Çar mûmên Şevbuhêrkên Kurdî li Şamê ronîdan

 

Şêx Birîmce Şam

Efrin.net 01. 08. 2005

 
li ser vexwendina komîta amedekar ya Şevbuhêrkên Kurdî li Şamê, gelek ji nivîskar, helbestvan, çêroknivîs, rojnamevan, hunermend, sîyasetmedar, rewşenbîr, hezkerên çand û zimanê kurdî, li şeva 36 an ya vê komîtê li roja înê katjimêr heşet û nîvan îvarî li taxa Kurdan li Şamê paytexta Sûryê beşdarbûn .
Hêjayî gotinê em bêjin komîtê bi serbilindî sê salên xwe bihorandin û kete sala çaran, di van çar salan de bi dehan ji şevbuhêrkên wêjeyî helbest û çêrokî , filklorî , ramanî , hunerî, ziman û rêzimanî, dengbêjî, di sîh û şeşmehan de sîh û şeş şebuhêrkên kurdî li darxistin.

Destpêkê endamê komîtê, Bavê Comerd xêrhatina mêvanan kir û bi taybetî hunermendê kurd Rênas bavê Rêzan , hunermendê dengbêj û awazkarê cimbişê ,

Hunermend Rênas ji xelkên herêma Cizîrê ji alî dêrkê , ji 20 salan de koçberî paytexta Sûryê Şama Şerîf bûye , li wir dijî û li wir karê xwe yê hunermendî jî dike.

Piştî xêrhatina mêvanan hunermend Rênas gurzek ji stranên filklorî xweş wek: Delal, Şehîno, Xelef, bavê Sêvê, Çûme Êndîwarê, Lêlê Xifşê, Nofê ……H.W.D.

Birûsik û nameyên hatine vê şevê :
- Hoşeng Osê gotinek kurt
- Diya Ciwan axaftink kurt
- Nama kovara Zengil ( Ecras) namek bi erebî nivîskî
- Kovara Azad gutinek kurt
- Nama kovara Jîn bi kurdî nivîsandî bû
- Bi belavkirina şirînayiyê şev hat dawîkirin.

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]