Kemal Kerkûkî: Kerkûk ser bi Herêma Kurdistanê ve debe
ne herêmêkî fîdiralî serbixwe
PNA- Efrin.net 20. 07. 2005
Berêz
Kemal Kerkûkî cîgirê serokê perlimana herêma Kurdistanê Ev roj dûşemê di
rastegotinekê de bo rojnamevanan, li ser serdana dawî ya komîteya
piştgirî li nivîsandina destûr li Kurdistanê axivî ku demeke derbareyî
wê di nêvbera serkirdayetîya Partî û Yekîtî û komîta yasayî ya perleman
de pêkhat û ragihand ku komîte bi hemû karînên xwe piştgirîyê li
daxwazên endamên Kurd di nêv komîta nivîsandina destûra herdemî de dike.
Kemal Kerkûkî ku li avahîya perlimana Herêma Kurdistanê diaxivî, di wê
derbarê de ragihand: "Piştî rûniştina herdû nivîsgehên sîyasî ya Partîya
Dîmokrata Kurdistan û Yekêtîya Nîştimanî Kurdistan ku herdû berêzan
Mesûd Barzanî û Celal Talebanî jî amade bûn, daxwazkirin ku komîteyek
pêk bihêt bo piştgirîyê li daxwazên wan birayên li Bexda endamên komîta
destûrin û dixwazin mafên gelê Kurd di wê destûrê de were çespandin".
Hejî gotinê ye ku komîta hatîye şandin ji her yekek ji ji Kemal Kerkûkî
û Mela Bextîyar pêkhatibû ku li Bexda gelek dîdar û hevdîtin li gel
berpirsên Kurd û hikometa Îraqê.
Komîteya navbirî nexşeyek amadekirî ya herêma Kurdistanê li gel xwe
biribûn Bexda ku bi piştbestina gelek belge û dokîmêntên dîrokî hatibû
daraştin. Cîgirê serokê perliman sebaret bi wê got: "Em çûne Bexda û ew
nexşeya bo herêma Kurdistanê hatîye amadekirin, me li gel xwe biribû, li
gel ew pêşnîyarên pêwîst bû di destûra dahatî ya Îraqê de biçespe.Em li
gel berêz Talebanî jî çend caran civîyan û belgeyên girîng xistin
berdestên me û me karîbû careke din li gel biraderên xwe giftûgoyê bikin
li ser wê xalên girîng em rêkeftin, me nerînên wan wergirtin. Herweha em
li gel Eşiref Qazî jî rûniştin û ew xalan me yek yek li gel axivî û ew
kêşeyên hebûne jî em li ser axivîn, yek ji wan pirsan nexşa Kurdistanê
bû, ku ev mafê gelê me ye û belgeyên dîrokî û cugrafî deselmênin ku ew
navçeyan ji xakê Kurdistanin û hîn ji ewê me daxwazkirîye bêtire, lê
egera wa zulim û zora li gelê Kurdistanê hatîye kirin, me xwest
daxwazîyên me li vê sinûre be û herweha dû ji belgeyên ku berêz Mam
Celal xistine ber destên me, yeke ji wan vedigere salê 1794 a k nexşeya
Kurdistanê têda ye û Kerkûk di nav Kurdistanê de ye û be zimanî
Inglîzîye jî hatîye nivîsandin û ew pir girîng bû. herweha nexşeyeke din
ku di dema Şah Ebdulhemîd de hatîye nivîsandin, ew jî wîlayetê Mûsil û
herêma Osmanî bû ku li ser bi xetê Mezin "Kurdistan " hatîye nivîsandin
û Kerkûk di nav deye ".
Herweha got: "Xuyaye di komîta destûrê Bexda de hîn jî hin deng zalim
hene, wek Sedam çî hember Kurdan kir, bi heman boçûn û bi heman reftar û
bêtir zalimin jî".
Vêcar got: "Di vê rojan de wefdêk din bilind li ser asta Kurdistanê ji
gişt alîyên sîyasî û perlimana Kurdistanê û komîteya asayîkirina rewşa
Kerkûkê amade dibin bo, li gel hemû alîyan giftûgo bikin û em hêvîdarin
ku bikaribin nerînên me biselmênin û pûşmamî têde nabe û ti hêz nikare
guftûy; li ser sînor û cigrafîya Kurdistanê bike".
|