Li ser daxiwaza hukûmeta Elmanya (cadên tezî) dê beşdarî fêstîvaleka filman bit .

 

 

 lalishduhok@yahoo.com

efrin.net 10-08-2006

Penaberên kurd li welatên bîyanî destkeftên mezin bi destê xweve tînin wek dirustkirna filman li welatên bîyanî , Evce li vî barîde xortekî kurdê Êzidî bi navê (xalid Ibrahîm reþu ) ye li sala (1988) li komelgeha xankê li qezaye sêmêlê ser bi parêzgeha duhok ve ji dayk xwe bûye , eve nêzîkî (9) salane li bajêrê(Axîn) yê Elmanya cîwar bûye , reşo li wêrê hînî karê honerî dibit u kar li ser diket li vê daûyê rabûye bi dirust kirina filmekî li bin navê ( cadên tezî) amadakirye , (xalidî ) diyar kiriya ku sînaryo u derhênan u çîroka filmî ya wîye , naveroka filmî li dur talankirin u şelandin u zilm u zurdarya diktaturane li ser cadeyên kurdan beramber zarokan , u ew nêzîkî (14) honermendane ji wane honermendê Elmanî (Endirson) u (lîza) u yekê turkî bi navê ( Rêkan) .
Piştî deng u basên evî filmî li herdû rojnameyên Elamanî (Stadtteilseite) jimare (124) li (30/5/2006) ê , u rojnameya (ACHEN) jimare (121) hatye weşandin , hukûmeta Elmanî li meha (6) ya îsal daxiwaz ji ( reşo) î kiriye filmê xo di fêstîvaleka Elmanî da beşdar biket , eve u wî li bere di demekî dî da evî filmî li kurdistanê jî nîşan bidet .

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]