Daxûyaniya
Tevgera Rastiya Kurdistan - Sûriyê Rêxistina Ewropa
Li gor daxûyaniya damezrandina Tevgera Rastiya Kurdistan – Sûriyê, pir
endamên berpirsyar, kadêr û endamên din ji partiya “ Yekîtiya Dêmokrata
Kurd li Sûriyê “ rêxistina Ewropa û herweha jî kesayetiyên kurdî,
siyasî, rewşenbîrî, zanistî serbixwe, yên ku baweriyên xwe bi xebatê ji
bo vejîna projeya me ya netewî li Kurdistana Sûriyê dikin, piştvaniyên
xwe ji rêzaniya “ Tevgera Rastiya Kurdistan “ dan xûyakirin û xwe ji
karên rêxistinê re amade kirin. Di roja 17. 06. 2006 an de, di bin siyên
van xalên jêrîn de konfiransa damezrandina “ Tevgera Rastiya Kurdistan –
Sûriyê “, rêxistina Ewropa li bajarê Bottrop ê li Elmanya li darket:
* Dêmokratî ji bo Sûriyê li gor lihevkirina hemu gel û kêmnetewên din,
pêwîst e ewanan di welêt de wek aliyên hevbeş bi hev re berdewam bikin.
* Xwerêvebiriya siyasî ji navçeyên Kurdistanî re li Sûriyê.
* Yekbûna peyv û banga siyasî di çarçewa hevkariyên rêxistinî û li ser
bingeha rêzgirtin ji rastî û heyina me ya Kurdistanî re.
* Hêzkirina pêwendiyên birayetiya Kurdistanî bi hêzên siyasî li beşên
Kurdistanî din re.
* Baştir e, ku diyalog di nav şaristanan de peyda bibin, û ewanan bi hev
re hevbendiyan ava bikin, û ne li dijî hev şer bikin.
* Divê em sûdê ji kanîn û serpêhatiyên gel, dewletên herêmê û cîhanê
bigrin û çarçewa hevalên gelê xwe berferehtir bikin.
* Divê rola jina Kurdistanî mîna hevalbendeke rasteqînî di jiyana me, bi
taybetî yên rêzanî û komeyatî de were çespabdin.
* Em pêşwaziyê li her kesê, ku bi dilsozî dixwaze pêvajoka me ya bizavî
dewlemend bike, dikin.
Piştî ku bixêrhatina hevalan hat kirin, konfiransê karên xwe bi kêlîkê
bêdengî li ser giyanên pakrewanan û di serên wan de, yên serhildala
Avdara pîroz, di 2004 an de dest pê kir. Herweha komîta rêvebira
konfiransê hat hilbijartin, û herdu nameyên birêz Norî Birîmo gotebêjê “
Tevgera rastiya Kurdistan – Sûriyê “ ji aliyên hevalan de hatin xwendin.
Dîsan Dr. Ebdil Mecîd Şêxo ( endamê polît bîro yê katî ) bi kurtî
siyaseta îroyîn ya cîhanî, herêmî, sûrî û Kurdistanê di ber çavan re
derbaz kir û herweha ewî bi kurtebirî serdedemên avakirina “ Tevgera
rastiya Kurdistan “ armancên wê ji beşdaran re diyar kir. Dîsan
danûstandinek dêmokrat di navberên beşdaran de peyda bû, hevalên beşdar
kanî bûn bi azadî, bi berpirsyartî nirîn û peşniyazên xwe di konfiransê
de pêşkês bikirana. Dr. Ebdil Mecîd Şêxo li nik hemu pirsan, têbîniyan û
rexnan bi awakî birayetî rawestiya, û di encamê de xalên siyasî û
rêxistnî pir giring berhem dan.
Dîsan di vir de herdu pirojeyên bernamên siyasî û rêxistinî yên T. R. K
- S û hin belgeyên din li hevalan hatin belavkirin, û paşê jî encumena
rêvebira rêxistina Ewropa û di nav wan de xanimek û berpirsiyarê
rêxistinê li Ewropa hatin hilbijartin. Piştî vê jî hin encumenên pêşeyî
hatin hilbijartin 1- Encumena têkiliyên dervayî. 2- Encumena têkiliyên
Kurdistanî. 3- Encumena karûbarê civakî. 4- Encumena darayî. 5- Encumena
rêvebiriya malpera T. R. K - S.
Herweha jî hevalên beşdar piştvanî û dilsoziyên xwe ji gelê me û
çalakvanên tevgera me re di hundir Kurdistanê de diyar kirin û ewanan
daxwaziya vexwendina pişikdarên me yên dêmokrat li Sûriyê ji bo
hevpeyvîn û lihevkirinê kirin, dengên xwe ji bo serbestkirina girtiyên
siyasî yên Kurd û hemu girtiyên nirînên azad li welêt bilind bikin.
Silav û rêz ji hemu pakrewanên serbestiya gelan û dêmokratîkirina
welatan re hatin şandin û ewnan spasiyên xwe, ji layêngirên mafên
mirovan û gelan re li cîhanê pêşkêş kirin û li dawiyê Dr. E. M. Şêxo
spasiya hemu beşdaran; encumena birêvebir, encumenên din kir û
serkewtinên mezin ji wan re hêvî kir. Li aliyê din jî, hevalên beşdar
soz dan, ku ewanan qaserî kanin dê xebatên xwe li rex rêxistinên Tevgera
Rastiya Kurdistan li hundir Kurdistana Sûriyê û li dervayî wê bi jîrbûn
berdewam bikin.
20. 06. 2006
Tevgera Rastiya Kurdistan – Sûriyê
Rêxistina Ewropa
|