Belaxnameya Kotahiyê
Ya Kongirê Damizrêner ya
Eniya Felata Niştimanî li Sûriyê
Di 4-5 Hizêran a 2006
Bi Navê Xwedayê Dilovan û Dilvîn
Di rewşina niştimanî û navneteweyî zor nasik û aloze de , Komîteya
Damizrêner ya Eniya Felata Niştimanî civînên xwe girêda di 4-5/6/2006 ji
bo vekolîn û ezmûnkirina rewş û barodoxên giştî li welêt , û çespandina
lîsteyên hundirîn yên Eniyê , û plan û siyastên wê yên pêşerojê .
Eniya Felata Niştimanî di dema ku nêrînên niştimanî yên bi rûmet yên
tevahiya hêzên opozisyona Sûrî yên azad û berxwedana girtiyên azadîxwaz
ku rêjîmê ew dane girtin silav dike , dubare dike ku ew –Enî – parçeyekî
bingehîn e ji tevna niştimanî ya giştî , û ne alternatîvek ji çi
komeleka niştimanî ya opozisyon re , di nav de Daxuayniya Şam ê "'Ilan
Dîmeşq " ya ku wê mîna bingeheka sereke ji tevgera opozisyona niştimanî
ya avaker , dibîne .
Amadebûyan tekez kirin ku riya wan ya stratîcîk guherandina rêjîmê ye ,
ev rêjîma ku li ser kotekî û zorbetiyê hatiye avakirin , û hemû gerekên
hebûna xwe winda kirine , ji ber berdewamkirina di warê siyaseta
radestiyê de , û çêkirina pirsgirêkan bi cînarên Ereb re di hemî aliyan
de , û pêdeçûna wê di siyasetên sitemakartî û gendelî û bedbazî û
tiwêjeyan de .
Bê guman , siyaseta canbaziyê ya ku rêjîmê meşand , ziyanên mezin
gihandine welat , û ew xiste nav bive û metirsiyanê de . Rêjîm ,
stûbariya hemî encamên vê siyasetê hildigire , ji ber hindê ku ew
rêjîmeka bê legaliyet e .
Herweha amadebûyan girêdana xwe bi armancên Eniyê ve dupate kirin tev li
mekanîzimên karê wê ya ku hate eşkere kirin di ( projekta Eniya Felata
Niştimanî bo guherînê ) li Birukeslê di 16 û 17 Avdara 2006an , ya ku
doza avakirina Sûriyeka nûjen û demokrasiyane û sivîl kir , ku li ser
binegha pirrengiyê , tedawilkirina deselatdariyê û dezgehkirinê ,
lêvegera wê sindoqa hilbijartinê ya azad û rastgo ku vîna giştî ya
welatiyên wê derbibre , bê destdirêjiya ser mafên çi tiwêjekê yan
kêmneteweka ayînî yan mezhebî yan nijadî , ji ber ku Sûriya ku em
dixwazin , û kar bo wê dikin , Sûriya hemû welatiyên xwe ye , avakirî li
ser bingeha wekheviya niştimanî ya giştî , di çarçeweya destûreka nûjen
ku di formkirin û çespandina wê de , hemî lay beşdar bin .
Ey xuşk û birayên hevwelatî ! Malbata deselatdar tê ku arihandinekê di
welêt de çêbike , di riya tiştê ku belav dike derbarê çavlêbûna tayfeya
'Elewî , û Eniya Felata Niştimanî bi heman tiştê ku 'Elewî bi xwe
pêvegirêdayî ne ji pêgirêdana niştimanî û Islamî , girêdaye , ew
parçeyek ji tevna giştî ne , mafên hevwealtiyê û erkên wê wan dike
wekehev bi tevahiya hevwelatiyan re . Herwesa , Eniya Felata Niştimanî
bawer e ku –Tayfeya 'Elewî –qurbaniya malbata gendel – dê hevpişk bin di
guherîna demokrasiyane û jinûve avakirina welêt de .
Partiya Ba'as ya Erebî Sosiyalist yek ji qurbaniyên rêjîmê ye , ji ber
vê Eniya Felata Niştimanî bangî Be'esiyan dike ku tevlî cemawerên gel
bibin ji bo bicih anîna felata Sûriyê ji destê rêjîmeka gendel û zorbaz
.
Sitemkariya herî mezin gihişte hevwelatiyên kurd , hevparên me di welat
û çarenûsê de , tiştê ku pêwîst dike ji holê rakirina vê sitemakriyê û
dermankirina encamên wê di çarçeweya yekîtiya niştimanî û mafên
hevwealtîbûnê de , û bikar anîna mafên siyasî û çandî û aborî û civakî
de wekû tavilê hêz û pêkhatiyên gelê Sûrî wek ku destûrê nû dê wan
destnîşan bike .
Ey hevwelatiyên birrêz , Eniya Felata Niştimanî , piştî ku vekolîna
acenda karûbarên xwe pêk anî ....ev biryar dan :
A - Derbarê Eniyê De :
1- Teqezkirina armancên bingehîn û sereke yên Eniya Felata Niştimanî ,
yên ku di Kongirê Birûkselê de hatibûne biryardan .
2- Eniyê planên karê xwe ji bo pêvajoya pêşreojê çesipandin .
3- Eniyê sîstema hundirîn û heykelieyta formkirina wê û sîstema xwe ya
mewdanî çesipandin .
4- Eniyê tevlîbûna hijmarên zêde bo kongirya wê ya damizrêner silav kir
, û ew bangî tevahiya hêzên niştimanî dike ku tevlî wê bibin ji bo
bihevre karkirinê bo bicih anîna armanca niştimanî giştî .
5- Amadebûyan bihêzkirina rola afiretê di jiyana siyasî de tekez kirin ,
tevî çesipandina siaysetên wekheviyê di jiyana ciavkî û sivîl û siyasî
de . Herwehajî , wan doza guhdana bi tiwêja gencan kir , û danîna
pirogramên pêşerojî bo aktîvkirina rola wan û berxweve anîna ked û
westanên wan .
6- Eniyê komîteya xwe ya navendî û emaneta xwe ya giştî jî hilbijart .
B-Di Warê Hundirîn De :
Bangkirin, bi lihevhatina bi tavilê hêzên welatparêz re , bo
damizrandina hikûmeteka intîqalî , ta maweyeka ne zêdeyî 6 mehan , dema
ku derfet şayiste be bo damizrandina wê . Ev hikûmeta gotî wê van erkan
pêkbîne :
1- Ewlebûn bi destûra sala 1950 , da ku were bikar anîn ta danîna
destûrekî nû .
2- Bikaranîna rola herdû deselatiynê teşrî' û tenfîzî , di vê qoanax a
intiqalî de .
3- Rakirina rewşa awarte û tevahiya yasa û biryarên awarte yên ku mafên
welatiyan û azadiyên wan binpê dikin , di pêşî de : Yasa 49an ya sala
1980 , ya ku derbarê bidarevekirina her endamekî ji endamên komela
Birayên Misilman –Ixwan Muslimîn - .
4- Vegerandina nasnameyê ji çi kesên ku jê hatiye sitandin ji ber
sedemên siyasî .
5- Derxisitna fermanekê bi dayina nasnameyê bo Kurdên Sûrî yên- Mektûm-
li gor serhijmara sala 1962 an .
6- Bidawîanîna dosiyên mirovane yên nîvçe , derbarê girtiyên nêrînê û
windabûyan û penaberan .
7- Ji holê rakirina hemî biryar û tedabîrên destdanîna ser pereyên
menqûl û yên ne menqûl ji ber sedemên netewî yaxud siaysî û vegerandina
wan li xwediyên wan .
8- Danîna yasayekî bo hilbijartinên giştî , ku wekhevî û dadperwerî û
nûnertiya adîlane bo hemî welatiyan dabîn bike .
9- Komîteya hilbijartî dê destûreka nû binûse , û deselatdariya teşrîî'
bikar bîne , û hiukûmeta nû jê derdiçe .
C-Li Ser Asta 'Erebî :
1- Tekezkirina ku hevkarî û hevbendî di navbera dewletên 'Erebî de
mercek e bi dabînkirina ewlekarî û pêşketin û rabûna wan û paraztina
deselatiya wan , ji bo xwe dûrgirtina ji verêja rewş û baraodoxên
guherandî li ser asayişa wan dewletan .
2- Xebat û têkoşan ji bo rizgarkirina hemî cihwarên 'Erebî yên bindest,
û di pêşî de Colan a bindest , û arîkariya gelê Filistînî di warê
paraztina yekîtiya wî ya niştimanî û vegerandina mafên wî yên pêdar de,
û di despêkê de avakirina dewleta wî ya serbixwe , û paytexta wê Qudisa
pîroz , tev li mafê çarenûsê û vegerê , li gor biryarên legaliyeta
navneteweyî .
3- Piştgiriya yekîtiya Lubnanê , dewleta bira , û serxwebûn û aramiya wê
, û avakirina pêwendiyên birayane û hevser , dûr ji tevahiya şiklên
serdestî û zordariyê , û bangkirina layngerên Lubnanî bo cudakirina di
navbera rêjîm û milletê Sûrî de .
4- Vexwendina hemî layan li Iraqê bo paraztina yekîtiya niştimanî
, û paşdana ketina şerên tayfegerî yaxud neteweyî , ji bo paraztina
yekîtiya Iraqê û paşeroja wê , û ji bo bicih anîna derketina hêzên
biyanî û bidawîkirina dagîrkirinê .
5- Şandina name û şandeyan bo tevahiya partî û rêxisitnan li dewletên
'Erebî ji bo şîrovekirina realita Sûriyê û renckêşana wê di bin saya
rêjîma zordarî û gendeliyê de .
D-Li Ser Asta Herêmî û Navneteweyî :
1- Vexwendina hêzên cîhanî bo têgihştina azara gelê Sûrî , û dûrgirtina
pêşkêşkirina tiştên ku ,dibe ku temenê rêjîmê dirêj bikin , û jibo
hilanîna çareçeva navneteweyî ji ser rêjîmê .
2- Şandina nameyan bo serokên dewletên enadam di Konseya Ewlekariyê de ,
û ji bo serkirterê giştî yê Neteweên Yekbûyî , û komisyona giştî ya
Yekîtiya Ewiropayê , û rêxistina Kongireya Islamî , û serkirdayetiya
giştî ya Komela 'Erebî , û ji bo serokên dewletên 'Erebî û Islamî û
biyanî ...bo şîrovekirina rewş û barodoxên ku Sûriyê ji ber wan têşe ,
tev li kifşkirina tawanabariyên rêjîmê dijî gelê Sûrî .
3- Vexwendina civak û komelgeha nêvdewletî , bi taybetî Konseya Ewlekarî
û rêxistinên Netewên Yekbûyî , û partî û kombendên mafên mirovan ..ji bo
girtina nêrînên tund bo paraztina gelê Sûrî ji destê rêjîmeka zordar û
sitemkar , ku her cûre alavên zorbazî û tundûtîjiyê dijî gelê xwe bikar
tîne , û wisa tevahiya yasa û peymanên navneteweyî û baweriyên ku mafên
bengehînî yên millet dabîn dikin, binpê dike .
4- Tekûzkirina ku danûsitandina bi rewşa navneteweyî re divê ku li ser
du sitûnan were avakirin : yekem , dabînkrina berjwendiyên milletên Sûrî
, û diwem , dûrgirtina têkelbûna rewşên hundirî yên milletên din , û ew
danûsitan nebe siyek ji siyasetên zordarî û sitemkarî û gendeliyê re .
Ey xuşk û birayên birûmet li Sûriya xoşewîst .....!
Eniya Felata Niştimanî we vedixwîne di hemî ciyên we yên siyasî û
rewşenbîrî û aborî û civakî de , mêr û jin û xort û kal , karker û
cotyar û oldar û ronakbîr û pîşesazvan û xwedî kar û parêzer û bizîşk û
endeziyar û mamoste û hoste ... Enî .we vedixwîne ji bo dîtina rewşa ku
welat gihiştiyê de ji xizanî û birçîtî û daketina asta jiyanê û bêkarî û
rawestana aborî û kesada bazaran û daketina hêza kirînê , û zêdebûna
şikestina budjetê ..tiştê ku Sûriya bindest û kiz kiriye....rewş dê
bivetir û metersiyanetir bibe di salên nêzîkî bê de , dema Sûriyê bibe
dewleteka ku petrolê ji derve bîne tevî hemî biveyên vî tiştî li ser
bunyadgeriya dewlet û civakê , ji ber berdewamiya rewşa zordarî û
sitemakarî û nehiştina azadiyan , tiştê ku hişt welat bi tirsê were
çandin , di hemn dema ku pêrgî metrsiyanên mezin tê .
Rêjîm li ber ketinê ye , bê guman , ji ber ku wê hemû fakterên hebûn û
berdewamiya xwe jidest dan , vêce bişkînin –ey xuşk û birayên hemwelatî
– dîwarên tirsê yên ku bi salane rêjîmê ew çandine bişkînin , eynî weke
bavûkalên xwe yên ki serxwebûna Sûriyê pêkanîn .
Eniya Felata Niştimanî bangî Hêzên Çekdar-Artêşê- dike ku erk û
stûbariyên xwe yên niştimanî û dîrokî hilgire û bibe artêşa gel ..belê !
hilbijartina we ji welat û gel re ewa ya ku rola we ya mêjûyî rast dike
, bila stûbariyên we ew bin ku paraztina welat û gel bin , nek
berevaniya gendelî û xirabkeran ..rola xwe di berevaniya welat û xak û
mirov de biparêzin !
Eniya Felata Niştimanî alavên ewlekariyê , bi taybetî efserên wan yên ku
rêjîm wan li dijî hevwealtiyan û renckirin û azardana wan de bikar tîne
... vedixwîne bo ku bi erkên xwe yên welatperwerî û rewiştî hest bibin
ji bo beskirina destdirêjiya di pêkanîna fermanên komeka xirabbûyî de ku
heryek ji we dizane asta gendelî û sitemkariya wan , berdewamî tê wateya
beşdariyê di tawanbariyên rêjîmê de , û ev jî dê ziyan û ceza û sizayên
wê hebin , ji ber ku rêjîm li ber têkçûnê ye bê şik û guman , û
xirabkerên mezin dê tevlû pereyên xwe baz bidin derve , û hun dê li
hember lêpirsîna dadperwerî û mirovane de bimînin .
Ey gelê Sûrî ..
Eniya Felata Niştimanî sozê dide ku bi we re kar bike , ji bo felata
Sûriyê û rizgarbûna wê ji sitemakarî û zodrdarî û serdestiyê , û ji bo
rabûna wê da ku rola xwe ya dîrokî û cîgeha xwe ya ku rêjîmê winda kir ,
pêkbîne .
" ( Bibêje : Hun kar bikin û Perwerdîgar dê karê we bibîne , tev li
pêxemberê xwe û bawermendan ) "
London di 5 ê Hizêrana 2006 an
Komîteya Damizrêner
Ya Eniya Felata Niştimanî ya Sûriyê
|