Mesûd Barzanî: Kerkûk beşek ji Kurdistanê ye
PNA-Efrin.net 19. 07. 2005
Emerîka ragihand ku divê îdarê Kerkûkê li ser bingeha tewafuq be û
nabe Kerkûk tenê ji alîya yek lîstê ve eger ew lîsta serkeftî be jî nabe
birêve biçe.
Wê heraşe kirî ku eger lîsta birayetîya Kerkûkê ku niha bi tenê Kerkûkê
birêve dibe, alîyên din jî wate Erebên hawirde û enîya Tirkimanî di
pêşerojê de di îdarê Kerkûkê de beşdarîyê pê nake, wê demê hamû
alîkarîyên xwe bo îdarê Kerkûkê tê ragrtin.
Ev helwêst ya Emerîka di rojên borî de bi şêweyeke fermî bi encûmanê
parêzgeha Kerkûkê û parêgerê Kerkûkê re hate ragihandin û vê yekê jî
weha kir ku duhî lîsta birayetîya Kerkûkê hatin ba serokê herêma
Kurdistanê û ew babeta li gel wî bas kirin.
Birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê di wê hevdîtinê de dopat
kir ku kêşeya gelê Kurdistanê li gel hikûmeta navendî berdewame li ser
pirsa Kerkûkê çunkî hikûmet bi şêweyeke zulmane reftar kirîye.
Serokê herêma Kurdistanê dopat kir ku:"Kerkûk beşek ji Kurdistanê ye ".
Piştî nêzîkî pênc heyva ji hilbijardinên encûmanê parêzgehên Îraqê û
Kurdistanê, encûmanê parêzgeha kerkûkê pêk hat. Ew derengxistina jî çi
beşek ji nekokîyan di navbera Partî û Yekîtî da bûn, lê di rastîyê de
serekîya wan nekokîyan ku di navbera herdû hizban de bûn, herdem lîsta
birayetîya Kerkûkê pêkol dikirin ku nûnerên Erebên hawird kursîyên xwe
hebin li gel enîya Tirkimanî û di îdarê Kerkûkê de başdar bibin.
Kêşeya lîsta birayetîya Kerkûkê li gel wan lîstên din li ser ewê bû ku
lîsta birayetîya Kerkûkê wek lîstê biraye ku 26 kursî ji komê 41
kursîyên encûmanê parêzgehê de bi dest xwe ve anîn.
Herweha serokê herêma Kurdistanê li hember daxwazên Emerîka ji bo
beşdarîya Erbanên hawird(Ew Erebên hatine) û enîyê Tirkimanî di îdarê
kerkûkê de û pêkanîna bingeha tewafiq di birêvebirina Kerkûkê de
ragihand: " Ewên ku li jêr perdê tewafiq de daxifin divê zanibin ku
tewafiq divê li ser binçînekî lojîkî û bawerî bi federalîyetê û
demokratîyetê hebê ".
Armanca serokê herêma Kurdistanê ji van gotinan ronkirin û aşkerekirine
ku Eemerîka li jêr fişarê Tirkîyayê û ji bo razîkirinê dibêje ku Erebên
hawirde û parastina wan. Serokê herêma Kurdistanê dopat kir ku hêştina
waqiîyeta(rewşa) niha yê Kerkûkê ji alîyê gelê Kurdistanê ve netê
qebûlkirin.
|