêka rast
Taha Xelîl ji mêjve helbesta kurdî datîne … lê dereng ev berhem derxist
û wek ku dibêje : ” min qerar li Amedê sitand .. divê ku ez helbesta xwe
bighînim Amedê jiber ez ber her kesî ji wan re datînim… Amed Qubleta
mine ji mêj ve ..!"
Ji pirtûka şûna wê :
Çend sal
Gelek sal derbas nebûne...
tenê bîst sal...
Pencere ew pencere ye.. .
Zikak eynî zikak e..
hîna ew Dêlî pê ve hildikişe..
hîna dixwaze xwe bighîne te..
gelek sal derbas nebûne..
tenê tava rojê rengê pencerê guhertiye..
tenê demsalan boyağa pencerê weşandiye...
gelek sal derbas nebûne..!
tenê bîst sal..
ma bîst sal çi ne.. ?!!
Leşker
" bo leşkerekî Turk "
hooo leşkero..
Xwedê du dest … du çav dane te..
da ku tu …
bi herdû cavan li yara xwe meyzekî..
bi herdû destan gulîyên wê ên reș bihûnî…
yan jî bi wan baqê gulan pêşkêş kî..
hoooo leşkero ku tu nezan bî ..
ji xwedayê xwe bipirese..
ew ê ji te re bibêje…
lê tu napirsî …
bi çavên xwe tu rêka evîndaran dibirî..
û bi herdû destên xwe tu radijî du seriyan..
û wênan dikşînî..
Leşkerooooo
ji xwedayê xwe bipirse..
yan jî ku tu bi dil bî..
ji dilê xwe bipirse….
|