Xêredîn Mirad bi çi zimanî daxêve?
Qado Şêrîn
Efrin.net 26. 07. 2005
Di êvara 18/07/2005 de birêz Xêredîn Mirad serokê giştî yê partiya
azadî a kurd li Sûriyê bû bû mêvanê bernameya Ronî di televizyona
Kurdistantv de.
Ziman û axaftina wî qaşo bi kurdî bala min kişand, gelo bi kurdî diaxivî
an bi erebî, ko merov bêje bi kurdî bû ne raste û ko merov bêje bi erebî
bû dîsa jî ne raste û merov bêbextiyan li her du zimanan dike, îca bi çi
zimanî daxêvî wele ez jî nizanim. Yahooooo ma ewqase gotinên erebî te ji
ku anîne?, ma merov ewqase gotinên erebî dixîne nav axaftina xwe ya bi
kurdî.
Di dema ko dujminê me zimanê me tune û qedexe dike, mexabin serokên
partiyên me jî zimanê me dikin erebî. Ez ji ber wisa ziman şerm dikim, û
ez bawerim zimanê wî yê kurdî bala gelek kesan kişand. Di hevoka ji pênc
gotinan de sê gotinên erebî hebûn.
Ko serok û rêberên me bi vî zimanê çewt baxêvin îca dê kesên din bi çi
zimanî baxêvin?. Qaşo rêber û serok in û bi wî zimanê xerab daxêvin, îca
kî dê zimanê me biparêze, jixwe merov li serok û rêberên xwe dinêre.
Bê guman kurdên bakur qet jê fam ne kirin bê wî çi got û çi ne got, her
wisa kurdên rojhilat jî jê fam ne kirin.
Mexabin hemû serok û rêberên me bi zimanekî çewt daxêvin,
gelek-gelek-gelek gotinên erebî bikartînin, bê guman nizanin bi kurdî
bixwînin û binivîsin.
Yek ji hevokên birêz Xêredîn Mirad; divê em xebata xwe ne westînin, ango
ne rawestînin, jixwe ev hevok qaşo bi kurdî bû, ji ber ko xebat nayê
westandin belê tê rawestandin.
Li dawî ez bi navê hemû zikêşên zimanê kurdî bang li hemû serok û
rêberên kurdan dikim ko bi kurdîyeke paqij û zelal baxêvin û ne bi
kurdiya tije peyvên erebî.
|