Serok Barzanî: Em ji vir û pêve nikarin hîç destkarîyekê di şêweya dawî

ya destûrê de bikin

 

PNA- Efrin.net 28. 08. 2005

Birêz Barzanî seokê Kurdistanê bo rojnameya Xebat: Ez hezdikim hûn hemû bizanin û wîn dikarin ji xelkên din jî bipirsin ku ewê di destûrê de hatîye bi fişarê wefdê Kurdistanê bû kete nav vê destûrê.
Duhî li Bexdayê, Birêz Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê pêşwazî l endamên firakisyonê Kurdistanê di parlemana Îraqê de kir, di hevdîtine berfireh de jî serkirkên Sîyasî ya Kurdistanê cêgirî serokê parlemana Îraqê û cêgirî serokê wezîrên hkûmeta federal amadebûn, têde rewşa gişt Îraqê û piroseya nivîsandina destûra herdemî gêngeşe kirin.
Li hember amadevanên hevdîtinê serokê Kurdistanê gotinek pêşkêş kir û boçûnên xwe xiste rû û got: Birêzan wîn dizanin me ew şêweya dawîyê ku ku em li ser ghêştin rêkeftinê, me şand bo parlemana Kurdistanê û li wir hate pesend kirin, ewê ku pêwendî bi me heye, ji vir û pêve em nikarin hîç destkarîyekê bikin, çûnku parlemana Kurdistanê biryar li ser da, pirsa herî girîng ji mera ewê di dîbacê de hebê yan madeyek hebê, ew mebdei divê bihête çespandin, ku Îraq ji çend netewan pêkhatî, lê em li ser bingeha jîyana tev arezûmendê de Îraqê durist dikin, ne meselê kêm û zêdeye, em du netewên serekîne û netewên din jî li gel me hene.
Li dawîyê birêz Baezanî serokê Kurdistanê got: Ez bihêvîme wîn birêzan jî serkeftîbin di wan erkên pîroz de ku li ser milên we ye û cihê wê bawerîyê bin ku gelî Kurdistanê da we, em hemû bi hevre serkeftîbin di avakirina Îraqeke federal û dîmokrat û firepartî li ser bingeha ten jîyana arezûmendî. Ez daxwaza serkeftinê ji we hemû alîyan dikim.

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]