Li Almanya akademisyenên Kurd civiyan
Efrin.net 26.07.06
Fadil Ozcelik, Bonn: Navend ji bo Lêkolînên Kurdî (NAVEND) di
22-23ê Tîrmehê de li Almanya bajarê Bonn ji bo giftûgokirina rewşa
penaberên Kurd bi zanyarên Kurd re civînek ji raya giştî re girtî li dar
xist.
Di civîna ku 25-30 zanyarên ji zanîngehên cûr bi cûr yên Almanya amade
bûn, beşdaran di pêvajoya du rojan de di mijarên analîz û rewşa Kurdan
li Almanya, di siyaseta hundur û derve de pêwendiyên Kurd û Alman,
hêviyên penaberên Kurd ku ji hikûmetên parêzgehan û ya navendî dikin de
fikir û ramanên xwe bi hevdu re parve kirin.
Zanyarên Kurd li gel nirxandina siyaseta partiyên Alman û hikûmetên
parêzgehan ya di derbarê penaberên Kurd de, hêvî û gumanên Almanya ku ji
penaberên Kurd dike jî xistin rojava xwe û li ser gengeşî kirin.
Hêjayî gotinêye ku li NAVENDê gelek grûbên xebatê hene ku yek jê ji wan
bi navê Grûba zanyarî û lêkolînê tê naskirin û ji 60-70 zanyar û
rewşenbîrên Kurd û Alman pêk tê.
Grûba mijara axaftinê ye ji 2002an û vir de salê bi kêmasî carekê dicive
û li ser pirsên giştî û rojane yên gelê Kurd, ku tenê bi dîasporayê
nehatiye sînorkirin, li Almanya hevdîtin û giftûgoyan dike.
|