Pêdaçûnek li ser Govara Hevind
Diyar Ehmed
Efrin.net 03. 09. 2005
Govara Hevind, Govareka folkolorî û rewşembîriye, bi zimanê
kurdî, tîpên latînî herdu mihan carekê tê weşandin. Niha jimara wê ya
cêwî (3û4)Buhar û zivistana 2005 an, li bajarê Qamîşlo û tevî
deverên kurdî li sûryê ket di nav destên xwendevan de.
ev Govar, Govareka serbixweye, ji aliyê çend zimanhez,nivîskar,
rewşenbîr, dilbêş û xemxwarên çanda kurdî ve tê derxistin, û ji ber vê
yekê jî rûpelên Govarê bi çendîn helbest, Stiran û çîrokên folkolorî,
vekolîn, mijar û babetên cuda- cuda û rengîn hatine xemlandin. Li
berahiyê ji pêşgotina wê destpê dibê, pêşgotina vê jimarê di bin nav û
nîşanê Bûyerekî Diltevzîn Mirovekî Hêja şehîdê Riya kurdîtiyê Dr. şêx
Meşûqê xiznewî, ji aliyê berpirs û sernivîserê Govarê ve hatiye
nivîsandin û her wisa babetên wê li dûv hev rêzbûne. Ji babeta Rêzdar
Rustem Evdilrehman Hemze ya binavê Tîrêjek Ronahî ku li ser jîn û jiyana
nivîskarê navdar Hesen Hişyar serdî, danîye, û dîsanê babetek dî wek
Têbîniyan li ser Ferhengoka Hesen Hişyar, ji rex Desteya berpêrsyariya
Govarê ve hatiye berhevkirin û pişt re lêkolînek bi pênûsa keça kurd,
dibin nav û nîşanê (çîrok an çêrok)cihê xwe di nav xûpelên Govarê de
girtiye û li pey wê re, Rêzdar zara Berhîm gotarek dibin navê
(Intêlgênsiya kurdî :nasname û rol ) nivîsandiye . bi vî rengî rûpelên
Govarê çendîn babetên dî jî bi xwe ve girtine, wek:
- Osman Sebrî:kaniya gotina resen û jiyana dumdare xeleka I
nivîsandina Rêzdar: M. Emîn
-kurdên Urdinê nivîsandina Rêzdar:Ebas Ismail
-Serokê koçerên Mîran Nayif Mistefa Paşa ji nivîsandina Rêzdar zinar
zazî ye
-MarDîn Danheva Rîzdar: Hacî Bavê Hewlêre
-kevirê zirav, babeteka saxlemî û nojdariye ji aliyê Dr. W.Hacî ve
hatiye nivîsandin
-Mar di Efsana Yûnanî de Nîşana Mêdîsînaye Ne Dijmine nivîsîna Rêdar:
Dr. Zara Berhîm
-Gerebêtê xaço çû ber dilovaniya xwedê, nivîsîna Rêzdar:şevger ser
kettine
- ji bo pîreka kurd nivîsana Rêzdar:Bêwar Girpirî
- Lehiya Tîrbespiyê, Nivîsîna Rêzdar: Adilê Evdile ye, û dawiyê
derghê beşê babetan bi babeta xwarinên kurdî Çêkirina Mehîrê, ku ji
aliyê rêzdar: Bavê şêrîn ve hatiye berherkirin,ev derî hatgirin.
Vêca piştî wê beşê stiran û çîrokên folkolorî, helbest, stiran û
sirpêhatiyan xwe vezîland û rûpelênGovarê bi hest û helwestên helbestvan
û çîroknivîsan hat rengînkirin, wek:
Girê Sîra, Hoy Meyro, Herê Leylê ji Folkolorin -
-çîroka Hejar û Hevind ji pêmayê kurdî
-Du çîrokên Folkolorî, rovî û Qayîşka Mele, Gurê devbixwîn ji bal Rêzdar
Serwan ve hatine Danhev û amadekirin
-Serpêhatiya Qocî Begê Botî berhevkirina Rêzdar: Loriyê Tildarî
-Çêlîk Bihiştirin Rêzdar:Ednan Beşîr
-Çîroka zarokan bi navê perya Rengîn ji aliyê Rêzdar: Burhan Hiso ve
hatiye danîn.
-Lîstika Hevtika ji aliyê Rêzdar: L.koçer ve hatiye berhevkirin
ji nû ve helbest herkîn û tîrêj vedan, wek:
-Nizay Maç kejal Ibrahîm xidir
-pêlên destê min Rêwî Dawid
-warê zêrîn Hisênê Ebês
-Razin di xweşiya xilmaşiyê de Silêman Azer
-Biratî B.Qasim
-Lîska Demê Bavê Helbest
-Xakî Kurdistan Ciwanê Resso
-Penha Viyanê Mişelê Osman
-Neqşên Dînîtiyê Mehmûd Badilî
-Xameya Evîndar Evîndarê Xemgîn
-Lel Ferhad Içmo
-Çiyako kasî
Newroz Melevanê kurdî
-Rojek ji rojê xwedê Ejder Robarî
-Dûrî Helîm Ebûzêd
-Pezkwîvî Dr:M.Bekiro
Dawiyê Govar bi çapemeniyên nû, û nameyên xwendevan û nivîseran bi dawî
hat.
Hêjayî gotinê ye em bidin xûyakirin, ku bergê pêşiyê yê Govarê bi wêneyê
şehîdê gotina Rastiyê şêx Meşûqê xiznewî hatibû wergirtin û bergê dawiyê
bi Meydan şehîdan li bajarê Helebça şehîd hatibû xemlandin û Govar ji-
80-rûpelên navincî hatiye çapkirin
|