Semînarek li Brêmenê / almaniya / pêk hat
Efrin.net 21. 08. 2005
 Îro li bajarê Bremenê di cîgeha Komela Kurdên Bremenê MAAK de,
semînarek pêk hat, di semînarê de, Hêja Feysel Al Yosêf û Ehmed Sulêman
Endamên pîropolîtiya Partiya Demoqrata Pêşverû a Kurd li Sûriyê PDPKS bi
axaftinek berfereh, siyaset û nerîna partiya xwe di derbarî pirsa
Demoqratiyetê bi tevayî û pirsa Kurdî bi taybetî di
 hundr welêt de
aşkere kirin.
Bi şîrovekirineke berfereh biryara bêhnvedanekê hat dayîn.
Piştî bêhvedanê, rê û derfet ji pirs û nerînan re hat vekirin, di vê
warî de jî, gelek pirsên balkêş û bi sûde hatin kirin û li gor siyaset û
nerîna partiya xwe, herdu rêzdaran Feysel Al Yosêf û Ehmed Sulêman
besiva beşdaran dan
Di semînarê de hejmareke baş ji revenda Kurd li Bremenê û bajarên
derdorê amade bûbûn.
|