Keçeke Kurd; di xwandina xwe de, a yekê derket
Efrin.net 07. 08. 2005
Keçeke Kurd ku navê wê Yara Yosêf Ebdul-Ezîz e, di xwandina
xwe de, a yekê di bajarê xwe de(Al- Heseke)de derketiye û ji 240 pontî
235 pont bi dest xistiye, tevî ku rewşa malbata wan a aborî di bin
normal re ye û bavê wê(Yosêf Ebdul-Ezîz) mamosteyê dibistanê ye, û diya
wê ( Emîne) Bekeloriya wergirtiye.
Em di efrîn.net de spasiya xwedî û malbata Yara dikin û bi taybetî jî
Bav û diya wê, ku ji Yara re piştgirî dane.
- Gelo Tevgera Kurdî dê li Yara û hevalên wê xwedî derkeve??? Em bi hêvî
ne.
|