BİKARANÎNA ŞÎDDETÊ XİZMETÊ Jİ DOZA KURDİSTANÊ NAKE !

 

Efrin.net 13. 07. 2005

Ji destpêka damezrandina xwe heta îro, Kongreya Gel-PKK berê xwe daye Rêxistinên Kurdistanî û li hemberî wan şîddetê bikaranîye.
 Bingeha siyaseta û armanca damezrandina Kongreya Gel-PKK ê eve bû ku, hemû Rêxistinên Kurdistanî ji holê rake, gelê kurd “întegreyî” Komara Tirkîyeyê(KT) bike û siyaset û îdeolojîya Kemalîstan li Kurdistanê serdest bike.
 
Kongreya Gel-PKK li hemberî endam û dilsozên ku ji wan veqetîyane jî şîddetê bikar anîye. Kuştina Hîkmet Fîdan yek ji nimûneyên herî dawî ye. Bi vê mebestê em ji vê Rêxistinê dipirsin;
Gelo hûn bi rastî ji bo Aştî û Azadîya gelê kurd dixebitin an jî berevaca wê, hûn ji bo pêşîlêgirtina Azadîya gelê kurd dixebitin?
Gelo hûn çima ”Demokrasî, Aştî û Bratîyê” ji bo kurdan û navbêra rêxistinên kurdan naxwazin û ji dêvla wê Şîddet û Kuştinan li hemberî welatperwerên kurdan bi kar tînin?
Divê em ji destkeftîyên gelê kurd li Başûrê Kurdistanê û ji xebat û têkoşîna wan sûd werbigrin. Em bi çavê xwe dibînin ku ev qonaxa li Başûrê welatê me çawa dagirkerên Kurdistanê bêtir har û êrîşker dikin.
Lê belê em nikarin şîddeta ku kurd li hemberî kurdan bikar tîne qebûl bikin
Em wek PKE – PLATFORM ji Komara Tirkîyeyê û bi taybetî ji Kongreya Gel-PKK ê re dibêjin ku, hûnê bi van metodên şîddetê û bi vê siyaseta qirêj BİSERNEKEVİN !
Bi vê mebestê em bangî KG-PKK ê dikin û dibêjin Kuştina kurdên welatperwer û şîddeta li hemberî Gelê Kurd, tenê û tenê xizmeta Komara Tirkîyeyê ye.
Bes e, êdî xwîna kurdan nerjînin !
2005.07.10
Platforma Kurdên Li Ewrûpayê - PKE

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]