Navenda PENa Kurd şîna Mele Ismet Kilicaslan dike
Navenda PENa Kurd bi dilşikestin û xemgîniyekê nûçeya mirina birêz
Mele Îsmet Kilicaslan di 3ê Tebaxa sala 2006an de wergirt.
Kuştina birêz Kilicaslan li Îzmirê, di qezaya trafîkê de, windakirineke
mezin e ji bona tomeriya gelê Kurd û dîroknas û wêjenerên Kurdistanê.
Mavenda PENa Kurd ji malbata birêz Mele Îsmet, rûniştvanên Serhedê bi
giştî û Tatwanê bi taybetî, Înstitûta Kurdî li Stenbolê û hemû dost û
yarên wî re sersaxiyê dixwaze.
Seydayê Mele Îsmet wê bi lêkolîn û çelengiya xwe ya rewşenbîrî ve herdem
di bîra me de bimîne.
Dr. Zorab Aloian
Bremen, Komara Almaniya Yekgirtî, 05.08.2006
|