Pêşengeya Rojname û Kovarên Kurdên Sûriyê

li Silêmanî pêk hat.

M.HEMO/ Silêmanî 

Efrin.net 07. 07. 2005

îro sat 10 sibê li kitêbxana giştî bajarê Silêmanî wekîlê wezîrê rewşanbîrî mamosta Cemal Mihemed li gel rêvebirê giştî yê rewşanbîrî mamoste Mihemed Dizeyî Pêşengeya dokment û belavokên kurdên Kurdistana sûrê vekir.

Ev pêşengeya ji aliyê rojnamevan Siyamend Birahîm û bi alikariya Wîzareta rewşanbîrî hate li darxistin û gelek bala mêvanan kişand . Wekî din jî gelek rojnamevan û kamêreyên Tv yên erdî ûezmanî amide bûn.

Wezîrê rewşanbîrî mamoste Fetah Zaxoyî biryar da ku vê pêşengeyê ji arşîfê netewî re bikire .Ev Pêşengeya sê rojan berdewam dibe.

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]