Xeyredîn Murad: Mesûd Barzanî piştgirîyeke mezine bo miletê me
li Kurdistana Sûrîyayê
Mihemed Brîmko/Hewlêr
PNA- Efrin.net 21. 07. 2005
Di semînareke Sîyasî de bi navnîşana (Têkelîyê Kurd û Ereb, Sûrîya
weke nimûne) berêz Xeyredîn Murad sikirtêrê giştî ya partîya Azadî ya
Kurd li Sûrîyayê, li Kombenda Kawa ya Rewşenbîrî li Hewlêrê berêz gelek
xalên sîyasî ronkirin.
Ev
roj çawerşemê li katijamêr 6.30 bi beşdarîyeke ji rewşenbîr,
sîyasetmedar, rojnamevan û camewer li baxça Kombenda Kawa ya rewşenbîrî
û li dirêjahîya çalakîyên Kombendê yên çandî û sîyasî, semînarek bi navê
(Têkelîyê Kurd û Ereb, Sûrîya weke nimûne) ji alîyê berêz Xeyredîn Murad
sikirtêrê giştî ya partîya Azadî ya Kurd li Sûrîyayê ve hate pêşkêşkirin,
li dirêjahîya semînarê berêz Xeyredîn ronahî da li ser gelek xalên
girîng li rojavayî Kurdistan û herweha têkelîyê Kurdan û Ereban li ser
pêkanîna Demokratîyê li Sûrîyayê, di axaftina xwe de ji bo têkelîyên
tevgera Kurdî li gel deselata Sûrî berêz Murad weha got: “Tevgera Sîyasî
ya Kurdî gelek pêkol kirine, daku bikaribe têkelîyan di nêvbera xwe û
deselata Sûrî de bike ji bo dîdareke sîyasî pêk bînin, lê ta niha
deselatê bi ti awayê rê nedaye ji bo guftûgoyeke weha lewra jî Kurd
neçarbûn ku xebata xwe ya aştîyane û demokratî bikin di riya şêweyê
pirotistoyê re dest pê bike û xurt bike, di van çend salên dawî de jî
Kurdan neçarbûn bi awayeke rastîyane xebata xwe bikin û çalakîyên xwe
bêtir bikin”
Berêz nîşan da li ser pêşveçûnên rewşa sîyasî ya Kurdî li Sûrîyayê û
bandorên pozîtîvî û got: “Ev guhartinên nêvdewletî û herêmî û herweha
rewşa pozotîv li Kurdistana Îraqê peydabûye û pêkanîna demokratîyê li
Îraqê bi giştî, ev bi giştî nûrmale ku bandorên wê pozotî li ser xebata
gelê Kurd li Kurdistana Sûrîyayê de hebe.”
Herweha got: “Hilbijartina Serok Mesûd Barzanî jî piştgirîyeke mezine bo
miletê me li Kurdistana Sûrîyayê û bawarîya wan jî bi hêztir dike ji bo
xebatê”
Berêz gotinên xwe berdewam kirin û sebaret bi têkelîyên Kurdî û Erebî li
gel opozesyona Sûrî weha axivî: “Di despêka têkelîyên me li gel
opezisyona Sûrî me çalakîyên baş bi hev re kirin weke xwepşandanên şamê
û hevdîtinên berdewam û di 17/Çele/2005 a me rêkeftinek sîyasaî bi hev
re navişkir, ji 8 xalan pêkhat ji wan xala 2 sebaret bi doza Kurdî bûn
... lê mixabin weku xuyayê alîyê demokratî li ba biraderên me yên Ereb
ne gelkî girînge qasî nerînên wan yên netewayetî bilinde û alîyê şovînî
jî girîngtire ji demokratîyê... niha jî têkelîyên me û Ereban bi rastî
hatine hejandin lê emê her berdewam bin bo vekirina têkelîyan li ser
bingeheke demokratîk”
Berêz Xeyredîn Murad nşîan da ser mafên gelê Kurd yên Niştimanî li
Sûrîyayê û herweha mafên Netewî û taybetmendîyên wê û got: “Herweha em
weke Kurd û xelkên din di civaka Sûrîyayê de bi hev re hevpişkin û em
têkelîyên xwe yên niştimanî di hundir Sûrîyayê de têk nadin, lê em ji
bîr nakin jî ku em Netewekin û taybetmendîyên me yên milî hene û mafên
me yên netewî hene û herweha em bebşekin ji Kurdistana ku di nêvbera çar
dewletan de hatîye parvekirin ji ber vê du erkên me hene; yek ji alîyê
netewî û yê din ji alîyê niştimanî”
Ji bo berdewamîya têkelîyên Kurdî- Kurdî û Kurdî- Erebî berêz weha got:
“Me komîteyek hevbeş li ser asta sekirtêrên partîyan avakirîye ji bo
rêvebirina karê rojane û ev komît ji partîyên Hevbendî û Bera demokrat
li Sûrîyayê pêk tê û ez bawerim berî sê rojan civînek wan hebû û di
encamê de xalek di daxuyanê de hatibû ku bêtir bikaribin têkelîyan xwe
bi alîyên Ereb re bi hêztir bikin”
|