Civîna hevnasîya Nivîskaran - Amîda Kurd - Amed
efrin.net 25.07.06
Doh êvarê li avahiya Yekîtiya şaredariyên Bakur a li Amedê
çalakiyeke civîneke Yekîtiya Nivîskarên Kurd hate lidarxistin. Civîn bi
boneya serîlêdana Hêmin Kurdaxî ya ji bo Amedê hate çêkirin. Serokê
komeleyê Edîb Polat da zanîn ku dema wan bihîstiye helbestvan Hêmin
Kurdaxî tê Amedê, xwestine ku civîneke hevnasiyê bi nivîskarên kurd re
çêbikin û hem Hêmin Kurdaxî nas bikin hem jî çend helbestên wî guhdar
bikin.
Civîn saet di 6ê êvarê de li avahiya Yekîtiya şaredariyên Bakur pêk hat.
Piştî vekirina civînê Amed Tîgrîs, B. Welatevîn û Nijad Arda jî li ser
Projeya Dibistana Perwerdehiya Li Ser Înternetê hin agahî dan mêvanan û
bersiva pirsên wan dan.
Civîn bi sohbeta hevnasiyê û guhdariya helbestên Hêmin Kurdaxî domiya.
Di civînê de nivîskar û helbestvan Arjen Arî, Eyubê Milî, Rizoyê Xerzî,
Yildiz Çakar, Aydin Alp, Mehmet Yilmaz, Sîdar Jîr, Rêzan Tovjîn, Felat
Jiyan û gelek guhdar hebûn.
|