BANG: ji Encûmena Kurdên sûrya li Swêdê.
Efrin.net
04. 07. 2005
Jibo hemû partî, rêxistin, dezgeh û herkesên azadîxwaz !
Wek ko hun dizanin hêzên ewlekariya rêjîma Sûrya di 2005.05.10 an de,
şehîdê azadiyê şêx Maşûqê Xiznewî rivand, îçîşkence kir û kuşt piştre di
2005.06.01 an de termê şehîd dan e malbata wî û bi şanoyeke pîsik xwe ji
berpisiyariyê bi dûr xistin û rêjî nedan çi lêkolînên bêlayan.
Ji ber ko Xiznewî kesayetiyeke giring û xwedî helwest bû û di ber
helwesta xwe de jiyana xwe ji bo gelê xwe da, va me nameyek nivîsandiye
ji Natewên Yekgirtî re û dezgehên navnetewî re ko alikariya gelê me
bikin û biryarê bigrin bi şandiyeke pispor ji bo lêkolînê di kuştina
şêxê şehîd de.
Em ji hemû kurdistaniyan hêvî dikin ko piştgiriya vê helwestê bikin, di
riya e-mail û nameyan re.
Ji kerema xwe nave û kar û welatê ko hûn lê dimînin ji me re bişînin de
ko em wan navan tev li nameya xwekin û bişînin.
e-mail: ikss@spray.se yanjî
info@kurdo.org
Encûmena Kurdên sûrya li Swêdê.
Komîteya birêvebir.
Uppsala 2005.07.01
|