DEWLETA TIRK DEST BI ÇERXÊ KIR
 

FÛAD SÎPAN (AKPINAR)
fuadsipan@yahoo.de


Efrin.net 04.07.2005

Çapemeniya Tirk bi taybetî jî çapemeniya Medya Doğan di 08.06.2005an de bi sernûçan guhertinên di belgeya siyasî ya sekretariya Konseya Ewlekariya Netewî li Tirkiyê wiha dinivîsîne:
Siyaset Belgesi’nde Kürt devleti savaş gerekçesi değil (Di belgeya siyasetê de dewleta Kurdî nabe biryara şer)


http://www.cnnturk.com/TURKIYE/haber_detay.asp?PID=318&HID=1&haberID=102203

http://www.hurriyetim.com.tr/haber/0,,sid~1@w~2@tarih~2005-06-08-m@nvid~588139,00.asp

Belgeya siyasetê ya ewlekariya Netewî li Tirkiyê wek zagona bingehîn ya dewleta nehênî-kûr tê hesibandin ku dewlet li gorî vê belgeyê siyaseta xwe dimeşîne. Ji birêvebirina zagonsazî bigire heta dadê û hemû dezgehên dewletê li gorî vê belgeyê têne amade kirin. Dewleta Tirk dixwaze li gorî vê belgeya siysî, siyaset û stratejiya xwe nû bike û di gellek mijaran de termînolojiyan jî diguherîne. Belgeya siyasetê bi gorî nêrîna kesên endamên Konseya Ewlekariya Netewî(MGK) (ji leşker û sivîlan) tê amade kirin, paşê sekretariya Konseya Ewlekariya Netewî gelalek ji bo civîna Konseya Ewlekariya Netewî pêşniyar dike. Gava belgeya siyasî di civîna Konseya Ewlekariya Netewî de hate pejirandin, di pê re jî di civata wezîran de derbas dibe û dibe biryar, zagon(yasa).

Li gorî daxuyaniyan, divêt ev Belgeya siyasî di roja 21.06.2005an de bihata rojeva Konseya Ewlekariya Netewî(MGK) û wek biryar di civînê de derbas biba. Lê - ji ber sedemên ne diyar - ev mijara ji bo demek din, ku nehate tespîtkirin hate paşvexistin. Tiştê balkêş ew bû, ku çapemeniya Tirk di pê civîna Konseya Ewlekariya Netewî de ji bilî nûçên kin zêde li ser ne sekinî, ka gelo çima mijara Belgeya siyaseta dewletê hate paşvexistin. Ez bawer im, wisa têye xuyakirin, dewlet hê jî di vê mijarê de nêrîna xwe zelal nekiriye, loma ev mijar paşve xistin.

Wek tê zanîn, heta doh ne pêr, damezirandina dewleta Kurdî ji bo Tirkan xeta sor bû. Ji roja hebûna dewleta Tirkan heta niha di hemû biryar û daxuyaniyên dewleta Tirk de di pirsa çareserkirina Kurd û Kurdistanê de dewleta Kurdî biryara şer bû û dewletê di her derfetê de Kurd tehdît dikir. Bê guman helwesta dewleta Tirk hê jî nehatiye guhertin, loma mirov nikare bêje, dewleta Tirk êdî Kurdan tehdît nake û her tişt bûye gul û gulistan.

Lê pêvajoyên nû li Rojhilata Navîn û guhertinên dinyayê xewn û xeyalên Tirkan tevlihev kirine û revandine. Loma Tirk mecbûr mane, ku dest bi çerxê bikin ku bi tewrekî din siyaseta xwe bidomînin.

Divêt em qebûl bikin, dewleta Tirk ne ji ber ku dixweze xwe bi rengekî pozîtîv biguhrîne, nexêr, li cihê xwe ye, ku mirov bêje, dewleta Tirk di tengasiyê de ye, neçar e di siyaseta xwe de guhertinan çê bike. Çimkî dewleta Tirk baş dizane, êdî nikare bi siyaset û quweta xwe pêşî li dewleta Kurdî bigire.

Guhertinên di demên pêş de di siyaseta Tirkan de bibin, ji niha ve hin nîşanan dide, ku Amerîka giranahiya xwe pir zêde daye ser wan, ku ew nikarin êdî xwe tev bidin. Jixwe serdana wezîra karê derve ya Amerîka birêz Xanima Condoleezza Rice berya ku here Bexdayê di 15.05.2005an de li Hewlêrê bi serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî re peyamê(mesaj) dide Tirkan, ku ew mecbûr in di siyaseta xwe de, dermafên Kurdan de guhertinan çêbikin.

Hêjayî gotinê ye, ku yên dewleta Tirk li Rojhilata Navîn bi çek, sîlah, tang, top, balafir û teyarên herî moderin (yên şer) mûr kir, kire rawil, cinawir û di berî xelkê da dewleta Amîrîka bixwe ye. Û yê ku dikare pêşiya vî cinawirî bigire dîsa Amerîka bixwe ye. Hingiya şerê Talîbanan li Afganistan û şerê Sadam li Iraqê berdevkên Amerîka bi taybetî jî serokê Amerîka George W. Bush gotina demokrasiyê û Azadiyê ji nav lêvên xwe dernaxin û her carê bangî gelan û hindikayiyan dikin û dibêjin, ku kî li dijî rejimên dîktator derê, demokrasî û azadiyê bixweze, em bi wan re ne. Hêvîdar im Amerîka ji vî helwesta xwe şûnde venegere û alîkariya me Kurdan bike, ku em cinawirên din jî, rejima Îranê, ya Sûriyê û ya Tirkiyê jî ji holê rakin.

Belê çerx êdî hatiye gerandin. Tirk dê yan emrê xwe bi qaşo siyaseta xwe ya nû hinekî dîsa dirêj bikin, yan jî dê di demeke kin de serhev têk herin. Êdî ew dizanin!!!!!

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]