B.laliş dê fêstîvaleka dî ya rewşebîrî
li quntara çîyayê şingalê gêrit

 

Hejar . M

efrin.net 04.08.06

A/Hejar.M/lalishduhok@yahoo.com 

Li roja pênçşemê rêkeftî 25/7/2006 şandekî B.laliş ku yî pêkhatî bû ji berêzan pîr xidir silêman , diyan pîr cefo , Izedîn selîm u pîr xelîl sera wezareta roşenbîrîya hikûmeta kurdistanê dan bi merema gehandina weşanên bingehê laliş ji bo wezaretê u pêşkêş kirna supasîya bingehî ji wezaretê ji ber wê piştevanî u çavdêrîy wezareta navbirî li vistevala laliş kirî .

Di dîdarekê de di gel berêz medhet mendilawî wekîlê wezaretê dan u standin hatin kirin u bizav u çalakîyên bingehê laliş u biryar ji hate dan ku vistevaleka din li van nêzikîya her bi çavdêrîya wezaretê li devera şingalê bête li darxistin nexasme piştî vistevala bingehî li duhok u şêxan u başîk u barzanê bi serkeftî derbaz buy u dengekî bilind veday u bûye cihê dilxoşîya tevaya roşenbîr u cemawerê deverê her li heman rojê şandê bingehê laliş qesta mekteba siyasîya PDK li havînehewarî pîr mam kir u di dîderekê de di gel rêzdar mesûd saley andamê komîteya navendiya PDK u perpirsê rêkxistina PDK li mekteba siyasî basê rewşa devera êzidiya naxsme deverên nû rizgar kirî hate kirin u çawanîya pitir pûte bedanê bi wan devera u pêşkêş kirina xizmetguzarîya ji bo cemawerê tengavê deverê u rolê bingehê laliş biwarî çawa pitir bête ektîv kirin .

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]