Peşengeh a hunermend
Ismail Khayat
efrin.net 12.07.06
Ismail
Khayat: hunermendê Kurd bi hunerê xwe yê giranbiha û xebata ji bo
aştiyê tê nasîn. Pirr caran wî dijî şerrê navxweyî û dijî şerr bi giştî
inisiyatîfên hêja stendiye. Jiyaneke demokratîk, ku her ol, her gel, her
civak tê de ciyê xwe yê pîroz dikare bistine, bingehê fîlozofiya xebata
wî ye. Azadiya ramanê jê re pîroz e.
Ismail Khayat di dema şerrê navxweyî de gelek xebatên hêja pêkanî ye.
Xebateke wî ya gelekî girîng ew e ku di navbera Silêmanî û Hewlêr de
mitikek bi temamî neqişand. Wî bi vê yekê şerrê navxweyî protesto dikir.
Bi sedan hunermend beşdarî wê înisiyatîfê bû. Xebateke balkêş bû.
Ismail Khayat herweha xebatek mezin ji bo mafên zarokan û jinan kiriye.
Ji ber ku di dema şerr de zarok û jin qurbanên herî mezin in. Ji bo
agahdariya hikûmetê bikşîne bi dehan meydan û cî neqişandine. (Li fotoyê
jorê binêre). Di nav vê xebata wî ya ji bo mafên zarok û jinan de xanima
wî,
ew jî hunermend e, alîkariyeke girîng dike.
Di navbera 20ê Temûzê û 04ê Tebaxê de li Enstituya Kurdî ya Brukselê
pêşangeha Ismail Khayat heye. Ev pêşangeh di navbera saet 10 û 18 de ji
bo xelkê vekiri ye. Roja Yekşemê girtî ye.
Hin ji xebatên wî têne firotin. Kesên ku bixwazin van xebatan bistînin
paş qedandina pêşangehê dikarin bibin xwediyê wan.
ismail_khayat2003@yahoo.com
www.ismailkhayat.com
Enstituya Kurdî ya Brukselê, 16, Rue Bonneelsstraat – 1210 Bruksel
Tel. 0032 02 230 89 30,
kib@skynet.be,
www.kurdishinstitute.be
|