Axiftina Cankurd li çileyê şêxê şehîd
Dr. Mohamed Maşuq Xeznewî de.
Efrin.net 16. 07. 2005
Gelî Xûşk û birayan
Roj baş
[ Hîç guman neke, ku ewên di rêya Xwedê da hatine kuştin, mirîne, na.
Ewan li ba Xudanê xwe jîndar in û rizqê xwe distînin.] (Al-Imran- 169)
Ji ber ku roşenbîrî ne tenê hêsir ê helbestin, an saz û awazin, lew re
min ev kurtegotar amadekir...
Di serî da ez seriyê xwe bo rewanê pakê Şêxê şehîd Dr. Mohamed Mashuq
Xeznewî diçemînim û ji Xwedayê gewreban dixwazim, ku ciyê wî di
balatirîn baxên behiştê da be.
Şêxê şehîd dema hatiye Europa di dêrek filehan da çend gotinên hêja
nivisandin û di binê wan gotinan da nave xwe danî û navnîşana xwe jî
nivisand: Kurdistan Sûriye.
Ez dibînim, ku ev pevek li ba dewleta sûrî şaşiya wî ya yekem bû, û ya
duwê ew bû, ku çû bi Beyanûnî, serekê Ixwan Muslimîn re, rûnişt.
Bi van du gavên xwe yên nû, Şêxê şehîd ket pêşiya tevgera ramyarî ya
kurdî, û canê xwe da ser vê yekê. Du perdeyên tarî çirandin, ku dewletê
her bi wan çavêd rêberên tevgera me tirsandibûn.
Ji nav gelê Kurd seydayekî serbixwe radibe û dibêje:"Welatê min
Kurdistana sûrî ye, bo çi hûn nabêjin? Ez ji dewletê natirsim û dikarim
li gel her neyarekî Baasê xûnrêj danîşim..."
Di vir da ez dixwazim bala we bikişînim ser mijarek giring, ku têkiliya
xwe bi vê bûyerê re heye.
Gava em li derveyî vê maxê binêrin, emê bibînin, ku em ne li Kurdistanê
ne û ne jî li Erebistanê. Em di civatek almanî da dijîn. Lê mixabin! Ka
di rojek wilo giring da çend roşenbîrên alman tev li serpêhatiya me bûne?
Ma roşenbîrekî alman niha li vir heye?... Divê roşenbîrê kurdê rojavayê
Kurdistanê bersiva vê pirsê bide.
Min li ser daxwaza hinek dostên alman gotarek dirêj bi almanî li ser bîr
û baweriyên Şêxê şehîd nivisand, vaye ez kopiyekê jê didim rêvebirên vê
rûniştinê, bi hîviya ku em bi zimanên biyanî gelek tiştan li ser
rêberekî wilo baş belav bikin, da xûna wî pak erzan û heban neçe.
Hûn bimînin di xêra Xwedê da
Û ewên zordarî kirine wê bizanin çi serbinkirinekê serbin din.
Cankurd - 10.07.2005 - Herne
|