Musteşarê Nêçîrvan Barzanî yê rewşenbîrî Bedran Hebîb li Bonnê
hevdîtinek ligel
rewşenbîr û nivîskarên Kurd pêk anî
Bonn-AVESTA/ Efrin.net 21. 08. 2005
Musteşarê
serokê hikûmeta Kurdistanê yê rewşenbîrî û Berpirsiyarê Dezgeha ARAS
Bedran Hebîb li Almanya bajarê Bonnê hevdîtineke berfereh ligel
rewşenbîr û nivîskarên Kurd pêk anî.
Di vê hevdîtinê de Bedran Hebîb bi dorferehî li ser rewşa Kurdistanê
rawestiya û diyar kir ku li wir bingeha dewleteke kurdî tê danîn, Bedran
Hebîb got: "Gelek pirsgirêkên me hene, weke Destûr, Kerkûk û sînorê
Kurdistanê… lê belê tevî hemû pirsgirêkên jî, em li wir ji bo hemû gelê
Kurd di avakirina Kurdistanê de dixebitin… ew der ne tenê ji bo
gelêbaşûre, ew ji bo tevayî gelê Kurdistanê ye, cihê her Kurdekî li wir
heye, mafê her Kurdekî di wê Kurdistanê de heye…”
Bedran Hebîb di axaftina xwe de ragihand ku, di pêşerojê de gelek
projeyên wan yên cuda hene, di warê medyayê de, û ji beşdaran xwest di
van projeyan de cih bigirin û bibin alîkar.
Li aliyê xwe ve rewşenbîr, nivîskar û siyasetvanên beşdar kêfxweşiya
xwe ji bo tiştekî wiha anîn ziman, û gotin ku ev cara yekemîne ku
berpirsiyarek berî pêkanîna projeyekê bi ronakbîran re hevdîtinekê pêk
tîne û nêrîn û alîkariya wan dixwaze.
Beşdaran, bal kişandin ser wê yekê ku, heya niha hikûmeta herêma
başûrê Kurdistanê pêwîtîya tê xwestin nedaye potansiyela rewşenbîr ya li
diaspora heye, ev jî weke kêmasiyekê hate dîtin.
Di dawiya hevdîtina bi xwarin û vexwarin de, Bedran Hebîb rewşenbîr
vexwendî Kurdistanê kirin.
Kesên weke Metin Incesu, Yaşar Kaya, Nejdet Buldan, Akif Hasan, Mehmut
Kilinç, Ahmet Baraçkiliç, Selahettîn Çelik, Ayhan Çiftçi, Şukru Gulmuş,
Ahmet Zeki Okçuoglu, Bekir Saydam, Zeki Ozturk, Murat Dagdelen, Seyidxan
Kurij, Hunermend Birîndar, Fadil Ozçelik, Dilbixwîn Dara, Emin Husein,
Xalid Şahin, û gelek ronakbîr û rojnamevan û nivîskarên din ku piraniya
wan ji bakurê Kurdistanê bûn, û di warê medyayê de xwedan tecrûbe bûn,
beşdar bûn.
Hevdîtinê heya derengê şevê berdewam kir.
|