TÊKÇÛNA PEYMANA LOZANÊ NÊZÎK E ...

 

Efrin.net 15. 07. 2005

Berîya 82 sala di tîrmeha 1923 de li bajarê Lozanê li ser qedera gelê kurd neheqîyek dîrokî ya  bi navê “Peymana Lozanê”  hate îmze kirin.
Bi vê “peymanê” ku 82 sal li ser derbas bû, mafê gelê kurd yên neteweyî hate înkar kirin û ji bo asîmîlekirina gelê kurd siyaseta şoven û nijadperest hate fermî kirin. Cihê daxêye ku ev siyaseta, bi çavdêrîya hin welatên Ewrûpî hate pejirandin. 
Bi vê peymanê û bi piştgirîya hin welatên Ewrûpî, zilm û zordarî û êrîşên dewleta Tirkîyeyê ya li hemberî gelê kurd dijwartir bûye.
Peymana Lozanê neheqîyeke dîrokîye ku yek ji peymanên ku ne tenê perçekirin û dabeş-kirina Kurdistanê herweha wek siyaset, înkarkirina gelê kurd bi fermî hate pejirandin.
Li dij derketin û Serîhildanên gelê kurd, bi şîddet û qetlîaman hate ”rawestandin”.
Dagirkerên Kurdistanê bi taybetî jî Komara Tirkîye, di demên cuda de li hemberî gelê kurd hin caran bi siyaseta zordarîyê, hin caran jî bi navê ”demokrasîyê” siyaseta xwe ya nijadperest meşandîye. Bingeha vê siyaseta jî her dem asîmîlasyon û înkarkirina gelê kurd bûye. Ev siyaseta qirêj ya Kemalîstan e ku, heta vê rojê mohra xwe li Komara Tirkîyeyê xistîye.
 Nûnerên vê siyasetê ango yên Komara Tirkîyeyê her sal li bajarê Lozanê qaşo ”tunebûn an jî têkçûna Kurdan” pîroz dikin. Lê ew rastîyê naxwazin bibînin ku Gelê Kurd li ser pîyane û tu caran teslîm nebûye û herweha bi xebat û têkoşîna xwe li Kurdistana xwe xwedî derketîye. Mînaka herî zindî jî Azadîya gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê ye.
 Ev xebat û têkoşîna Kurdistanîyan û deskeftîyên Başûrê Kurdistanê ji dijminên Kurdistanê re dibe bersiveke fermî û ji raya giştî re dide dîyar kirin ku ”Peymana Lozanê” jî  nikarîbû doza gelê kurd ji holê rake. Me do jî vê Peymanê ne pejirandîye û îro jî em napejirînin û nas nakin.
 Em wek PKE – Platform, Komîteya HEVKARÎ-Swêd û Komîteya HEVKARÎ-Almanya biryarên wusa yên li ser qedera Kurdistanê têne dayin protesto dikin û dibêjin ku, aştî û aramîya Rojhilata Navîn bi destxistina mafên Neteweyî yên gelê kurd ve grêdayî ye.
 
2005.07.11
PKE  - Platform
HEVKARÎ-Swêd
HEVKARÎ-Almanya

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]