KAMPANYA NAVENDA PENA KURD JI BO
SERBESTBERDANA XANIM DR. ROYA TILOOÎ LI ROJHILATÊ KURDISTAN JI ALIYÊ
REJIMA ÎRANÊ VE BERDEWAM E
Efrin.net 28.08.2005
Min di çerçova kampanya Navenda PENa Kurd de ji bo girtina xanima Dr.
Roya Tilooî ku li Rojhilatê Kurdistan ji aliyê rejîma Îranê ve
hatiye zîndankirin, îro (27.08.2005) li Almanya li bajarê Bielefeld bi
alîkariya Dr. Michael Vesper wezîrê çandî (Kultûrî) yê kevin li herêma
Nordrhein-Westfalen û mepûsê niha yê parlemena herêmê yê ji partiya
keskan nameyek da wezîrê Almanya yê derve Jischka Fischer. Min kopiyek
nameyê jî da Dr. Michael Vesper. Hêjayî gotinê ye, ku jina Dr. Michael
Vesper û hevala wezîr Joschka Fischer herdu jî bi eslên xwe ji Îranê ne.
Min di nameyê de bi taybetî ji wezîr Fischer tika kir, ku ji bo
xanima Dr. Roya Tilooî sefaret-balyozxana Almanya li Tehranê têxe
dewrê, ku ew di dermafê wê de agahiyan derînin meydanê, ku rewşa wê di
çi gihanekê de ye û ew bi têkiliyên xwe ve bi rejima Îranê re lê
bixebite, ku xanima Dr. Roya Tilooî ji zîndanên rejîmê bêye berdan.
Wek tê zanîn, di pê kuştina welatparêzekî Kurd li Mihabadê, gelê me li
gellek bajaran çalakî çêkirin û rejîm protesto kir. Li ser van bûyeran
heta niha bi dehan welatparêzên Kurd hatine qetilkirin. Rejîma Îranê ya
çavsor çalakiyên Kurdan li Rojhilat di çapemeniya xwe de wek ”Hooligans”
û ”Anarşîts” dide rayêdan.
Ezê di pê bersiva nameyê ji wezareta derve ya Almanya li ser mijarê dîsa
bisekinim.
|