Dosya 18 keçên Kurd ji bo Emro Musa hate radestkirin
Avesta-Li gora rojnameya Medya ya ku heftane li Hewlêrê
derdikeve, Zekiye
Îsmaîl, belgeya 18 keçên Kurd ku ji aliyê rêjîma Baas ya Îraqê ve ji bo
barên
Misrê hatibûne firotin, pêshkêshî serokê Komkara Erebî Emro Musa kiriye.
(foto:
belge)
Li gora heman çavkaniyê, Musa ji Zekiye Îsmaîl re diyar kiriye ku ewê vê
pirsê
bishopînin.
Wê Emro Musa çarenûsa 18 keçên Kurd bishopîne
Roja 25-27.07.06 li bargeha Komkara Erebî li Qahîre civîna Komîteya
Amadekar ya
Kongreya Ashtiyê ji bo Iraqê pêk hat.
Di wê kongreyê de, nûnerê Hevpeymana Kurdistanê Dr. Mihemed Sherîf
beshdar bû.
Hate ragihadin ku di wê civînê de Zekiye Îsmaîl Heqî Shawîs belgenameya
şandina 18 keçên Kurd ji aliyê rêjîma Baas ya Îraqî ve ji bo
lotikxaneyên
Misrê pêshkêshî Emro Musa kir.
Zekiye Îsmaîl Kurd û di lîsteya Hevpeymana Şîî de cih digire, ji bo
rojnameya Medya got ku wê lîste radestî Musa kiriye.
Musa jî ji aliyê xwe ve gotiye, eger ku ev bûyer rast be, neheqiyeke
mezin bi
Kurdan hatiye kirin.
Li gora vê belgenameyê, roja 01.11.1989, talîmatnameyek nr. 1601 bi navê
pir
sirî ye, ji aliyê Muxaberatan ve hatiye derxistin. Li gora vê talîmata
ku li
Kerkûkê derketiye, 18 keçên Kurd ji bo barên Misrî hatine firotin.
Mîdya
09 Aug 2006
|