Kurd jî bûn qurbaniyên cenga Libnanê
Cankurd
efrin.net 09.08.2006
Di cenga Libnanê de, ya ku bêtir ji 26 rojane gelên Libnan û Israîlê
di nav agirê xwe de disoje, para Kurdan jî di nav şehîd û kuştiyên wê de
ne biçûk e. 24 karkirên ji herêma Kurdaxê, ya ku li rojavayê Kurdistanê
ye, di lêdanek balafirên Israîlê de li Libnanê hatin şehîdkirin.

Nimêj li ser Şehîdan
Erê, di vê cenga har de, ku têkiliya Kurdan pê tune ye, dîsa jî para me
ji kuştin û sotinê, ji hêsir û keseran ne kêm e. Ev jî diyar dike, ku
gelê Kurd, wekî neteweyekê ji neteweyên Rojhilata Navîn, bi hemî bûyerên
vê herêmê hikar dibe, lew re em dikarin bibêjin, ku çi guhartin li
Rojhilata Navîn çêbibe, wê bi xwe re guhartinê bo gelê Kurd jî bîne.
Li ser vê yekê jî mera dikare bibêje, ku „Projeya Rojhilata Navîn a
Mezin” ne dûr e bi xwe re “Projeya Kurdistana Mezin”
bîne.

Di dema niha de, du projeyên Rojhilata Navîna Mezin hene, yek amerîkî ye
û yek Iranî ye. Projeya amerîkî, li gor pêzanîna hinek hişmendên Kurd,
wê bi xwe re pirsa dewletek kurdî ya serbixwe bîne zimên, lê di ya Iranî
de ciyê du gelan nîne: Gelê Kurd û gelê Israîlî. Eve jî rastiyek diyar
e, nabe Kurd ji ber çavên xwe winda bikin. Israîlê bo vê yekê Iran niha
ji xwe re wek neyarê jimar (1) daye nasîn, hema Kurd, mixabin, hîn ne li
ser yek biryarê ne.
Welîd Canpolat ê libnanî, ku di koka xwe de Kurd e, dibêje ku
Iran niha projeya xwe bi rakêtan û bi kefteleftek mezin bi cih tîne. Ev
jî raste, û li hember wê, projeya amerîkî di civla xwînî ya Iraqê de bi
rê ve maye.

Welîd Canpolat
Li ser mijara Iran û cenga Libnanê min berê bi Erebî nivisandiye, Ez
naxwazim li vir jî wan baweriyên xwe dubare bikim. Ezê niha tenê li ser
kuştina Kurdan li Libnanê rawestim.
Bêguman herêma “Çiyayê Kurmênc”, ku wan şehîd jêne, û bi navê “Kurdax”
jî tê nasîn, herêmek bi xêr û ber e, bi zeytûn û rezan, bi baxçe û
zeviyên berhemdar navdar e. Mixabin! Piraniya wan xêr û beran ji aliyê
karbidestên dewletê ve tên talankirin. Bi rêya rişwet û destgermkirina
bi pere û tenekeyên zeyta zeytûnan, û bi gelek şêweyên dayînên bo
fermandariya deselatdar, mal û dêrîna Kurdan tar û mar dibe, para mezin
jê dikeve destên neyaran.

Serê Kaniyê /Kurdax
Roj bi roj hejarî û belengaziya Kurdan hêza destên wan erzan dike û
koçkirina wan ji niştê wan heban û asan dike, ewan bo nanê zarokên xwe
bi destxînin, ber bi bajêrên mezin, wek Heleb, Şam û Beyrûtê, ber bi
derve ve malên xwe bar dikin, koç dikin. Erebên maldar ên bi piştvaniya
dewletê tên herêma kurdî, cî û warên Kurdan distînin, dar û baxçe û zevî
û hêrên zeytûnên wan dikirrin. Herêma ku 100% kurdî bû, êdî gelek biyanî
di nav de belav dibin û bi piştvaniya dewletê hêzdar dibin, roj bi roj
zora Kurdan dibin, û deselatdariya herêmî bi destê xwe ve tînin. Armanca
erebkirina Kurdaxê bi cih tê.
Tevgera neteweyî ya kurdî li rojavayê Kurdistanê, di sira “temaşvan”
de ye, wê sirê jî baş nalîze. Mixabin! Ew nikane rêberiya gel bike û ji
ser hev diçe. Projeya encumena neteweyî ya li derveyî welêt, ku ji aliyê
hinek kesên serbixwe û hinek partiyên biçûk ve hatibû li darxistin,
tevgerê li erdê xist, bi behaneya, ku ewê encumenekê di zikê sê mehan de
li hinder welêt bi xwe ava bike. Niha sê meh di ser wê bûyerê re derbas
bûn û tevger hîn bêtir ji ser hev dişe, li hev nake û hêriş di nav
basikên wê de gurrtir dibe.
Di rewşek wilo wêran de, êdî dilê mirov ji her daxwazekê sar dibe.
|