Albûma Cendekên Me
Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com
efrin.net 07.07.06
Êdî her tişt kifş û eşkere ye, êdî her tişt bêminetî ye looo...
Şerên ku mêrên berê dikirin, li dû me ma.
Şerên nû li ber devê deriyê me ne.
Îro her tişt wekî ekranên televîzyonê li ber çavê me ye.
Belkî haya we jê hebe, lê em dîsa jî bi hev re bixwînin: “Zarokên ku li
ser sergoyekê nêzikî Bajaroka Încîrlîka Edeneyê kaxez kom dikirin, li
ser sergo albûma wêneyan a leşkerekî dîtin. Di albûma leşkerek ku li
herêmê leşkerî kiriye de, wêneyên endamên PKK'ê yên înfazkirî cih
digrin.Di sergoyê de wêneyên bi xwîn ên endamên PKK'ê ku di pevçûnan de
jiyana xwe ji dest dayîn kişandine û xistine albûma xwe ya malbatê“
(çavkanî:DÎHA)
Ji me re albûmeke xweşik çêkirine: Bi hovîtiya xwe ya nenaskirî ve, bi
faşîzaniya xwe ya çiriyayî ve, bi qewl û peymanên xwe yên bêlomeyî ve,
bi planên xwe yên gerînekî ve, bi neyartiya xwe ya barbarî û bêserûberî
ve, vê albûmê neqişandine.
Bi kefşala devê xwe yê genî ve, bi xwîna xwe ya herimî ve, navê xwe û
yên heft bavên xwe jî li ser vê albûmê danîne.
Xûşk û birakên me yên ku wekî çiyayên me xweşik yên ku dixwazin xewnên
xwe li zozanên Kurdistanê bivejînin, yên ku dixwazin ji bermalên xwe re
stareke henûnok ava bikin, dikevin ber xezeba wan û wekî gurên hov dixin
vê albûmê...
Bila êdî çiyayên me bi têra dilê xwe bigirîn.
Zimanê me yê ku di kaniya Melayê Cizirî de dibû eşqa dilberê, yê ku di
şîn û şahiyên me de mala rihê me yê herî mezin û xemrevîn bû, ji ber ku
nehiştin biharek bi ser ve bê her weşiya û ket vê albûmê...
Êdî em wek lalan in gidînooo.
Çanda me ya ku di havînên xalxalokî de di nav hêviyên şivanan re bi
stêrkan re hevaltî dikir ya ku li ber dîwarên neyaran jî her nefel dida,
di bin nîrê wan de qurmiçî û ket vê albûmê...
Êdî havînên me bêriya stêrkan nakin.
Çîrokên me yên ku di nav awirên diyên me de pala xwe her didan mereqa
me, yên ku bi qehremanên xwe yî maqûl ve xwe di nav bexçeyên şevîngehên
me de ji nû ve vedigotin, tevna wan xira kirin û xistin vê albûmê...
Êdî meşteleyên rihê me her ku diçe bêtir diçilmisin.
S tranên me yên ku ji hezkiriyên me re dibûn ramûsanên herî gulgulî,
heyranok û payîzokên me yên ku Mem û Zînê di şevûrojekê de digihandin
hev, ji nav me dizîn û xistin vê albûmê...
Êdi em li rastî Mem û Zînên kurdî nayên.
Leyîstikên me yên ku hîle û pîleyên zarokatiya me dipîvandin, yên ku
şahidiya miziriyên ciwantiya me ya bê eman dikirin, bi leyîstikên xwe
yên hov ve pelişandin û xistin vê albûmê...
Êdî em ji hev re leyîstikên neyarên xwe ava dikin.
Gund û çiyayên me yên ku wekî pirtûkên pîroz xwe di hembêza hev de
vedişartin, deşt û zozanên me yên ku şervanan dikirin helbestvanê dilê
xwe, ji cigareya xwe re kirin pizotê agir û xistin vê albûmê.
Yarî û tinazên me henek û pêkenokên me yên ku bi awaza tîqetîqên me ve
her dem dibûn şekir û çequlatên feqîriya şevên me, rojekê serê xwe dan
haziran û xistin vê albûmê.
Êdî em ji her demê bêtir feqîr û belengaz in.
Êdî em wekî miriyên bê serî diçin û tên.
Ji ber ku albûma hebûna me di destê wan de ye.
|