Pirtûka nû ya Hunermendê Kurd Kamîran Ibrahîm
li Hewlêrê derket
Besam Mistefa
Efrin.net 29.06.06
Di
roja 25 meha 6an pirtûka diwemîn ya hunermend ê Kurd yê ji Rojavayê
Kurdistanê mamoste Kamîran Ibrahîm li Hewlêr ê paytexta Kurdistana Iraqê
ya federe, ji layê Instûta Kelepûrê Kurdsitanê ya girêdayî Wezareta
Rewşenbîriyê li herêma Kurdistanê , bi navê " Çilawaz " derket .
Pêşgotina pirtûkê ji layê birrêz mamoste Wirya Ehmed –mamostayê Muzikê
li Instûta Keleporê Kurdsitanê û hem ji layê Dr. M.E.Zaza –berprisê beşê
lêkolîn û xwendinan li Instûta navbirî ve hatiye nivîsandin . " Çilawaz
" 40 stranên kurdî yên resen û filkilorî û millî bi xwe digire .Bi
taybetî yên van herêman Eynkafê – Bişêriyê – Xerzan – Elikan – Serhedan
û Cizîra Botanê . Ev in hinek stranên pirtûkê : Werin Dîlanê Esmer ,
Keleşo , Ez Xelef im , Zeynokê , Lê Nûrê , Leylê , Lo Şivano , NarêCan ,
Şemamê . Stran tevlû notên xwe yên ku ji alyê nûser K.Ibrahîm ve hatine
çêkirin cihê xwe di pirtûkê de digirn , tev li gotinên stranan yên ku bi
zaravê Kurmancî û bi herdû tîpên Erebî û Latînî ne .
Hêjayî gotinê ye ku hunermend Kamîran Ibrahîm di sala 2003an de ,
pirtûktk bi navê " Awazên Keskesorê" derxistibû .
Hunermend Kamîran Ibrahîm kî ye ?
* Hunermend Kamîran Ibrahîm li gundê Letîfiyê nêzîkî bajarê Qamişlo li
Kurdistana Sûriyê, sala
1965an
ji dayik bûye .
* Sala 1980 dest bi jenîn û goranîgotin kiriye .
* Sala 1987an bawernama amadeyî ya beşê zanistî li Sûriyê wergirtiye .
* Koma muzikê ya " Senabil" sala 1988an damizrandiye , ku beşdarî çendîn
boneyên niştimanî û netewî kiriye .
* Sala 1990î koma "Buhar" ya muzikî damizrandiye .
* Serperiştê rahênanên koma- Xelat- ya Filiklorê Kurdî bû , û bi sedan
ahengî millî û festîvalên niştimanî û netewî beşdar bû li Qamişlo û
Heleb û Lubnanê .
* Li Bingeha hunerî muzîkî ser bi xwendinî taybetî wezaretî perwerdeyê
li Sûriyê ji layê Dr. M.E . Zaza, li Qamişlo xwendiye û sala 2001 tewaw
kiriye .
* Wek mamostayê amîrê buzq , tenbûr û baxleme li Bingeha hunerî muzîkî
ta sala 2004an kar kiriye .
* Kitêba wî ya yekem " Awazên Keskesorê" ji stranên Se'îd Yûsiv li
Bingeha hunerî li Qamişlo sala 2003an derçû .
* Li Festîvala Muzîka Millî ya Silêmaniyê –Kurdistana Iraqê sala 2005an
beşdarî kiriye û tê de xelata rêzlênan wergirtiye wekû jenyarekî amîrî
buzq .
* Niha çavdêriya koma muzîkî ya Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî li Hewlêrê
dike .
* Herweha serperiştiya rahênanên zanîngeha Selahedînê dike .
* Niha li beşê muzîkê kolîca Hunerên Ciwan li zanîngeha Selahedênê
Dixwîne .
|