Bo Mîdyaya Kurdî ya Înternêtî
Ragîhandinek Ji Şahînê Bekirê Soreklî
Min soz dabû xwendevanên meraqê li xwendina berhemên wêjeyî dikin ku
romana min VEGER ê di bihara bakurî ya sal 2006 de bihêt weşandin lê
mixabin weha nebû. Ji ber vî sozê nehatî bicîhkirin ez bexşandinê ji we
hêvî dikim.
Ji roja ku min tê de dest bi nivîsandina berhemên bi kurdî kir ve, çi
caran qezenca diravî ji bo min ne amanc bûye, ne jî dê bibe amanc. Min
bi kurdî nivîsand ji ber ku zimanê min yê zikmakî bû û ji ber ku min ji
wî zimanê bindest hej dikir. Ger ne bi saya teknolojiya nûjen, înternêtê
û malperine kurdî bûya, heye ku min dest ji nivîsandina bi kurdî
berdabûya lê înternêtê em ji jana ku me ji ber dijwarbûna derfetên
weşandina berheman hest dikir azad kirin. Bi encamê çi berhemên min yên
nû, ji bilî kurteçîrokan, di van demên dawîn de bi pirtûk nehatin
weşandin, ne jî min dest bi projeyên nivîsandina berhemên dirêj kir. Lê
va çend sal in her ku ji dest dihat min dema xwe ya vala dida berhemeke
li ber dilê min gellekî bi nerx. Min nivîsandina wê di mehên dawîn yên
sal 2005 de bi seri kir û navê VEGER lê kir. Nuha ku ew, wekî min çaverê
dikir, nehat weşandin, bêguman min dikaribû ew li Australya yan li
şûneke din bi pereyên xwe çap bikira, yan bi rêya dostan li başûrê
Kurdistanê, lê min biryar girt ku weha nekim, çimkî meraqê li wê yekê
nakim ku bi vî temenê xwe li ber xelkê bigerim yan bizava firotina
pirtûkan bikim, ne jî dixwazim bo xatirê ku bihêt gotin “berhemeke
Şahînê Bekirê Soreklî derket” VEGERê bidim çapkirin.
Ji ber rewşa kambax ya xwedîderneketina Kurmancan li zimanê xwe û li
berhemên wêjeyî, gellek caran meraqekê xwe di dilê min de kelandiye ku
berhema VEGER bişewitînim, ku wê ji nav bernameyên kompiyûtera xwe
derînim û biavêjim sepeta gemarê lê min ji bo xatirê ewên ku meraqê li
xwendina berhemên min dikin û ewên ku carine bi emailan dipirsin ka
kengê berhema nû dê bihêt weşandin, wisa nekir. VEGER ê beş bi beş di
malpera MEHNAME de bihêt weşandin. Yê xwendina wê bixwaze dikare beş 1-2
di hejmara vê mehê ya MEHNAMEyê de bibîne:
www.freewebs.com/mehname
Ji bo nuha, xwendevanên ku dixwazin VEGERê bi nivîs bi dest xin dikarin
beşên wê yek bi yek ji Malpera MEHNAME kopî bikin, li cem xwe çap bikin
û hemî beşan di nav doseyekê de bi cîh bikin.
Careke din bexşandinê ji xwendevanên hêja hêvî dikim ji ber ku VEGER di
nav pirtûkekê de derneket.
Şahînê Bekirê Soreklî
8/08/2006
|