Hevpeyvînek ligel Mihiyedîn Şêx Allî
sekretêrê: Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê –
Hevpeyvîn: Xalid Heno
Birêz
Şêx Allî,di serî dexazim hûn, xwe bi xwendevanên Avesta bidin nasîn...
Şêx Allî kî ye?
Li bajarê Efrînê sala 1953 –an hatiye dinê. Li dibistanên Efrîn, Heleb û
unîvêrsîta wê – beşê ingilîzî – xwendiye, bê ku bi dawî bike.
Di warê perwerdebûna siyasî û kartêkirina mirovane de, li Helebê di
salên (1969 – 1973) –an de ligel Dr.Nûrî Dêrsimî, û li salên (1980 –
1993) –an li Şamê li gel Osman Sebrî weke şagirtekî têkildar bû .
Dê kurd e, ji gundê Coqê – herêma Kurdaxê – ji êla Çeqeliyan, navê wê
Hebîbe ye, ji kurdî pê ve ti zimanên dî nizane . Bav jî kurd e, koçere
ji êla Delkî – Mîrşemî, ji gudê Berbiyan – herêma îslehiyê – navê wî
Şêxmûs e . Piştî serkeftina Mistefa Kemal, hikûmeta Anqerê paşnavê
Mîrşem ji defteran rakir û paşnavên tirkî mina Ataş, Ûnlu, iliksoy,
kose, Aksoy….xistine şûnê . Îro ew koçerên Mîrşemî bi sed an mal û kes
li bajarên Îslehiyê, Entabê, Meraş û Istenbolê bûne bajarvanî, bi cî û
warin . Dema şerê Seferbirlikê (1914-1919), Şêxmûs derbazî gundê
Dêrsiwanê – hêla Kurdaxa Sûriyê – dibe, çend salan lê dimîne, dû re berê
xwe dide Efrînê û tê de dibe xwedî hin berjewendiyên aborî . Ew nozdeh
sal û şeş mehan di hêza leşkerî ya firansiyan de weke zabitekî biçûk
dixebite . ta îro jî alikariya diravî ya mehane ji dewleta Firansî ji
bermaliya wî re berdewame . li gel mezinê Êzdiyên Kurdaxê Derwîşê Şemo –
gundê Qîbarê -, Kamîran Bedirxan û Rojê Lêsko têkildar bû . Ji bilî
zimanê xwe yê kurdî bi Tirkî û Firansî jî dizanî .
Li Efrînê, li 1968 –an Şêx Allî derbazî nêv tevgera siyasî a kurd dibe û
li havîna 1972 –an, ji ber xwendevanên kurd li Helebê tê helbijartin û
digel hevalên dî diçe li kongira yekem li payza 1972 –an ya ku bi
rêvebiriya birêz Reşîd Sindî nûnerê nemir mile Mistefa Barzanî li nêzî
Bamerna Kurdistana Îraqê beşdar dibe, vêca ji hîngê ve û ta niha jiyana
xwe terxî tevgera kurd kiriye, ji siyaset û rewşenbîriyê pê ve, di ti
warên dî de kar nekiriye . Li 1974 – an belav oka Azadî – Elhuriye – li
ser navê komîta herêma (Kurdax, Heleb û Kobaniyê) bi Alikariya hin
hevalên dî derdixe û dide belavkirin . di kongira diwem ya partiyê ya ku
li Sûriyê 1977 –an hatibû lidarxistin ew bona rêvebiriya partiyê tête
helbijartin û dibe endamê komîta navendî û dûvre ya siyasî . Li payza
1981 –an, ji ber gelek pirs û sedeman nemaze (pêdiviya helbijartinan di
nav rêxistina partiyê de li herêma Cizîrê – helwesta li beramber komela
mirteda ya Cemîl Esed birayê serokê Sûriyê yê berê Hafiz Esed – hêrişa
Mistefa Şemran û Ayatulah xilxalî li dij Mahabadê û kuştina gelek
kadroyên Pdk-Îran - pirsa demokrasî û çêroka helbijartina perlemento li
Sûriyê – pêdiviya serbixwebûna rêxistina partiyê li Ewropa …hwd) cudabûn
dikeve El-partî, û partiya kar a demokrat a kurd li Sûriyê tê holê, kar
û barê birêvebirina vê partiya nû weke sekretêr heya 1990 –î bi Şêx Allî
dihate hilpesartin . Dûv re, ligel hin baskên tevger a kurd li Sûriyê (
1990 – 1993) nemaze ligel baskê El – partî (Xêza Kongira 1988 ) ya ku bi
serkêşiya Mamoste Îsmaîl Omer û Salih mile Silêman Yekîtî tê avakirin, û
ew dibe endamê komîta siyasî . Di herdu kongirên dawî ya parta yekîtî ya
demokrat a kurd li Sûriyê (2001-2005) Îsmaîl Omer weke serok û Şêx Allî
weke sekretêrê partiyê têne helbijartin û ligel endamên dî yên komîta
serkirdayetiyê kar û barê partiyê birêve dibin .
Hûn weke yek ji berpirsiyarên P.Y.D.K.S, gelo sedema zêdebûna partiyên
Kurd li Suriyê çi ye, di nêrîna te de sûda vê yekê li çareserkirina
pirsa Kurd heye ?
Ev reng pirbûn û zêdebûna rêxistinên kurd li Sûriyê sûdê li
çareserkirina pirsa kurd nake . ji bilî vê yekê, ew kêm zêde, rê li ber
xelkê kurd û raya giştî wenda dike, û rê dikeve serberdayetî û
keysebaziyê . sedemên vê rewşa aloz û tevlihev bi hewceyî lêveger û
nirxandina qonaxên ku tevgera kurd tê re derbaz bûye de ye, bi hewceyî
lêkolînên zanistî, diyalog û danistandinên berpirsyar, berfireh û aşkere
ye . Gelo berjewendiya gelê kurd li Sûriyê çi ye ?...pêvajoya jiyana wî
ya civakî, aborî û rewşenbîrî serûber di çi çerçewê de ye, û çendî bi
civaka Sûrî ve girêdayî û di nêv hevd e ye ? û li gor naskirina vê
tabloyê, partiyeke kurd gerek çi bide berxwe, da ku karibe bi cî bike,
gavan bavêje û bi serkeve . Ev yeka he, dixuyê hê li ba gelekan ne zelal
e, di hiş û seriyan de baş cî negirtiye . eve sedema yekemîne ando
dihêle tevgera kurd li Sûriyê di aloziyê de bijî, ji ber binale û rê li
ber durişmên mezin û neberpirsiyar, siyasetên çewt û nexweşiyên ezîtiyê
vebe .
Sedema dî ya herî sereke heyama – etmosfîra – siyasî li Sûriyê û
pirojeyên rijîma dewletê li derbareyî gelê kurd, tunebûna Alfebêya
demokrasiyê ye . Eve bêtirî çel salî ye ku Sûriyê di bin bandora
dadgehên awerte, Ehkam Urfiyê – siqi yonetim – û karbidestiya tekpartiyê
de ye …lewre jiyana siyasî, rewşenbîrî û civakî ya civaka Sûriyê ser û
ber di asteng û aloziyan de digevize . Bi ser de jî bandor û kartêkirina
têkliyên hêzên kurdistana Îraq û Tirkiyê bi rijîma Hafiz Esed re, bez û
kelkela gelekan ji siyasetvanên kurdên Sûrî ku xwe li ber wan reng
têkliyan germ bikin û di nav gel de cî bigirin, bê ku xwe bibînin ku
nûnertiya pirsa kurd li Sûriyê dikin, û dadmendiya ev pirsa he, ne kêmî
dadmendiya p irsa kurd li Tirkiyê an Îraq û Îranê ye, tevî taybetmendiya
rewş û dîroka kurd li Sûriyê .
Rêjîma Sûrîyê roj bi roj ber bi rûxandinê ve diçe, hûn pêşeroja rêjîmê
çawa dibînin... amadekariyên we ji bo guhertineke ku li Suriyê çêbibe çi
ne ?
Baweriya me li cî ye ku, pêşeroj ne ji rijîma Sûriyê re ye, lê mirov ne
di wê gumanê de ye ku, têkçûn û rûxandina rêjîmê ewqas nêzîk di van
mehên bên de ye . Hazirî û amedekariyên parta me di sê warên sereke de
lidar û berdewamin :
A- Em dixebitin da ku karibin tevgera kurd li Sûriyê bidine ser hev . Di
vî warî de, lihevkirin û karê hevpar di navbera Hevbendiya demokrat a
kurd û Berê demokrat a kurd de li Sûriyê, û belgeya nêrîna hevbeş ya ku
herdiwan li ser erêkirine, gaveke erênî û li pêşe, bi hêviya ku ev
nêrîna he bibe belgeya tev ahiya tevgerê .
B- Xebata hevpar û têkiliyên dostaniyê ligel hêz û partiyên Sûrî yên
rikebir (Opozisyon) di çerçewa danezanîna Şamê li cî û berdewame, li
seranserî bajar û herêmên Sûriyê komîte û Encûmen hatine û têne avakirin
.
C- Karê rojane ya rêxistinên partiyê li seranserî herêmên kurd li Sûriyê
li saz û berfirehtir dibe . Rola rêxistin û kadroyên me di warê civakî,
rewşenbîrî, ragihandinî û xwedîderketin li zimanê dê, roj bi roj bêtir
cî digre û li ba xelkê kurd dibe ciyê rêzgirtinê .
Hinek kes partiya we tewanbar dikin ku hûn ne aktîv in û xwe ji xebatê
didin alî, şexsê we bi vê yekê tewanbar dikin, hûn çi dibêjin ?
Her kes li gor zanîna xwe azad û serbeste çi bêje . Lê, mirov ji bîra
neke ku azadî û berpirsiyartî divê ji hevdû cuda nebin . Bi qasî em
dizanin û dikarin, siyaset û biryarên partiyê em diparêzin û di ber de
dixebitin, da ku mirov karibe rû li rû li pêş hevalên xwe, li beramber
dîrok û pêvajoya pirsa gelê xwe û ya mirovatiyê xwedî rol û helwest be
Li gora we opozîsyona Ereb li Suriyê heya çi radeyê amadeye bi Kurdan re
bixebite û mafên Kurdan yên rewa nas bike ?
Piraniya kadro û birêvebirên Opozisyona Ereb li Sûriyê bi salan di
zîndan û girtîgehên Sûriyê de, di merc û hoyên zor dijwar û nemirovane
de, jiyana xwe borandine . Ew di hejmara xwe de ne hindikin, li
seranserî bajar û parêzgehan têne dîtin û di nav xelkê de ciyê
rêzgiritinê ne . Parta me bi piraniya wan camêran re, rasterast têkildar
e . Ew dikarin guhdarî te bikin, bi ser xwede mijûlbin û biponijin, ew
dadmendiya pirs û hebûna dîrokî a kurd li Sûriyê li ba wan hêdî hêdî baş
ciyê xwe digire, nefret dikin û dibêjin na ji siyaseta şoven û setemkar
re ya ku rijîma Be,is di derheqa kurdan de dajo . Bi rastî û li gor me,
em dibînin ku pêwîstiyeke dîrokî ye ku em li gel vê Opozisyona demokrat,
mil li mil karê hevbeş bikin û bidomînin . Di pêvajoyeke weha de, em dê
di wê hêvî û baweriyê de bin ku Opozisyona Ereb li Sûriyê wê roj ji rojê
bêtir têbigihêje, li pirs û mafên gelê kurd xwedî derkeve . Ji vê riyê
derbas be, tu riyên dî li ber me nînin ku em karibin dîwarê şovenîzim û
nijadperestiyê qul bikin, bînine xwar û rê li ber wekheviyê û mafên
mirovan dûz bikin .
Di rojên pêş de li Brukselê wê kongreyek li darkeve, ew weke berdewama
kongra Washingtonê tê naskirin. Hevbindî daxweynek belav kir û got ku wê
tu alî ji Hevbendî beşdarî Kongreyê nebin. Weke tê zanîn hûn li
Washingtonê amade bûn?
Belê, di wê civata Waşintonê de hevalek ji rêxistina Holendayê bi
erêkirina me beşdar bûbû bi hêviya ku em nasbikin çêrok çi ye û dûv re
em karibin bi rolekî erênî rabin . Piştre me dît ku gotin û kirinên ew
kesê ku li civata waşintonê xweditî dikir û di pê re li ya Broksêlê
hevdu nagirin, lewre daxuyaniya Hevbendiyê di derbareyî rûniştina
Broksêlê de, helwesteke berpirsiyar, di ciyê xwe de, parta me jî,
xwediyê wê bû .
Li dawiyê mesaja we çi ye?
Mesaja min ji xwendevanên zimanê dê re ewe ku, em tev li pêşgotina
Nûredîn Zaza ya ku ji destana Memê Alan re nivîsîbû vegerin, baş
bixwînin û li ser biponijin . Rêz û silav ji rêvebiriya Malpera Avesta û
xwendevanên wê re .
|