Azad Berwarî: Hemû daxwaz û Mafên me di destûrê de bi cih bûn
PNA- Efrin.net 24. 08. 2005
Duhî
bi amadebûna birêz Celal Talebanî serok komarê Îraqê û birêz Mesûd
Barzanî serkê Kurdistanê û semahetê Ebdulezîz el- Hekîm serokê
Firaksyonê Îtilafê Îraqê ya yekbûyî û serokê wezîrên Îraqê û balyozê
Amerîka li Îraqê, civîneke bilind di navbera herdu lîstên hevpeymana
Kurdistanê û Îtîlafa Îraqê ya yekbûyî encam da û di vê civînê de li ser
wan xlên ku nehatine çareserkirin bo amadekirina reşbeleka destûrê
rêkeftin.
Di vê warî de birêz Azad Berwarî endamê şanda bilind ya Kurd bo
guftûgoyên nivîsandina destûrê di axaftinekê de bo kenalê esmanî ya
Kurdistanê got: Ez dkarim bibêjim du civîn dirêj bi rûve çûn, yekem li
gel lîsta Îtîlafê, dikarim bê guman bêjim ku 98% î destûr temam bû, yek
du kêşe hunerî man li gel çend xalên biçûk, ku komîta dariştina
reşbeleka destûrê çareser dike, û di bawerîya min da be di wê civînê de
hemû tişt j hev bi derdikeve, ez dilxweşim ku civîn hemû ji alîyê Kurdan
de brêve diçe û bo çend car îsbat dibe ku Kurd xalê bihevgandinê ye li
gel hemû alîyên din, çi Sune bê çi Şî`e bê, dikarm bêjim ku 98% î ew
tiştên ku em ji bo hatibûn bi dest me det, hemû mafên me û daxwazên me
di destûrê de bi cih bû.
Herweha birê Berwarî berdewam kir û got: Nabê ew jî ji bîrê me here ku
em beşekin di vê welatî dane, ew alîyên din jî girift û daxwazên xwe
hene û ê me jî herweha, lê dikarim bê guman bibêjim ku 98% ew karên me
ku em ji bo hatibûn bi vê reşbelekê destûrê de cêbcê bûn.
|