Bo hêjayên Partiya Liberal a Kurdistan - Sûriye


Wek min di malpera we de xwendiye, komîtiye bi navê [Alqiyade Almerheliye] ji bo avakirina Partî Demokratî Kurdistanî -Sûriye hatiye pêdakirin. Li gor zanîna min bangek bo komîtiyek wilo di Tîrmeha 1999 de li dervey welat hat belavkirin û di Hizêrana 2000 de Komîtiyek bi navê [Komîtiya amadekar bo vejandina KDP-S] hat damezirandin dest bi karê xwe kir. Ji wê demê de ta bi 24.06.2006 komîtî bi karekî mezin rabû, û navê Partî Demokratî Kurdistanî -Sûriye li her derekê hat belavkirin. Bi sedan gotar, gelek kovar û belavok di bin wî navî de bi Kurdî, Erebî, Almanî û Ingilîzî hatin belavkirin û parek mezin ji wan di malpera Parlemana Kurdistanê de jî belav bûn. KDP-S yekemîn hevbendî di dûroka tevgera kurdî ya sûrî de li gel du partiyên ereb sala 2003 avakir, li Washington, Bruessel (2 caran) , Berlin, Den Haag, Paris (2 caran), di kongireyan de bi navê vê partiyê hatiye peyivîn tev li kar bûye. Gelek seminarên vê partiyê Li Almaniya û Swisra çêbûne, ji partiyên Yekiti, Komonîst, PYD, ji PDK (konfirans) xelk tev li vê partiyê bûne. Dawî jî li Kongireya avakirina Encumena Neteweyî Kurdistanî-Sûriye, bi navê vê partiyê endamek ketiye komîtiya serokatiyê. Di 24.06.2006 de kongireya yekemîn KDP-S hatiye li darxistin û niha di navê partiyê xebatek bash tê kirin. Ta niha du malperên partiyê jî hene.

Gelo, çawa hûn komîtiyek bo avakirina vê partiyê niha pêda dikin? Ma we ev kar û xebat gish ta niha nebihîstî? Bo çi we biraderên vê partiyê agahdar nekirine, da alîkariya we bikin?
Bi rast, ez di vir de mat mame...
Li gel silavan/
Azadbit Kurdistan
Cankurd

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]