şevbuhêrkek guftugoyî di navbera Kurd û Asoriyan
de
Şêx Birîmce / Şam
Efrin.net 13. 07. 2005
Roja înê, 8 tirmehê, li katjimêr 8-ê
îvarî, şevbuhêrkek guftugoyî di nav bera Kurd û Asoriyan
(Aşorî-Siryan-Kildan) de pêkhat, ev carê yekê ye li Şamê, rûniştinek
dan û standinê, di navbera herdo aliyan de li dar dikeve, belê ev
rûniştinên guftugoyî di nav rengên miletên di sûryê de dijîn, pir pir
kêmin û bi taybetî di navbera kurd û Asoriyan de, careke tenê , li
cizîrê sala 1996 an li bajarê Qamişlo wek vê rûniştinê li darketibû, lê
ew di navbera du partiyan da bû Partiya Pêşveroya Kurd li Sûryê û
Rêxistina Demokrasi ya Asorîyan; lê vê carê li şam hat girêdan di
navbera, du nivîskarên Asorî ji rêxistna demoqrasi ya Asoriyan û gurzek
ji nivîskar, rewşenbîr, hunermend, siyasetmedarên kurd, ev civat li ser
vexwendina komîta Şevbuhêrkên Nûredîn Zaza li Şamê pêkhat.
Hunermend Monîr Şêxî endamê komîtê,
xêrhatina hersê mêvanan kir, bi taybetî Nivîskarê Aşorî Gabrêl
Mûşe yê ko ji bo vê şevê ji bajarê Qamişlo hate Şamê " û mêvanên
didwan bervedêr
Feysel Yosêf endamê nivîsgeha siyasî ya partiya
demoqrasi ya
pêşvero ya kurd li Sûryê û mamoste Kerem Dewlê ji
rêxistina Asoriyan li Şamê; piştî xêrhatina hersê mêvanan, xêrhatina
hemî beşdarên ko hatin vê şevê bi beşdarbûn û dan û standinên xwe vê şev
keş û dewlemend bikin.
Beşdar bi deqek bê deng li ser giyanê nemir
Nûredîn Zaza û hemî pakrewanên azadî û dîmoqrasiyê rawestiyan.
Mejara vê şevbuhêrkê, di bin vî navî de hatibû (têkliyên
Kurd û Asoriyan li Cizîrê) mamoste Gabrêyl Moşê,
berî mijara xwe ya nivîskî bixwîne, hinekî bi devikî peyivî got: birastî
ez gotina xwe dibêjim û ez dizaninim, ne Asorî û ne jî Kurd, wê ji
mijara min razî bin, lê divê ez gotina xwe wek ez rast dibînim bêjim, bi
gelemperî em û Kurdan bi hevre jiyane û emê bi hevre bijîn, piraniya
rûpelên dîroka me bi hevre ronakin, bi carekê tu kesî ji kurdan an
Asoriyan
milk mewalên hev dagînekirine, sînorên erd, zevî ên xwe
li ser alî dî
pir
nekirine. Lê maxabin hin rojên tarî jî, xwe li têkliya me pêçandibû; em
dizanin Kurd wek dijminan tu êriş ne dane ser miletê me, lê mixabin
hin ji êlên kurdan ji alî dijminan hatibûn xopandin, bûbûn destik
di kujtina me Asoriyan ( Aşorî-kildan- siryan).
mijar li ser du biran hatibû danîn, birê yekê,
têkliyan herdo aliyan ji damezrandina dewleta Sûryê, ta yekîtiya sûryê
bi Misrê re, birê duduwan têklên kurd û Aşoriyan piştî dema hevcidabûna
Misir û Sûryê; bi taybetî, piştî hatina rêjîma Be'is ya ko bi baweriyek
'irobewî, nijadperest kardike , xwedî yek nêrîn, yek raman,yek serdar;
yek milet, di Sûryê de tu miletan bilî Ereban nabîne!, ger miletin dî
hebin, divê bibin Ereb; an ji vî welatî derkevin, erebkirina navên kund
û bajaran; dagîrkirina erdan û belavkirin li Erebên xemir, ne bes li ser
Kurdan tenê hat meşandin, lê li ser me Asoriyan jî hat meşandin;
dixwazin hemî miletên li Sûryê dijîn bikin yek milet, yanê hemî miletan
bikin Ereb.
Kurd Asoriyan bi hevre hin rûpelên ronk bi hevre danîbûn
wek lihevhatina Şêx I'bêd el Nehrî û betriyarkê Aşorî ji bo avakirna
dewletkê ji bo herdo miletan. Mêraniya Ebdî Xelo ji gundê Hasore yê ko
dora 80 ê kesî ji Aşoriyan ji kuştinê parastin.
Ji rûpelên reş bûyera sala 1937 an li Amude, dema Se'îd
axa el Deqorî çavê xwe li ser kuştina wan da alî, dora 80 ê kesî ji
Asoriyan ,di wê bûyrê de hat kuştin.
Mamoste da xuyakirin ko divê em rengîniya miletên
Sûryê biparêzin; hatî gotin: erdê bê xaçparêz ziyane; hukmeta Kurda li
bakurê Îraqê tiştê dane Asoriyan, li tu cihî dî nestandine, lê ew wek
minetî dijmêrin; li vê dawiyê di bûyera Adarê û vir de Kurdan bi du
awayan dixebitin, bi dizî tiştekî dibêjin û van bûyerên dawî wek meşe li
ser Şêx me'şoq hin durşmên nijadperestî ji alî kurdan de hatin hildan,
wek ne Ereb ne Siryan vir cihê Kurdistan.
Mamoste bervedêr
feysel Yosêf dora 20 deqan li ser têkliyan kurd Asoriyan baş peyivî
û pesna dostê xwe Gabrîyêl û mejara wî kir.
mamoste Kerem Dewlê jî dora 5 deqan peyivî û li
ser girêdana mirov bi dîrok û cixrafya de, kot ko em nikarin zû zû xwe
ji wan bi dûrxin divê em rûpelên kevin vekin ta em sûdê îro jê bigrin.
Piştî hersê mîvan peyivîn, dema dawîkirin şebuhêrkê
nêzîk bûbû ji ber kurtdemê , pirs û tevêbûna mijarê ji beşdaran de pir
kêmbû, dor negihişt bêtirî 5 mêvanan li ser va mijara pêwîst û girîng
rawestin û têr guftugo bikin.
Em bi hêvî ne,
mijar têkeve destê me, ta em wê belavkin diyarî xwendevanên xwe bikin.
|