Eniya Felata Niştimanî
Projekta Niştimanî bo Guherînê
Bi Navê Xwedayê Dilovan û Dilvîn
Li gor vexwendinekê ji layê Birêz 'Ebdil Helîm Xeddam û birrêz 'Elî
Sadredîn Beyanûnî , civîneka rawêjkarî ji çend hêz û kesayetiyên
opozisoynê re hate lidar xistin , ji bo goftûgokirina rewşên ku encamên
pêşveçûnên li Sûriyê dibin , herweha planên karên opozisoyna li Sûriyê
di dema bûrî de hatine pêşkêşkirin , di nav de Hevpeymana Niştimanî û
Daxuaniya Şamê ; guftûgo derbarê pêşketina karê opozisyonê li Sûriyê û
pêdiviya yekkirina kedên wê û danîna rêbazeka pratîk bo pêkanîna
armancên wê derbarê guherîna xwestî û avakirina rêjîma demokratîk de .
Ji ber hindê ku beşdaran biryar dan bi damizrandina " Eniya Felata
Niştimanî " û danîna belgeyekê ku armanc û mekanîzma karê wê hembêz bike
. Eniya Felata Niştimanî , tevahiya hêzên opozisyonê vedixwîne bo
arîkariyê , di çarçeweya Eniyê de yan pê re , ji bo bicih anîna daxwaz û
hêviyên milletê me di guherandin û felatbûna ji rewşa niha ya ku Sûriyê
lawaz kiriye li beramber hevrikiyan .
***
Sûriyê îro rastî metirsiyanên ku hêj berê nedîbûn , tê. Weke encama
siyasetên şaş û çewt yên ku rêjîma deselatdar meşandin , ta ku welat
gihandine rewşeka ku yekîtî û asayişa wê ya niştimanî tev li pêşroja
milletê wê û yekgirtina wî di biveyê de ne .
Pêwîstiya Sûriyê ji rizgarbûna ji rêjîmeka zordest û gendel , paraztina
wê ji du biveyan tîne holê : ya yekemîn hundirîn e di verêjên rêjîma
heyî de dixuye , ya ku bû sedemê qelskirina welat û çespandina rewşa
paşketin û kizbûnê , û rêgiritna projektên geşepêdanê di hemî biwaran de
.......diwemîn jî derveyî ye , bi ser welat de hat ji encama biryarên
heme hema û ne berpirsiyar , yên ku welat xisitine orta metrisiyanê de ,
û behane dane bendewranan , da ku gefan li erda welêt û serdestiya wî
bixwin .
Gelê Sûrî vexwendiye îro da ku stûbariya guherîna demokrasiyane
hilbigire , û hêzên civakî û konevanî yên zindî jî berpirsiyar in di
aktîvkirina tevgera guherînê , û bikaranîna enerjiyên millet da ku
guherîn bibe rastiyeke li ser erdê ji bo rûxandina zordestiyê û
avakirina Sûriya nû , mîna welatekî serdest û serbest , ji hemî
pêkhatiyên xwe re be .
Projekta Guherîna Niştimanî xwe dispêre hêzên gelê Sûrî yên subjektîv ,
û sûde werdigire ji heyama navneteweyî û herêmî ya guhertî .....li gor
van mekanîziman :
Yekemîn : Kifşkirina rastiya rêjîma deselatdar , weke rêjîmeka sitemkar
û xirabbûyî ....li pêşiya dinyayê tevî , ji bo hilanîna çerçevê li ser û
rawestandina piştgiriya wê .
Diwemîn : Riswakirina sextebûna binvakirinên ku rêjîm xwe li paş wan
vedişêre li pêşiya cemawer û elîtên Erebî , di riya kifşkirina siyasetên
radestî û serjêriyê , û jidestxistina prensîp û pêdariyan , yên ku wan
pêktîne ji bo paraztina hebûn û berdewamiya xwe , da ku cemwerên ummetê
wê bi rastiya wê nas bikin nek di riya binavkirinên derewîn yên ku dem
bi dem wan bilind dike .
Sêyemîn : Pirkirina danûsitandinan bi birayan re li welatên Erebî , ji
bo diyarkirina renckêşana gelê Sûrî û dûrahiyên wê : Yên mirovane û
siyasî û aborî , û stûbarkirina wan bi berpirsiyariyên wan yên dîrokî û
netewî .
Çaremîn : Riswakirina binpêkirinên beloq ji mafên mirovan re li pêşiya
rêxistinên mirovane û dezgehên civaka sivîl li cîhanê , û kifşkirina
dokûmenel ji gorên komekî , û komkujiyên herî mezin , û dosiyên hezarên
windabûyan , û azarkêşana girtî û koçkiriyan ... û karesata mirovane ya
tevahiya gelê Sûrî di bin rewşa twari' û yasayên urfî û dadgehên awarte
, û belengazî û bêkarî û gendeliyê de .
Pêncemên : Danîna bingehên gotareka ragihandinê ya germker , ku tevahiya
beşên opozisyonê destpê bikin , û dabînkirina mekanîzimên danûsitan û
rêçikên wê , ji bo gihştina dîrekt bo gelê Sûrî , û rizgarbûna ji
wîsayeta alavên ragihaninê yên din , yên ku konevaniyên xwediyên wan,
wan birêdixin .....ev tev ji bo gihandina gelê Sûrî bo rewşa 'isiyana
sivîl , ya ku em wê despêka praktîk ji guherîna niştimanî re dibînin .
Şeşemîn : Gotara ragihandinê ya germker guhdide bi tevahiya pêkhatiyên
gelê Sûrî , û bi van bingehan ewle dibe :
- Guherîna aştiyane ya demokrasî ji hundir ve
- Sûriyê ji bo hemû zarokên xwe ye .
- Hevwelatîbûn girêdana erk û mafan e .
Heftemîn : Hêzên opozisyonê li hundir û derve komdibin bi civîna li ser
armancên berfireh yên hevbeş bo pêkanîna guherandinê , û tev ewlebûnê bi
sindûqên dengdana azad ya adilane tînin .....lêvegerek bi nîgaşkirina
nîşanên pêşroja xwestî .
Heştemîn : Dûrgirtina tevahiya rengên ramana totalîter , û hemî
projektên rehkorkirin û jinavbirinê , bi çi behanê bin , û qedexekirina
bikaranîna tundûtîjiyê di praktîkirina karê konevanî de .
Nehemîn : Eniya Felata Niştimanî xêrhatina hemû pêkahtî û tiwêjên civaka
Sûrî ya azwer bo azadî û guherînê bo tevlîbûna wan berbi Eniyê û
karkirin di çarçoveya lihevkirinên wê de .
Dehemîn : Akam û mebesta guherandina niştimanî ya xwestî ev e :
Avakirina Sûriyê mîna dewleteka sivîl û nûjen ku rêjîma wê ya siyasî li
ser bingeha hevpeymaneka civakî bête avakirin , ku ji destûreka
dîmokrasî derbiçe , û li ser bingeha tedawilkirina aştiyane bo deselatê
, û hevwelatiyê bike girêdana di navbera erk û mafan de .
Yanzdeh : Amadekirina alternatîvê nitşmanî ji aliyê wênekirin û
heykeliyetê ve ...merceke ji mercên guherînê û bingeheke ji binegehên wê
û mekanîzimeke ji mekanîzimên wê yên sereke , bi armanca dûrkirina
sîbera kaos û şerê sivîl , ya ku her û her rêjîmê tirs pê kiriye û xwe
li piştê çeperkiriye da ku hebûna xwe biparêze .
Diwanzdeh : Siyaseta cudakirin û jinavbirin û tenêhiştinê ziyanên herî
mezin peyde kirine , yekîtiya niştimanî şikand , û di pêşiya van ziyanan
de sitemkariya bêhempa ya ku bi serê milletê kurd de hevpişkên me di
welat û çarenûsê de , hat .Ev tiştê ku pêwîst dike ji holê rakirina
sedemên zordariyê û çareserkirina encamên wê di çarçoveya yekîtiya
niştimanî de , û di pêşî de bikaranîna mafên xwe yên siyasî û rewşenbîrî
wekû hemî pêkhatiyên civaka Sûriyê .
Sêzdeh : Teqezkirina rola jinê ya sereke di komelgehê de , û peydekirina
şert û mercên objektîv bo dabînkirina bikaranîna wê ji hemî mafên xwe
yên konevanî û sivîl , ji bo pêşxistina welat û bicihanîna pêşveçûna wî
.
Çardeh : Baldariya bi amadkirina nifşên nûhatî , û geşkirina çanda wan
ya demokrasiyane wekû rêbaz û pratîk , û perwerdekirina wan di riya
amadekirin û rewşenbîrî û xwendinê de , û peydekirina derfetên kar bo
wan , û hevparkirina wan di jiyana giştî de , û çespandina giyanê
stûbariyê li nik wan .
Panzdeh : Baldariya bi çareserkirina rewşa aborî di hemî melbendên wê
yên mewdanî û maddî û pîşesazî û kiştûkalî û xizmetguzarî , û
destberdana geşepêdana giştî , û ji holê rakirina astengên yasayî û
îdarî li pêşiya projektên sektora taybet , û ewlebûn bi bingeha aboriya
bazarê , bi haydariya ji bo balanasa di navbera herdû dûrahiyên aborî û
civakî de , û teqezkirina ku çaksaziya aborî pêwîstiyeke niştimanî ye li
gor renckêşana gel , û bilindbûna buhayan , û belavbûna bêkariyê
...tiştê ku zêdekirina dahatiyan pêwîst dike tev li peydekirina derfetên
kar û dabînkirna pêdiviyên sereke yên gel .
Eniya Felata Niştimanî bi vê nêrîna hanê ewle dibe di biwarê têkiliyên
Erebî û Filistînî û Navneteweyî de :
Colan a Dagîrkirî û Doza Filistînê :
Yekemîn : Enî ewlebûnê bi vegerandina Colana sala 1967an dagîrkirî tîne
û wê dixe serê stûbariyên xwe de , û berxwedana mirovên me li wir bihêz
dike.
Diwemîn : Enî piştgiriya milletê Filistînî dike di xebata wî ya ji bo
vegerandina mafên xwe yên niştimanî de , di nav de mafê wî di vegerê de
û mafê çarenûsî û damizarndina dewleta xwe ya serbixwe li ser erdê xwe
ku paytexta wê Qudis e , li gor biryarên Netewên Yekpûyî yên têkildar de
.
Di Warê Siyaseta 'Erebî de :
Yekemîn : Vegerandina hevgiritn û pêwendiya birayane bi dewleta Lubnana
bira re, ya avakirî li ser berjewendiyên hevbeş û têkiliyên dîrokî di
navbera herdû milletan de , li ser esasê têkiliyên biratî û cînartiya
baş de .
Diwemîn : Rawestandina konvaniyên bidestxistina birayên 'Ereb , û
beskirina têkilbûna di barodoxên wan de , û hewildana bo hevalkariya
Erebî li ser bingeheka xurt , di riya aktîvkirina hevpeymanên arîkariya
rewşenbîrî û aborî û zanistî , ta gihîtşina tewawbûna aborî , û di nav
de hevpeymana Bazra Erebî ya Hevbeş .
Sêyemîn : Enî piştgiriya gelê Iraqê dike di kedên wî yên ji bo paraztina
yekîtiya wî ya niştimanî de û bicihanîna serxwebûn û serdestiya wî de û
bidwaîkirina dagîrkirinê , û damizarndina sîstema demokrat ya ku
garantiya herî baş e bo dûrgiritna biveya nakokiyên tayfegerî û
nijadperestî yên ku gefan li deverê tevî dixwin . Herweha , Enî
palpiştiya hemî kedên ku berbi aramiya Iraqê ve diçin , dike , û
bihêzkirina yekîtiya wê ya niştimanî , û avakirina rêjîmeka demokratî tê
de , ev hemî pêşveçûnên gotî dikarin xwekişandina hêzên dagîrker xurt
bikin , û serxwebûn û serdestiya wî ya niştmanî li ser xaka wî biparêzin
.
Di Warê Pêwedniyên Navneteweyî de :
Yekemîn : Enî xwe bi hevpeymana Netwên Yekbûyî û biryarên wê ve girê
dide , tev li hemû hevpeymanên navnetewî yên ku hikûmetên Sûrî yên pey
hev ew îmze kirine .
Diwemîn : Enî bi hemû hevpeyman û sozdanên navneteweyî , yên dualî yaxud
tevahî , yên ku hikûmetên Sûrî yên berê bi wan ve girêdayî bûn ,
girêdayî ye .
Sêyemîn : Enî ewlebûnê bi siayseta diyalogê tîne , bo dabînkirina
berjewendiyên Sûriyê û bergeriya mafên wê li gor yasaya navneteweyî û
bingehên wê yên giştî , dûr ji biveyên ku berjewendniyên welêt ziyan
dikin .
***
Bernameya Tenfîzî ya Karê Niştimanî
Hêzên konevanî û civakî û aborî û fikirî li Sûriyê mûbadereya
damizrandina hikûmeteka intîqalî dikin , ku amade be bo îdarekirina
welêt di dema şayiste de bigire destê xwe , û stûbariya paraztina welêt
ji tevlîhevbûn û tavilê nakokiyên hundirî bigire milê xwe ,û erka herdû
deselatên teşrîî' û tenfîzî bicih bîne , û parzatina deslatdariya
dadvanî da ku rola xwe pêkbîne di warê berevaniya mafan de û pêşxistina
sawa dadgeriyê li ser xelkê , hêjî ev hikûmeta intîqalî bi van karûbaran
radibe :
Yekemîn : Ji holê rakirina destûrê sala 1973an bi hemî çewtiyên wê , û
ewlebûna bi destûrê sala 1950 î wekû lêvegereka bingehînî intîqalî , ji
hemû karpêk û siaysetên xwe re .
Diwemîn : Hilandina rewşa awarte ya bikarhatî ji sala 1963an ve , û
nehiştina tevahiya rengên dadgehên awarte .
Sêyemîn : Ji holê rakirina yasya hijmar (49 ) ya sala 1980 î , ya ku
ferman dike bi bidarvekirina çi endamekî Komika Birayên Musilman .
Çaremên : Serbestberdana hemî girityên konevanî , û diyarkirina çarenûsa
windabûyan û vegerrandina rêzê li wan û te'wîzkirina mirovên wan , û
vegerandina mafên sivîl ji yên ji wan bêpar ji ber sedemên siyasî .
Pêncemîn : Nehiştina hemî biryar û fermanên ku vegera hevwelatiyên Sûrî
bo welêt qedexe dikin .
Şeşemîn : Dana nasnameyê bo yên ji wê bêpar yaxud ji wan hatiye sitendin
.
Heftemîn : Derxistina yasayekî bo partî û komeleyan ku ji bo
hevwelatiyan mafê rêxistina jiyana wan ya siyasî û civakî dabîn bike ,
li gor nêrîn û bawerî û bijartinên wan , bi hemahengî di çarçoveya
destûrê de .
Heştemîn : Nûsîna yasayekî bo ragihandinê ku azadiya ray û derbirrînê di
çarçoveya destûrê de dabîn bike .
Nehemîn : Derxistina yasayekî bo hilbijartinan , ku azadiya hilbijartinê
li gor nûnertiya nisbî dabîn bike bi ewlebûna hijmartina parêzgehê mîna
dezgeheka hilbjatrinê , ji bo dabînkirina beşdarbûna tevahiya pêkahtiyên
gelê Sûrî .
***
Piştî ji holê rakirina rewş û yasa û karpêkên awarte , û nûsîna yasyê
ragihandin û partî û hilbijartinan ..hikûmeta intîqalî dê hilbijartinan
lidar bixe bo bijartina Komeleke Damizrêner , berî bidawîhatina dema
hukimdariya wê , erka Komela Damizrêner wê ev bin :
1- Danîna destûrekî ji welêt re .
2- Ji Komela Damizrêner hikûmeteka ku deselatdairya tenfîzî pêktîne ,
derdiçe û li pêşiya Encûmen berpirsiyar e .
3- Komela damizrêner deselatdariyên teşrîî' bikar tîne .
Birûksel
17 Avdara 2006an
|