Hevpeyvînek Taybet li gel nivîskarê Kurd Foad Sîpan



 

Hevpeyvîn:Mihemed Brîmko

Efrin.net 02. 07. 2005

 
Da ku em karibin ronahîyê bêtir bidin ser rewşa Kurdî li Bakurî Kurdistanê û herweha guhartinên bi lez li rojhilata navîn me hevdîtineke taybet bi nivîskarê Kurd Foad Sîpan re pêk hanî, li dirêjahîya bersivên xwe de berêz Foad weha axivî...
 
1-       Tu nivîsa Kurdî di çi astê de dibînî?
Bersiva vê pirsê bi taybetî zimanzan dikarin baş bidin û şîrove bikin. Lê ezê dîsa jî lê bixebitim, bersiva we bidim. Ji ber ku ez ji tîpên erebî hîn nebûme û nizanim, loma mixabin nikarim li ser nivîs û pirtûkên Kurdî bi tîpên erebî tiştekî jî bibêjim.
Hêjayî gotinê ye, ku beriya li ser babeta pirsa we ya yekem bisekinim, bi mînakekî dest pê bikim. Ez berî demekê bi Delegasiyona Navenda Pena Kurd re li Hewlêrê bûm. Em di 29.03.2005an de mêvanên Partiya Demokrata Kurdistan bûn. Ji navenda partiyê kek Abdella  bi me re bû. Danê sibê di pê serdana rojnama Xebat û di dû re jî serdana Parlamena Kurdistanê, em çûne Hotela Xanzad û me li wê derê xwarina nîvro-firavîn xwar. Hotela Xanzad di navbera herêma Selahedîn û Hewlêr de ye. Ez bawer im li Kurdistana Azad Hotela Xanzad ya herî baş û modern e, ku di sala 2001an de hatiye ava kirin. Jixwe mêvanên hukumeta Kurdistanê yên ji dewletan jî li vê Hotelê dimînin. Navê Xanzad gelek bala min kişand. Em li ser piya ne, ku xwarina xwe bigirin. Li ba min birêz Sero Qadir ku bixwe berpirsiyarê çapemeniya PDK ye heye. Min jê pirsî ku gotina Xanzad têye wateya çi? wî jî got, tu Xanzad nas nakî? Min got mixabin na. birêz Sero Qadir got, Xanzad jineke Kurd bûye, ew di sedsala 17an de mîra Kurdan bû. Ez û birêz Sero Qadir hinek li ser dîrok, zarav û alfabeya Kurdî sekinîn. Û herwiha em li ser xerabiyên dijminan û kêmasiyên xwe sekinîn, ku em baş dîroka xwe jî nas nakin. Xerabiyên dijminan yên herî xerab jî ew in, ku alfabeya Kurdî perçe kirine. Kurdên Bakur qet ji alfabeya ereban nizanin. Kurdên bi tîpên erebî nizanin bixwînin û nizanin jî bi tîpên erebî li ser Kurdan çi hatiye nivîsandin.
Birêz Sero Qadir pêkenokek got, ku wî li Amedê ji Amediyan bihîstiye. Dema cara pêşîn tirên tê Amedê xelk dertê derve re, lê dinêre û kes jê dernaxe, ku ev malmîrata hesin ji çi re dibe an jî bi kêra çi tê. Ji ber ku ti kes jê dernaxe, ku ewê vê Tîrenê çi bikin, loma xelk dibêje, de wa hesin e tê û dihere, dema hat û çû, emê jî derên derve lê binêrin. Birêz Sero Qadir mesele anî ser me Kurdan û alfabeya me û got, niha em jî wek Amediyan dikin, nivîs û pirtûkên ku hûn bi tîpên latînî dinivîsînin, em wek ku Amedî li tirenê dinêrin, lê dinêrin û tiştên ku em bi tîpên erebî dinivîsînin, hûn jî lê dinêrin. Belê, mixabin realîteya me Kurdan hê di vê qadê de ye.
Paşê li ser xwarinê ez ji birêz Nejat Azîz Surmê hîn bûm ku Xanzad di navbera salên 1730/40an de li herêma Selahedîn, Rewandiz, Biradost, Ranya û heta Qaladizê mîra Kurdan bûye. Û wî got, peykerê Xanzad jî li Şeqlawa heye. Dema ez vegeriyam Almanya, min lêkolîn li ser Xanzadê çê kir, mixabin ji bilî çavkaniya pirtûka nivîskarên Kurd birêz Rohat Alakom bi navê “FOLKLOR Û JINÊN KURD” rastî ti çavkaniyên din nehatim. Birêz Rohat alakom jî pir hindik li ser Xanzadê disekine û wiha dinivîsîne:
 
Xanzad piştî mirina bavê xwe dibe seroka eşîra Balekiya. Hêjmara malbatên vê eşîrê hezar hefsed bûye û hemû rêvebirina karên eşîrê dikeve li ser milên wê. Ev yeka jî nîşan dide ko di salê gelek kevn de serdestîke jinan hebûye. (r. 71)
Wek min li jorê jî got, mixabin ez rastî ti çavkaniyeke din nehatim. Lê ez bawer im birêz Rohat Alakom behsa Xanzada mîra Kurdan dike. Çimkî wekî din gotina Xanzadê li ti derê derbas nabe. Birêz Rohat Alakom di pirtûka xwe de ne dem nivîsandiye û ne jî zêde li ser dîroka Xanzadê sekiniye.
Em niha jî werin ser babetê. Dijminên me raye û vîna me Kurdan dane bin lingên xwe û welatê me Kurdistan di nava xwe de perçe kirine. Dijminên Kurdan ne tenê welatê me perçe kirine, her wiha zimanê me, zaraveyên me û alfabêya me jî perçe kirine. Her tiştên ku heta niha hatine kirin, ne bi gor û dîtin û îradeya Kurdan bûne, biryara dijminan her dem li dijî vîna gelê Kurd bûye. Lê îro êdî perçeyekî Kurdistanê azad e û hêdî hêdî ber bi serxwebûnê jî dihere. Ev 14 sal e, ku li Kurdistana azad perwerdeyî heta xwendina zanîngehê-zankoyê hemû bi kurdî ye û wek ez dizanim perwerdeyî bi tîpên erebî ye. Lê dest pêhatiye kirin, ku bi tîpên latînî hindik be jî êdî tê nivîsandin.
Dema Tirk bi navê “ilmê li ser zimanê kurdî” lêkolînan çêdikin, diherin bi Kurdên Mereş an jî bi Kurdên Meletiyê re û yan jî bi rûniştivanên bajarên Kurdan yên nêzîkî sînorên Tirkan re diaxivin. Ji ber ku ew Kurdên nêzîkî sînorên Tirkiyê ne, wan ji polîtîkaya asîmîlasiyona Tirkan zêdetir nesîbên xwe girtine û ne sûcê wan e, ku ew baş nizanin bi kurdî biaxibin û dema dipeyivin gelek gotinên Tirkî dikin nava zimanê kurdî.
Armanca dewleta Tirk ji destpêka hebûna Komara xwe heta niha eşkere ye, ku ew naxwazin zimanê kurdî bipejirînin, Tirk her dem bi tiştên vik û vala înkariya zimanê kurdî dikin.
Dema mirov li dîrokê dinêre, têde wê rastiyê dibîne, ku dewleta Tirk li dijî zimanê kurdî siyaseteke dijwar û bê perwa ajotiye û hê jî dajo û asîmîlasyoneke nijanperest li dijî zimanê kudî pêk aniye.
Bi rastî ez pir bi şanazî (îftîxar) dibêjim, ku tevî wan êriş û dijwariyan jî dîsa gelê Kurd zimanê me yê şêrîn û delal di binê ewqas zor û pestanê de li ser pêyan hîştiye û heya vê rojê aniye.
Lê mixabin mirov nikare di pirsa nivîsandina Kurdî de ewqas pesnan bide û bêje, zimanê kurdî di warê nivîsandinê de pêşde çûye. Min li jor jî got, sedemên nepêşdeçûyîna zimanê kurdî û nivîsandina kurdî dijminên Kurdan in. Lê berpirsiyariya me Kurdan jî ne hindik e. Ka em binêrin hostayê zimanê Kurdî seyda Mîr Celadet Bedir-Xan çi dibêje:
Malxirabino! ma we ew çend wext nîne, hon ko ji bo hînbûna zmanê biyaniyan bi salan ve xebitîne û îro jî dixebitin, ji bona ko bikarin «fînfoneke» derewin bi lêv bikin.
Kuro eyb e, şerm e, fehit e. An hini zmanê xwe bibin, an mebêjin em Kurd in. Bê zman Kurdîtî ji we re ne tu rûmet e, ji me re rûreşîke girane.
Pesn û şabaş û hezar pîroz ji wan re ko hînî xwendin û nivisandina zmanê xwe bûne û bi vî awayî mitta xwe xistine bêrîka xwe û ji bin bandêra miletên biyanî bi der ketine.
Heyf û xebînet û hezar mixabin, nemaze ji wan re ko bi zmanên din dizanin bixwînin, binivîsînin û elfabiya zmanê xwe hêj nas nakin.
Mîr Celadet Bedir-Xan
HAWAR Kovara Kurdî Hejmar 27, 15. Nîsan 1941 Şam
Ez dikarim bêjim, ku gotinên seyda Mîr Celadet Bedir-Xan îro jî ji bilî Kurdistana azad li perçên Kurdistanê yên din derbas dibin. Lê ger mirov qiyasek di nav Rojhilat, Başûrê Biçûk û Bakur de çê bike, mixabin Bakur di sinifê de dimîne.
Ez bi destûra we dixwezim bi saya vê hevpeyvînê hin pêşniyariyan ji hukumeta Kurdistanê ya nû re, ya di bin serokatiya birêz Mesût Barzanî de bikim:
Eger başûrê Kurdistanê, hukumet û hemû dezgehên wê dixwezin di demên pêşde bi perçên Kurdistanê yên din re pêwendî, diyalog, bazirganî û ji bo ku çanda (Kultura) kurdî jî pêşde here, divêt ji niha ve xwe li ser van pêşniyariyên ku ez li jêr li ser pirsa zimên û Alfabeya kurdî dikim, di rojên pêşde amade bikin.
1-     Divêt li Başûr di hemû dibistanan de bi zaravayê Kurmanciya jorîn jî perwerde bêye kirin, da ku pêwendî di navbera Kurdan de xurt bibe û pêşde here.
2-     Û her wiha da ku deriyê Kurdistanê bi welatên biyanî re, bi taybetî bi welatên DYA û dewletên Ewropa re bi diyalogê pêşde here, divêt alfabeya Kurdî bibe latînî û ji niha ve hazirî ji bo vê bêye kirin.
Yanê eger armanc Kurdistana mezin û yekgirtî be, divêt hukumeta Kurdistana azad ji niha ve li ser van babetan serê xwe biêşîne. Eger em dixwezin di demên pêşde di navbera hemû Kurdan de, him ji aliyê siyasî, him ji aliyê sosyal, him ji aliyê çandî (Kultur) û him jî ji aliyê aborî, bazirganî ve pêwendî pêşde here, divêt başûrê Kurdistanê xwe li ser van mijaran amade bike, kar, xebat ji bo vê bike û gavan bavêje. Ez bi baweriyeke şidyayî di wê qenaetê de me, ku lawê Mele Mistefa Barzaniyê mezin, lawê Kurdistanê, serokê birêz Mesût Barzanî wê rola xwe baş bilîze ku ala kurdistanê li her çar perçên Kurdistanê li ba bibe, bi dengê sirûda Kurdistanê “ey reqîb” çiyayên Kurdistanê bihejîne.
2-       Kurd bi giştî û nivîskarê Kurd bi taybetî, gelo karîbûn ev pêşveçûna têknolocî li cîhanê di warê ragihandinê de di xizmeta Kurdayetîyê kirina ?
Kê bawer dikir, ku îro di cîhanê de hema hema di destê her zarokekî de telefona destan (Mobil) hebe. Eger em sed sala 20an û ya 21an beramberî hev bikin, emê bibînin, ku di sedsala 21an de di warê teknolojiyê de şoreşek mezin çê bûye. Hêjayî gotinê ye, ku mirov di babeta pêşveçûna teknolojiyê de realîst be. Çêkirina teknolojiyê gelek zehmet e, belkî hin tişt hene bi dehan salan, bi sedan salan têne ceribanid, paşê dikeve bazarê û têne firotin. Lê bikaranîna teknolojiyê ne wisa wek çêkirinê bi zehmet e.
Ez dixwezim di warê ragihandinê de ji jiyana xwe hin mînakan bidim. Kêm zêde ji vir 20 sal berê me bixwesta, çi partî, an jî çi mirovek der mafê civînek, semînerek, yan çalakiyekê de agahdar bikin, mirov çiqas jî jîr û jêhatî ba, belkî ancax dikari bû 20 kesan li Ewropa agahdar bike. Ev jî di ne demek zû de, belkî di nav çend rojan de.
Ji ber ku ez li Almanya dijîm, loma hin derfetê min hene, ku înternetê û posta elektironîkê bi kar bînim. Ez dikarim niha nivîsekê amade bikim û di nav çend saniyan de bi hezaran Kurdan li seranserê cîhanê der mafê babetên cur bi cur de agahdar bikim. Lê mixabin her kurdek û her nivîskarekî Kurd bi taybetî jî nivîskarên li Bakurê welat dijîn ne xwedî wê şansê ne, ku teknolojiyê wek Kurdên Ewropa û Kurdistana Azad bi kar bînin. Ev derfetên di destên Kurdên li Kurdistana Azad û Kurdên Ewropa de hene, di destên wan de nîne. Ez pir nivîskaran li Bakur nas dikim, hê nizanin posta elektironîkê bi kar bînin. Di nav wan nivîskaran de yên pir navdar jî hene. Yanê mirov nikare bêje, ku Kurd ji vê pêşveçûyîna teknolojiyê ya ragihandinê baş îstîfade dikin. Wekî din piraniya Kurdên li Bakur hê nizanin bixwînin û binivîsînin, wê çawa ji vê derfeta teknolojiyê îstîfade bikin.
Gelek malperên Kurdan yên înternetê hene. Lê mixabin piraniya wan ne bi rêk û pêk in. Mirov dema li wan malperan dinêre, kêmasiyên Kurdan di wir de jî dibîne. Kêmasiyên Malperên Kurdan di warê rojnamegeriyê, siyasetê, nûçe û analîzan de gelek hene. Hin malper jî hene qet hewce nabînin, ku di malpera xwe de çavkaniyan bidin, ku wan înfarmasyon ji kû derê girtine. Hin malper jî, ji Kurdî bigire heta zimanên din çewtî û şaşî dinivîsînin. Hin bûyer (wek tirajediya Tsûnamî) di cîhanê de diqewimin, ku mirovatî bûyereke wiha cara yekem bi çavê xwe dibîne, van malperana (ji bilî du-sê malperan) qîmet nedan, ku li ser vê bûyerê nûçekê bi zimanê kurdî binivîsînin.
Lê Başûrê Kurdistanê di warê ragihandina teknolojiyê de gelek pêşde çûye. Li Başûr hema hema li her gundî jî înternet heye. Bê guman derfetên başûrê Kurdistanê jî zêde bûne û mirov nikare bi perçên din qiyas bike. Lê di warê profesyonelî de kêmasiyên wan jî hê hene, ez bawer im dê her biçe ku baştir bibe.
Ez dixwezim bi mînakî ji dema şerê li dijî Sadam de li ser e-mailan bidim, ku e-mail (posta-elektironîk) îro ne tenê di warê ragihandinê de herwiha di warê leşkerî de jî roleke pir mezin dilîze. Min li Almanya di kovareke leşerî de xwend, ku Amerîka şerê li dijî Sedam, ne tenê bi çek û sîlahan, bi teknolojiyê, bi telekominîkasyonê û bi taybetî jî bi e-mailan qezenç kir. Ji ber ku di dema şer de her roj ji General û Subayên mezin re bi dehan û sedan e-mail dişandin û ew dikirin bin pîskolojîyeke xerab, loma leşkerên Iraqê li ber xwe nedan û şer zû bi ser ket.
Dem dema teknolojiyê ye. Kurd jî mecbûr in li gorî vê demê tevbigerin, ger ew çavên xwe ji vê pêvajoyê re bigirin, dê nikaribin pêşde herin. Kurdistana Azad dikare gavan biavêje.
Di cihê xwe de ye, ku mirov bêje, teknolojî cîhan nêzîkî hev kiriye, kiriye wek hev. Kesên ji teknolojiyê fahm dikin, dikarin jê baş îstifade jî bikin. Lê yên jê nizanin, cîhana wan wek berê jî tarî ye. Teknolojî bi qasî ji tiştên baş re çê bûye, ewqas jî ji yên ne baş re çê bûye. Lê ger mirov teknolojiyê ji tiştên baş re bi kar bîne ev derfeta derfetek wek behra bê binî ye.
3-       Bi bawerîya te be, nivîskarê Kurd yê rast kî ye?
Nabe û bênezaketî ye, ku mirov nivîskar bi nav bike û bêje ev nivîskarê Kurd yê rast e û ewê din jî yê ne rast e. Baş dibe, ku ev pirs ji xwendevan bê pirsîn. Lê tiştek heye, her kesên bi Kurdî dinivîsînin, hemû jî xwe wek nivîskar dihesibînin. Di nav Kurdan de mekanîzma ku biryar bide, kî nivîskarê rast e û kî yê ne rast e nîne. Tiştê herî pêwîst ew e, ku nivîsa nivîskarên Kurd bi kurdî be û ew di pirsa neteweyî de durist be, ji xwendevanan re bi rêz be. Divêt rêzgirtin him di warê nivîsê de be û him jî di warê naverokê de be. Divêt nivîskar rast û durist binivîsîne, gotina sero bino neke, serê xwendevanan bi gotinên vala gêj neke. Divêt naveroka nivîsê dewlemend be.
Kêm zêde standardek di nivîsandina zimanê kurdî de bi tîpên latînî çêbûye. Divêt nivîskarên bi tîpên latînî dinivîsînin, di çarçoveya vê standardê de bimînin, xwendevan şaş nekin, ku ew jî xwendin û nivîsandina kurdî rast û durist hîn bibin. Divêt nivîskar ti demê ji bîr neke, ku hin hesasiyetên-hestiyariyên Kurdan hene û ew li gorî wan hesasiyetan tev bigerin. Di cîhanê de her gel, her millet û her hindikayî hesasiyetên wan hene, lê mixabin ji ber perçebûna Kurdistanê û ji ber ku dijminên gelê Kurd bi destê zorê Kurdistan dagirtine, dubendî û nifaq kirine nav gelê Kurd, loma mirov nikare bêje, hemû Kurd û hemû partiyên Kurdan di pirsa Neteweyî de bi hesas in.
Hesasiyetên-hestiyariyên neteweyî yên Kurd û Kurdistanê ji bo min çi ne?
1-     Mîlada Kurd û Kurdistanê Melle Mistefayê Barzaniyê mezin
2-    
Serxwebûna Kurdistanê
3-    
Erd, ax û sînorê Kurdistanê
4-    
Ala Kurdistanê
5-    
Ziman û toreya Kurd û Kurdistanê
6-    
Û hemû heyiyên Neteweyî yên din.
Van babetên li jor ji bo min qet nebe NA BE. Ez li ser van babetan bi ti kesî re gengeşî nakim. Çimkî ev babetên li jor ji bo min wek ayetên Qur’anê pirensîp in.
Mirovekî eslê wî Kurd be, bixwe bi zimanê xelkê binivîsîne, ew nabe nivîskarê Kurd, ew dibe nivîskarê zimanê wî gelê ku bi zimanê wan dinivîsîne. Ger em ji Bakur nimûnekê bidin, di nav nivîskaran de yê herî navdar nivîskar Yaşar Kemal e. Lê Yaşar Kemal bi zimanê Tirkî bûye nivîskar. Eslê wî Kurd e, lê ew çiqas jî Kurd be, li doza Kurdî jî xwedî derê dîsa nabe nivîskarê Kurd. Çimkî ew ji zimanê Kurdî re xizmetê nake, ji zimanê Tirkî re xizmetê dike. Lê tiştekî balkêş heye, hêja ye mirov bêje, ku Yaşar Kemal bi wêje û motîfên kurdî, bi hebûna jiyana kurdî bûye nivîskar. Naveroka piraniya pirtûk û nivîsên wî li ser jiyana Kurdan e.
Ji ber ku zimanê kurdî ji aliyê zordar û dîktatoran ve hatiye qedexekirin, loma zimanê me nebûye zimanê bazarê û sermiyanê jî. Piraniya nivîskarên Kurd bi ked û renca xwe, bi nûra roniya çavê xwe, di ewqas tengasiyan de ji zimanê kurdî re xizmet dikin. Ew nivîskarên Kurd ku ewqas bi ked in, bixwe ji vî karî ti qezencê nabînin, ti tişt nakeve berîka wan. Armanca vê kar û xizmeta wan tenê ji bo pêdaçûyîna zimanê kurdî ye.
4-       Dibêjin " Divê nivîskar 9 rojan bixwîne û rojekê binivîse " tu çi dibêjî?
Jixwe rastî ew e, ku nivîskarê nexwîne, ne dikare û ne jî dizane binivîsîne. S. Johnson dibêje, “ji bo ku tu pirtûkekê binivîsînî, divêt tu nîvê pirtûkxaneyekê bixwînî”.
Tiştê herî girîng jî ji bo min ew e, ku nivîskarên li ser babetên lêkolînerî dinivîsînin, çavkanî bidin. Nivîsa bi zanistî, nivîsa bi çavkanî ye. Gellek nivîskarên Kurd pir caran nivîsên xwe bê çavkanî diweşînin. Ez bixwe li ser wan nivîsên bê çavkanî matmayî dimînim. Ez naxwazim navan bêjim, lê hin nivîskarên Kurd jî hene, werger û nivîsên nivîskarên din didizin, dikin malên xwe û bi navên xwe jî diweşînin.
Lê belê nivîskarê di warê nivîsê de hosta be, gihîştî be, ne hewce ye her carê 9 rojan an jî nîvê pirtûkxaneyekê bixwîne û di pê re jî binivîsîne. Ez cara yekem di sala 1993an hatim başûrê Kurdistanê û min li Hewlêrê serdana serokê Parlamena Kurdistanê birêz Namik Cewherî kir. Birêz Namik Cewherî ji min pirsî, got, tu ji bo çi hatiye Kurdistanê?. Min jî jêre got, ku ez hatime rewşa Kurdistana Azad bi çavên xwe bibînim. Wî jî ji min re got, gotineke me Kurdan heye û dibêjin, carekê dîtin ji hezar carî xwendinê çêtir e. Ev gotina birêz Namik Cewherî hê wek îro di guhê min de ye. Gotineke me Kurdan jî heye, dibêjin “Hînbûn roniya çavan e“ Yanê bi kurtayî eger nivîskar, nivîskar be, dikare bi dîtinên xwe jî qelema xwe baş bişixulîne.
5-       Rewşa Kurdî li Tirkîyayê Tu çawa dixwînî?
Rewşa Kurdan li Tirkiyê xerab e, ger wiha berdewam be, dê ji niha xerabtir bibe. Çimkî dijminê Kurdan êdî ne tenê rejîm e. Rewş wisa xerab bûye, ku gellek zehmet e, mirov bêje destê kê di cêba kê de ye. Ji aliyekî ve dewlet û ji aliyê din ve jî Abdullah Öcalan û desthilatdarên PKKê. Berê dijminekî Kurdan hebû, ew jî dewlet bû, û Kurdan baş dizanîbû ku li dijî kê tekoşînê didin. Lê mixabin niha dewlet û desthilatdarên PKK bi hev re cirîtan davêjin. Loma jî derketina vê rewşa tarî ji bo Kurdên Bakur ne hêsan e. Partiyên Kurdan yên din nikarin bibin alternatîv. Sedemên wê jî pir in. Dewlet û PKK naxwazin û nahêlin li Bakur alternatîveke nû derê. Çimkî alternatîv derê dawiya siyaseta Tirkan û PKKê tê. Loma hebûn û tinebûna wan bi vê pirsê ve girêdayî ye. Partiyên ji bilî PKKê hene, di despêkê de bê siyaset bûn, hemû Kurdên Bakur siyaseta xwe bi çepîtiyê ve girêdabûn û tevger Kurd di wir de fetisandibûn. Hemûyan baweriya xwe bi sosyalîzim û bi qaşo “dewletên sosyalît” anîbûn. Ti dewletên qaşo sosyalît jî qîmeta pênc qurişan ne didan Kurdên Bakur. Siyaseta li pê wan dewletan siyaseteke çavkorî û bêfamî bû. Bi dehan salan hemû kar û barên welatparêzên bi bîr û baweriya Kurd û Kurdistanê li pê van dewletan ziyan bû.
Partiyeke nû ji Bakur re pêwîst e. Divêt partiya nû di çarçoveya neteweya Kurd û Kurdistanê de ti tawîzan nede kesî. Divêt partiya nû siyasest û stratejiyeke nû ji bo Bakur amade bike. Divêt partiya nû li dijî Amerîka û Ewropa siyasetê neke. Çimkî Kurd çi bikin jî di dawiyê de mecbûr in bi alîkariya Amerîka û Ewropa pirsgirêka tevgera Kurd çareser bikin. Heta Amerîka û Ewropa di mijareke siyasî de li Rojhilata Navîn OK, erê nebêjin, ti çareserî nabe. Divêt partiya nû li hemberî gelê Kurd dirust be, bi dijmin re siyaseta veşartî, dizî nemeşîne. Û divêt partiya nû bi cesaret be û ji her alî ve ji bedelê re jî xwe şûnde nede. Gotineke nivîkarê Alman yê navdar Hermann Hesse heye û wiha dibêje:
DAMIT DAS MÖGLICHE ENSTEHT MUSS IMMER WIEDER DAS UNMÖGLICHE VERSUCHT WERDEN” (Ji bo ku derfet çêbin, divêt her dem daxwazên derfetên bê îmkan bêne ceribandin.)
6-       Piştî serbestberdana perlementerên Kurd yên berê Leyla Zana, û herweha guhartinên biçûk li Kurdistana Tirkiyayê pêkhatine; weke: belavkirina programên têlvizyonî di TRT de bi zimanê Kurdî, seredana hin ferezîyên ji Yekîtîya Ewropî bo herêma Kurdî li Tirkiyayê û gûftugoyên li ser pirsa Kurdî, tu van bûyeran çawa dinirxînî?
Dewleta Tirk parlamenterên berê Leyla Zana û hevalên wê di zîndanê de li gorî siyseta xwe perwerde kirin, paşê serbest berdan. Min di gotareke xwe de di 13.06.2004an de li ser serbestberdana Leyla Zana û hevalên wê wiha nivîsandibû:
Hêvîdar im, ku serbestberdana Leyla Zana û hevalên wê di xizmeta doza gelê Kurd de berdewam be. Eger Leyla Zana û hevalên wê şaşiyan nekin û di xeta Îmralî de nemeşin, dê bikaribin di siyaseta Kurdan de him li Tirkiyê, him li Ewropa û him jî di cîhanê de rolên pir mezin bilîzin. Lê pir mixabin, rewş wisa nayê xuya kirin, ku Leyla û hevalên wê serbixwe tevbigerin. Ger ew bi gotina Adullah Öcalan ve siyasetê bikin, dê dawiya qehremaniya xwe bînin. Çimkî rêxistina Apociyan, rêxistineke demokratîk nîne, hên jî rêxistineke bi metodên Stalîn û Kemalîzimê kar dike. Loma ew qehremanên, ku apocî ji nav xwe derdixin, qehremanên ji bo demekê ne. Dema qehremanên wan ji xeta wan dertên û ji wan re ne loyal bin (sedî sed sadiq), wê hingê apocî pir bi hêsanî dikarin serê qehremanên xwe berjêr bikin û karê wan di nav gel de biqedînin. Bi hezaran mînakên wiha hene. Wek Şemo, Osman Öcalan û yên din.
Û min di pirsa TRT û zimanê Kurdî de jî di heman gotarê de wiha nivîsîbû:
Zimanê Kurdî ji bilî Tirkiyê li ti welatî wek fermî nehatiye qedexe kirin. Sadam Huseyîn jî zimanê Kurdî qedexe ne kiribû. Rejîma Îranê zimanê Kurdî ti carî qedexe nekiriye. Loma weşana TRT bi zimanê Kurdî, dê di demeke nêzîk de tiştekî li Tirkiyê neguherîne.
Di dawiya dawîn de derewên pergala îdeolojiya Kemalîzimê derketin holê û pûç bûn. Weşana TRT bi zimanê Kurdî wek sîleyekê him li rûyê dewleta Tirk û him jî li rûyê mirovên wek Kamiran İnan û Bedrettin Dalan jî ket. Gelo Kamiran İnan, Bedrettin Dalan û yên din, ku eslên wan bixwe Kurd in û heta niha înkariya xwe û zimanê xwe kirine, dê ji îro şûn de ji şêfên xwe re çi bêjin?.
Misto Kemal di komkujiya Dersimê de pir Kurd jî li dijî Kurdan bi kar anîn. Dema komkujiya Dersimê qediya, wê hingê berê xwe da Kurdên ku bi wan re li dijî Kurdan îxanetî kiribûn. Misto Kemal dibêje, ku ew kesên bi milletê xwe re îxanetî bikin, dê hay hay bi min re jî rojekê îxanetê bikin û wisa hemûyan didin ber gulleyan û dikujin.
Ji ber ku Tirk ji dil de Kurdan napejirînin, naxwazin mafê Kurdan bidin wan, loma siyaseta wan di pirsa Kurdî de li ser derew û xapandoziyê berdewam e. Belkî dubare dibe, lê hêjayî gotinê ye, ku li ser daxuyaniyên serleşkeriya Tirkan bisekinim. Mixabin, Leyla Zana û hevalên wê di xeta îmralî de man û Abdullah Ocalan çi ferman û rêwerzan-talîmatan ji generalên Tirkan digire, bi parêzerên xwe re bi rêdike. Leyla Zana û hevalên wê jî li gorî wê tevdigerin, yeko yek gotinên Apo bi cih tînin. Leyla Zana û hevalên wê hemû rastiyê dizanin,  ku Abdullah Ocalan di nava heriya generalên Tirk de ye û tenê lê dixebite canê xwe xelas bike û tevgera Kurd û Kurdistanê jî di vê rê de feda bike. Lê ti kes newêre vê rastiyê bibêje. Sed hezar carî mixabin, ku dengê min û dengê rewşenbîr û nivîskarên wek min nagihîje gelê Kurd; li ser me ambargoya PKKê heye. Çapemeniya PKKê di pirsa Apo de ji gelê Kurd re derewan direşîne û Apo hê jî wek serok û merok dide naskirin. Desthilatdarên PKKê jî her tiştî di der mafên Apo de dizanin, lê her kes ji xwe ditirse. Û hin kesên bi desthilatdar jî naxwezin rastiyê bêjin, çimkî ew bi salan e derewan ji gelê Kurd re bela dikin. Çimkî ew dizanin, dema derewên wan derên meydanê dawiya wan jî tê, loma ew vê siyaseta Apo ya bi gemar bi îsrar diparêzin.
Tiştên min di gotara xwe ya 13.06.2004an de li ser Leyla Zana û hevalên wê gotibûn, hemû jî rast derketin. Leyla Zana jineke cahîl e, nizanibû û nizane rola xwe bilîze. Eger wê bizanîba rola xwe baş bilîsta, wê bikarîba gellek tiştan biguherîne. Wê hingê Apociyan jî nikaribûn pêşî li karê wê bigirin. Hevalên wê yên hepsê jî mirovên bê bîr û bê bawer bûn. Wan jî wek Leyla Zana xwe kirin kolê Îmralî, kolê Abdullah Öcalan. Apocî roj bi roj lê dixwebitin lingên wan ji siyasetê bişiqitînin. Çimkî ew her çiqas kolê Apo ne jî, lê li gor Apo ne sedî sed loyal in, loma ne dûr e, ku Apo dawiya qehremaniya wan bîne.
7-      Dibêjin: Kilîla dergeha Yekîtîya Ewropî ji Tirkîyayê re çareserkirina pirsa Kurdî ye. Gelo ev gotina ta çi astî li ba hikometa Tirkî cih digre? û nerîna te çi ye?

Bê guman pirsa Kurdî pirseke giran e. Lê belê kî dibêje bila bibêje, ez bixwe ne di wê baweriyê de me, ku kilîta endametiya Tirkan ji bo Yekîtiya Ewropa tenê di çareserkirina pirsa Kurdî de derbas dibe. Çimkî Tirkiye bixweze, dikare di nav bîst û çar saeten de pirsa Kurdî û pirsa mafê mirovan çareser bike. Ev pirsgirêk tenê li ser daxwaza niyeta duristî ya siyasetê dimîne. Wekî din jêre zêde tişt ne hewce ye.
Lê Tirkiye wê çawa pirsgirêkên xwe yên din çareser bike. Pirsa herî girîng li Tirkiyê pergala Kemalîzmê ye, ku dewlet ev 80ê sal e li gor vê pergalê tev digere. Pergala Kemalîzmê li dijî mirovatiyê hatiye avakirin; ew mecbûr e ji holê rabe. Çimkî ev pergal li Tirkiyê tenê grûbekî biçûk temsîl dike. Sîstem ji serî heta dawî xerab e, mala serokwezîrê Tirkan Erdoğan bê destûr hatiye avakirin û hê tapoya wî tine ye. Ji serokkomar bigire heta serokwezîr, hemû wezêrên din, general û siyasetmedarên Tirkan mal û milkê dewletê tar û mar kirine. Hê li tevaya Tirkiyê û bakurê Kurdistanê li hemû gundan binavahiya (Kanalîzyason) çênebûne. Tirafîka Tirkiyê katastirof e. Piraniya riyên Tirkiyê xerab in. Rewşa aborî îflas kiriye, têk çûye. Dizî û bertîlxwarin li Tirkiyê siyaseta rojane ye. Ev gotina di nav civata Tirkan de bingeh girtiye, ku dibêjin malê dewletê behr e, yê nexwe beraz e. Cehaletî û paşverûtî serê xwe girtiye û dawiya wê nayê. Nijandperestî û dijminahiya gelan di nav gelê Tirk de kok girtiye. Hukimetên sivîl yên li Tirkiyê têne hilbijartin hemû jî bûkoke-kûklan in, ximbil in, ti gotina wan derbas nabe. Li Tirkiyê şefê siyasetê û hukumetê generalên (fermandarên) Tirk in. Hukumetên Tirkan yên tên û diherin ji tirsa generalan li ser pirsa Ol û mezheban nizanin çi bikin. Dewletê pirsa laçikên li serê jinan, ku nikarin di cihên fermî de beşdar bibin kiriye pirsgirêka ne çareseriyê. Tirkiye wê çawa di nav çend salan de van pirsan çareser bike. Ji bilî pirsa laçikên li serê jinan, xalên din li jorê ji YE re gellek pêwist in.
Gotineke Tirkan heye ku dibêjin, “Zaman sana uymasa, sen zamana uy” (Ger dem li gorî Te neyê, divêt tu li gorî demê werî). Lê, Tirk siyaseta sê meymûnan dilîzin, (min nedît, min nebihîst, min negot). Bi gotineke din siyaseta Tirkan wek siyaseta Neamê ye, ku serê xwe xistiye nav qumê, qûn li meydanê maye û naxweze rastiyê bibîne, xwe bi xwe dixapîne û ji rastiyê direve. Dawiya vê siyasetê ji Tirkan re felaket e, lê Tirk bi zanetî, bi înat çavkoriyê dikin. Tirk bawer dikin, ku bi mentalîte û kevneşopiya xwe, ya ku ne li gorî şert û mercên demê ye, dinya-alemê heta hetayê bixapînin.
Tirk van salên dawî ji bo geşt û guzarên(turîzma) xwe bi mîlyaran dolar li peravên xwe direşînin, ku tûrîst werin Tirkiyê wan nasbikin. Ew bawer in, dê tûrîst di der mafê Tirkan de pozîtîv bifikirin. Tirk ji duaya neyê pejirandin re dibêjin amîn.
Siyaseta Ewropa jî di çareserkirina Pirsa Kurdî de ne durist e. Eger Ewropa bi duristî bixweze, gellek derfet di destên wan de hene û ew dikarin li dijî Tirkiyê bi kar bînin. Ewropa dikare di nav xwe de çareserkirina Pirsa Kurdî nîqaş bike û mesela Kurdî têxe rojeva UN ku biryarên siyasî di qada Navneteweyî de li ser Kurdan bêne girtin. Konseya UN heta niha der mafên Kurdan de yek carê biryar di çarçoveya mafê mirovan de girtiye. Baş tê bîra min, dema di sala 1991’î de gelê me ji jenosîda rejîma Bexdayê revîn hatin ser sînorê Tirkiyeyê (bakurê Kurdistanê), dewleta Tirk berê nehiştin penaberên Kurd derbasî vî alî bibin. Kesên ku xwestin bi zorê ji sînor derbas bibin jî ketin ber êrîşa leşkerên Tirk û bi gulleyên wan hatin  kuştin.
Heyva Sor a Tirkiyeyê wê demê di daxuyaniyên xwe yên destpêkê de digotin, ku ew li penaberên kurdan xwedî dernakevin. Hemû dewletên cîhanê û dewleta Tirkan dîtin, ku bi sedhezaran Kurd koçber bûne, êdî ti kesî nedikarî pêşiya wê bûyerê bigire. Ji ber ku gelê me yê li Bakur li penaberan xwedî derket, cih da wan û xwest, ku li hemwelatiyên xwe xwedî derkeve. Wê çaxê dewleta Tirk û devrûtên wan neçar man, ku sînoran ji wan re vekin. Konseya UN jî mecbûr ma, ku berpirsiyariya xwe ji bo mafê mirovan pêk bîne, biryara 688an girt. Ev biryar ne ji bo pirsgirêka Kurd çareser bibe, tenê ji bo mafê mirovan û mafê Kurdan li wir bê parastin û ji bo ku penaber paşve vegerin, herêma tampon li Başûr hate avakirin û dewletên mutefiq yên Amerîka û Îngîltere heta ji vir demek berê jî li gorî wê biryarê herêma Kurdistanê diparastin. Bê guman ev biryara 688an jî ne bi riza dewletên dagirker, Tirkiye, Îran û Sûriyê bû. Belku bi riza Koseya UN bû, loma Tirk jî wê demê mecbûr man li gorî wê biryarê tevbigerin.
Niha divêt em Kurd tespît bikin.
1-     Siyaseta Ewropa der mafê Kurdan de çi ye?
2-    
Dema em behsa Ewropa dikin, divêt em baş bizanibin kîjan Ewropa?
3-    
Tahrîbatên-hilweşandinên PKKê bi navê Kurdan li Ewropa
Welatên Ewropa berî her tiştî berjewendiyên xwe diparêzin. Li kû derê berjewendiyên wan hebin, ew diherin wê derê. Ji ber ku Kurdistan hên ji bo dewletên Ewropa wek bazar nayê hesibandin, loma siyaseta wan ji bo Kurdan û li ser Kurdan nîne. Dema mirov behsa Ewropa dike, divêt tespît bike, ku li ser siyaseta Ewropa bi taybetî kîjan dewlet tesîra wê zêde ye. Bê guman hemû dewletên Ewropa li ser siyaseta Ewropa (25 endam) xwedî gotin in, lê yên serkêşiyê dikşînin, Almanya û Firansa ne. Di nav dewletên Ewropa de Almanya û Firansa hema hema di her mijarê de bi hev re tevdigerin. Almanya û Firansa 17 sal di pê şerê cîhanê yê duyemîn de bi peyman biryar girtin û serokên dewletên wan herdu welatan her mehê carekê têne ba hev û li ser siyaseta nav xwe û ya Erwopa diaxivin. Mîmarên lihevhatina Almanya û Firansa serokwezîrê Almanya Konrad Adenauer û De Gaulle in. Hîmê peymana di nav van herdu dewletan de di sala 1962an de hate avêtin. Hêjayî gotinê ye, ku pêwendiyên siyasî yên Almanya û Firansa êdî wek goşt û neynûkê ne. Dema Kurd bixwezin li Ewropa li ser siyaseta Kurdan guhertinan pêk bînin, divêt berî hemû dewletên Ewropa Almanya û Firansa îqna bikin.
Lê mixabin PKK li Almanya û Firansa hilweşandinên wisa mezin kirine, ku ji rûyê PKKê de Almanya û Firansa ji Kurdan diqehire. Me Kurdan di salên 1980an de bê fikar dikaribû qala Kurdan bikin û em pê serbilind dibûn. Lê îro mirov dema pirsa Kurdan li ba Almanan yan jî li ba Firansizan dike, mecbûr e sê caran bifikire, ku çawa qala Kurdan bike. Çimkî bi taybetî jî Alman dema gotina Kurdî dibihîsin, pirsa wan ev e, û dibêjin, hûn (Kurd) çima ewqas çalakiyan li bajar û kolanên me çêdikin, rêyên me dibirin û dibe qîre qîra we, hizûra me direvînin û em we fêhm nakin, ku hûn çi dibêjin.
Eger hilweşandinên PKKê nebana û Kurdan bizanîba xwe li Ewropa baş îfade bikirana, niha dê rewşa Kurdan di qadekê din de bûya.
Dewletên Ewropa ne ku ji bo Kurdan endametiya Tirkan naxwezin. Ewropî ji Tirkan hez nakin. Hin siyasetmedarên Ewropa yên ku niha bûne parêzerên Tirkan û goya dixwezin bila Tirk bibin endamê YE, bi mîlyonan ruşwet ji Tirkan standine. Lê ew jî baş dizanin, ku gelê wan Tirkan naxweze û ew jî tenê ji bo demekê hatine hilbijartin. Wek tê zanîn, Vatîkan jî li dijî endametiya Tirkan e. Papayê nû Benedîktê XVIa, beriya ku bibe Papa, pir caran li dijî endametiya Tirkan derketiye. Papayê nû di pirtûka xwe ya dawî de dîsa behsa pirsa endametiya Tirkan ji bo YE dike û dibêje Tikiye welatekî Fileh-Xiristiyan nîne, divêt Tirkiye nebe endamê YE. Loma di van dawiyan de Tirkan dîsa ta girtiye û di çapemeniya xwe de êrişî Papayê nû dikin.
Jixwe di pê referandûma hilbijartina zagona bingehîn ya YE, ku li Firansa û Holan NA gotin û hefta borî di civîna YE de nelihevkirina pirsa aborî ya YE, rewş niha di nav dewletên endam yên Yekîtiya Ewropa de jî tevlihev bûye û dewletên Ewropa lê dixwebitin, ku çawa ji vê rewşê xelas bibin.
Ez dixwezm bi du nimûneyan jî bidim xuya kirin, ku endametiya Tirkan ji bo YE ne mimkûn e. Nivîskarê Amerîka yê navdar û xwediyê pirtûka bi navê pevçûna şaristaniyan-medeniyetan û endamê hîndekariyê yê Zanîngeha-Zankoya Harvard Prof. Dr. Samuel Huntington di 24.05.2005an de di televîzyona Tirkan CNN-TURK de, bernama Mehmet Ali Birand, Manşet wiha dibêje, Ewropî Tirkan naxwazin. Çi tiştên ji destê wan tê, wê bikin. Piranî wê endametiya Tirkan rê li jihevqetandina Ewropa veke” (Avrupalılar Türkiye’yi istemiyor. Ellerinden gelen her şeyi yapacaklar. Türkiye’nin üyeliği Avrupa’da daha çok bölünmelere yol açar)
http://www.hurriyetim.com.tr/haber/0,,sid~2@tarih~2005-05-25-m@nvid~581593,00.asp
Ermeniyên Firansa ji Marsîliya ji serokkomarê Firansa Jacques Chirac re nameyekê dişînin, rexne û gazinên xwe ji Jacques Chirac dikin, ku çima ewî alîkarî kiriye, ku Tirkiye di demên pêş de bibe endamê YE. Jacques Chirac jî di bersiva xwe de di 09.10.2004an de dibêje, ku wan şertên wisa giran dane pêşiya Tirkan, ku ew nikarin ji binê van şertan derên. http://www.ccaf.info/item.php?r=0&id=32
Mînakek jî ji dîroka Tirkan-Osmaniyan û Ewropa. Împaratoriya Osmaniyan di sala 1683an de hatibû ber deriyên Viyana (Awûstûrya) ku hemû Ewropayê bi destê zorê têxe bin desthilatiya xwe. Viyanî ji hovîtiya Osmaniyan wisa qehirîbûn,  ku wan xwarinek ji ar û avê çêkiribûn, ku ev xwarin şibandibûn mînanî ala Tirkan.  Ji ber ku ala Tirkan ji Hîvê hatiye girtin, Viyaniyan jî ev xwarina ji ar û avê kiribûn wek ala Tirkan ku ji wan re bêje, hûn nikarin derbasî Ewropa bibin, emê we wek ala we bixwin. Navê vê xwarinê Croissant e. (Kirosan) Kesek nizanibe, jê bê pirsînê, ku Croissant xwarina kîjan e.
Di dawî de rast e, ku mirov bêje, him Tirk baş dizanin, dê bi vî mantiqê xwe ti demê nebin endamê YE û him jî Ewropa baş dizane, ku dê Tirk ti demê nebin endamên YE. Welatên Ewropa lê dixebitin, ku hefsarên Tirkan bişidînin, hinekî be jî Tirkan bi endametiya YE mijûl bikin, ku wan têxin mirov. Belkî di dawiya dawî de di pê 15-20 salan de YE hevpariya bi îmtiyaz yanê statûyeke taybet bide Tirkan.
Gotineke me Kurdan heye dibêjin, “kalo nemir bihar tê, pîrê nemir pincar tê” GELO DEWLETA TIRK BIKARIBE HETA 15-20 SALAN LI SER PIYA BIMÎNE!!!!!!!!
8-       Rewşa Kurdan ya navxweyî li Bakurê Kurdistanê gelek aloz e. Gelo tu bi wê gotinê re ye ku: (Fişarên derveyî, Yekîtîya hundirî encam dide) ?
Tenê bi alîkariya derve ti gel bi ser neketiye. Gelê Kurd jî bi yekîtiya xwe dikare ser bikeve. Wek min li jor jî got, eger gelê Kurd li Bakur alternatîveke nû derîne, dikare ser bikeve. Kurd pi partiyên malan, terîqetan, mihalan û kolanan rizgar nabin. Piraniya partiyên Kurdan li Bakur niha di vê merhelê de ne. Alternatîveke nû dikare hemûyan bike yek, ku bi hev re Bakurê Kurdistanê rizgar bikin. Heta di Bakur de yekîtiyeke xurt derneyê, alîkariya derve jî nayê. Ne hewce ye, ku em ji gelan û dîrokên xelkê nimûneyan bidin. Eger gelê me li Başûrê Kurdistanê bi taybetî van dawiyan bi hev re û bi yek dengî ne peyviyana û tev negeriyana, wê nehata vê encamê, ku îro gelê Kurd bi serbilindî serokê xwe pîroz dike. Bê guman alîkariya derve jî pêwist e. Lê heta di hundir de livandin tine be, alîkariya derve jî çênabe.
9-       Partî û rêxistinên Kurdî yên Kurdistana Tirkiyayê, li hundir û derveyî welêt, li gor tevgera wan, xuyaye gihiştine qonaxeke nuh, tu hest dike ku dê programeke baş (Li gor guhartinên li herêmê) pêşkêş bikin?
Gotineke Tirkan heye dibêjin, em xwar rûnên, lê rast qise bikin. Niha em bixwezin an nexwezin, jê hez bikin an jî jê hez nekein, mixabin ji bilî PKKê hemû partiyên din li Bakurê Kurdistanê partiyên mirî ne, tenê li ser kaxizê hene. Hin partî hene ji malbatekê ne. Hin partî hene wek terîqet tevdigerin. Bila ti kes dilê xwe negire, armanca min ne ew e, ku wan biçûk bixînim, ne xêr rastî, duristî, realîte ev e. Bê guman sedemên ne pêşdeçûyîna partiyên din ji bilî PKK hene.
1-     Dewleta Tirk bi rêya demokrasiyê derfetê nade, ku partiyên Kurdan xwe di çarçoveya demokrasiyê de serbest îfade bikin; dewlet bi destê zorê siyaseta dîktatorî dimeşîne.
2-     PKK jî ji destpêka damezirandina xwe heta roja îro nahêle ji bilî wan ti partî li Kurdistanê siyasetê bikin û hemû astengiya ji wan re derdixîne.
3-     Partiyên Bakur yên din bê cesaret in û ji bedelê re ne amade ne.
Partiyên ku bi îdealên rizgarkirina Kurd û Kurdistanê tevdigerin, divêt berî her tiştî bi cesaret bin û ji bedelê re hazir û amade bin. Siyaseta Kurdî tenê bi rojname, belavok û kampanyayên îmza nameşe. Hin partî bi salan e xwe bi gotinên vala dixapînin û goya ew li Kurdistanê di pê PKKê re partiyên duwemîn, sêyemîn û hwd. in. Programên partiyên Kurdan hên li gorî siyaseta çepîtiyê ne. Ew siyaseta Marksizmê, Lenînîzmê û Stalînîzmê diparêzin. Kurdên Bakur xwe ji qiralan qiraltir dibînin. Siyaseta ku îro di cîhanê de îflas kiriye têye parastin. Ew partiyên ku dûrî realîteyê tevbigerin çawa dikarin ser bikevin!?. Programa ku di piratîkê de encam nede, ew program çiqas jî gorî wan kesan baş be programeke pûç e.
10-   Siyaseta PKK li dirêjahîya bêtirî 25 salan ji xebatê di hundir Kurdistanê de ti encam bi dest neda. Lewra beşekî mezin ji wan qetîyan, ji bilî ku di nav wan de nerihetîyek heye, hûn vê ezmûnê çawa dinrxînin?
Desthilatdarên PKKê (di destpêkê de ne hemû kesên bi desthilatdar) ji destpêkê heta niha desthilatdariyeke kirimînel e. PKK quweta xwe ji vê kirimînelê digire. Gotinek heye dibêjin, masî di serî de bîhn dide. Pirsgirêka PKKê jî wisa ye. PKK di serî de bîhn dide û ew bîhna pîs jî di tevgera Kurdên Bakur da û heta niha berdewam bû. Serokê PKKê di serî de reben û pepûkek bû, lê mixabin ewî ji valahiya tevgera Kurd baş îstîfade kir û niha ji aliyên hin kesan ve wek “leheng” jî têye hesibandin.
Qasî ku desthilatdarên di nav PKKê de di pirsa Abdullah Ocalan de şaşî kirin, ewqas nebe jî partî û siyasetmedarên Kurdan li her çar perçên Kurdistanê şaşî kirin. Şaşiyên partî û siyastmedarên Kurdan ew bûn, ku PKK di destpêkê de baş dahûran-tehlîl nekirin, bi çavekî Kurdayetî li PKKê nihêrîn û alîkariya PKKê kirin. Her kesî di pirsa Kurdayetiyê de bawer dikir, ku serokê PKKê û desthilatdarên PKKê mirovên welatparêz in û dê Kurdistanê rizgar bikin. Loma derî ji PKKê re li her çar perçên Kurdistanê vebû. Ji bilî Bakur Kurdên perçên din û Kurdên Kafkasiyayê jî hemûyan xwestin alîkariya birayên xwe bikin, ku tekoşîna tevgera Kurd li Bakur pêşde here û ser bikeve. Yê ne durist bû Abdullah Öcalan û nokerên devûdora wî bixwe bûn. Bê guman di vir de ew siyaset, kes û partiyên Kurdan yên din bi niyeteke durist tevgeriyan û nizanibûn ku serokê PKKê mirovekî çawa riziyayî ye û dikare ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî Kurd û Kurdistanê têke qurbana her tiştî.
Lê dîsa jî çê be, xerab be her Kurdekî bawer dikir, ku dê tevgera Kurd di bin siyaseta PKKê de ser bikeve. Gelê Kurd bi hezaran bedelên giranbiha dan. Kurdistan tar û mar bû, wêran bû. Sê mîlyon Kurd bi destê zorê ji axa xwe hate derxistin. Di cîhanê de nimûneyek nîne mirov bide, ku gelek ewqas bedel bide û di dawiyê de serokek ku bi gotina „Serxwebûna Kurdistanê“ derket ser rê, ku bi mîlyonan Kurdan dane pê û ew niha jî tenê lê dixwebite, canê xwe xelas bike.
Ji serî de siyaseta PKKê di şexsê Abdullah Öcalan de hatiye kilîtkirin û Apo jê îstîfade dike, heta ji destê wî tê serê gelê Kurd bi gotinên virt û vala gêj kiriye. Li Îmralî bi qaşo “komara demokratîk” dest pê kir, navê PKKê guherand kire KADEK paşê bi siyaseta ekolojiyê berdewam kir, ew jî nebû, KADEK vê carê bû Kongira Gel, dîsa ne bû PKKê navê xwe yê berê girt û hên jî herdu navên dawîn bi kar tîne û niha jî bi mantiqa “Konfederalîzm” ê dest pê kiriye. Hên jî ne diyar e, ev siyaseta bê mantiqî û bê pirensibî heta kûderê berdewam bike. Gava mirov Abdullah Öcalan ji destpêkê de heta niha analîz bike, dê bibîne, ku ew ji serî heta lingê xwe mirovekî çewt e. Yanê bi kurtayî çi ji destê Abdullah Öcalan hat tevgera Kurd di qada navneteweyî de kire tevgereke terorîst û hingiya li Îmralî ye jî çi ji destê wî tê dixweze tevgera Kurd vemirîne, bitemirîne, bê quwet bihêle. Abdullah Öcalan bi vî awyî dixweze xizmeta xwe pêşkêşî generalên Tirk bike, ku bila wî nekujin.
Ger serokê PKKê xwe li Îmralî nefirota dijmin û desthilatdarên PKKê yên din li pê gotina wî neçûyana ti kesî nikaribû tevgera Kurd li Bakur bê quwet bixîne. Lê ji ber ku Abdulla Öcalan di destpêkê de ne durist bû û her dem li gorî rewşan tevgeriyaye, menfeatên xwe yên şexsî şopandiye, loma ew di destpêka dîlketina xwe de teslîmî generalên Tirk bû û wek bilbilan çiviya, çi ji destê wî hat ji dewleta Tirk re alîkarî bû. Ji ber ku Abdullah Öcalan ji dewleta Tirk re kar û xizmetê dike, loma her daxuyaniyên wî bi parêzerên wî re bi taybetî di çapemeniya PKKê de belav dibe. Ger wisa nebûya, dê dewleta Tirk nehîşta yek gotinek Abdullah Öcalan derê derve. Her tişt li meydanê ye, lê mixabin yên ku naxwazin rantçî û xwe firoşên di nav PKKê de ne.
Kesên ji PKKê vediqetin, navên wan çi dibe bila bibe û hêza wan çiqas dibe bila bibe, ger ew li gorî siyaseta Rojhilata Navîn tev negerin û xwe bi çek û sîlah neparêzin, nikarin li ber xwe bidin, ser bikevin. Mixabin rewş wisa ye. Çimkî PKK mixalefetê nas nake, ne bihîstiye û ne jî dizane, PKK mixalefetê ji xwe re wek dijmin dibîne, loma mixalefetê dikuje. Siyaseta Sadam û ya El-Esad dişopîne. Çapemenî di dest de ye û dikare beşekî ji gelê Kurd li seranserê Kurdistanê bixapîne.
Sed hezar carî mixabin, gelê Kurd wisa bextreş e, ku bêyomekî wek Abdullah Öcalan rastî anî. Eger Kurd bextreş û bêsiûd nebana mirovekî wek Abdullah Öcalan nikaribû bi hişê xwe yê çivîkan xwe serok û merok îlan bike bi virt û derewên xwe beşekî ji gelê Kurd bixapîne.
11-   Nerîna te sebaret bi dahatûya rewşa Kurdî li Bakurê Kurdistanê çi ye? Tu bi amêd î (bi hêvî yî)? 
Jiyana bê hêvî jiyaneke mirî ye. Çiqas jî ewrên tarî li ser Bakur bin, ez di wê baweriyê de me, ku rojên rizgarkirina Bakur ne dûr in. Lê divêt alternatîveke nû bi bîr û baweriya Kurdeyatiyê derê meydanê.
12-   Tu bandora Başûrê Kurdistanê li ser Bakur û alîyên din ji Kurdistanê çawa dibînî?
Bi saya Melle Mistefa Barzaniyê mezin bandora tevgera Başûr her demê li ser Bakur hebû. Hingiya Başûr azad bûye, bandora Başûrê Kurdistanê li ser perçên Kurdistanê yên din û bi taybetî jî li Bakur roj bi roj geş dibe û pêşde diçe. Sînorên Kurdistanê yên nêzîkî Başûr in biavantaj in û haya wan zû bi guhertinên Başûr dibe. Lê divêt em ji bîr nekin, Kurdistan mezin e û mafê her Kurdekî ye, ku berbifireh li ser Kurdistana azad agahdar be. Başûrê Kurdistanê dikare di her warî de vê pêvajoya nû bide lezandin. Kurdistana azad dikare bi taybetî jî di warê çapemeniya dîtinî de gavên bi lez bavêje, ku Kurdên perçên din der mafê Başûr de berbifireh agahdar bin. Ji ber ku li Bakur piraniyan Kurdan xwendin û nivîsandinê nizanin, loma çapemeniya dîtinî dikare roleke pir girîng bilîze. Televîzyonên Başûr, Kurdistan-TV û Kurdsat di vî warî de hên kêmasiyên wan pir in. Min heta niha li Başûr bi pir kesan re, û di nav wan kesan de berpirsiyarê K-TV û Kurdsat jî hene, axivîme û min bi nivîskî jî pêşniyazî wan kiriye, ku di Televîzyonên xwe de zêde cih bidin zaravayê Kurmancî, da ku Kurdên dûrî sînorê Kurdistana azad in bizanibin li Başûr çi dibe û çi nabe. Û min pêşniyar kir, ku ez di xizmeta wan de hazir û amade me. Lê pir mixabin hê heta roja îro bersiva nivîsên min ji herdu televîzyonan ve nehatiye dayîn. Kurdên perçên din çiqas zû li ser Başûr agahdar bin dê ewqas jî zû Kurdistana mezin nêzîk bibe. Jixwe bi hilbijartina serokê Kurdistanê birêz Mesût Barzanî, ji niha ve li her çar perçên Kurdistanê dengek bi hêviya serxwebûna Kurdistanê wek bombe hatiye teqandin. Ev denga wê deriyên hêviya serxwebûnê roj bi roj xurtir bike.
Divêt di rojeva siyaseta Başûrê Kurdistanê de berî her tiştî daxwaza qebûlkirina statûyekê di qada navnetewî de û naskirina Kurdistanê be. Ev daxwaz ji aliyê hemû dezgeh û saziyên Kurdistanê ve bi dengekî bilind bê xwestin. Aramî niha li Rojhilata Navîn tenê li Başurê Kurdistanê heye, wekî din li tu derê nîne.
Ji ber ku gelê me di dîrokê de her demê ji aliyê dijminan ve bi hovîtî hatiye qirkirin, loma Başûrê Kurdistanê ji sala 1991î vir de bi taybetî li ser emniyeta Kurdistanê hatiye kilîtkirin. Sedemên kilîtkirina emnîyeta Kurdistanê ji aliyê hukumet û partiyên Kurdan ve bêguman mafê wan bû û ev di cih de bû.
Lê pir mixabin, ku ji ber sedemên min li jor gotin, rewşa Kurdistanê ya baş, him ji aliyê demokrasî, civakî û him jî ji aliyê aborî de di qada navnetewî de baş nehatiye naskirin, an jî kêm hatiye naskirin. Ez bawer dikim, ku heta niha gelek kar û xebat hatine kirin. Lê pêwîst e ev kar û xebatên siyasî û aborî ji aliyê herdu hukumetên herêma Kurdistanê ve, bi taybetî li Ewropa û li seranserê cihanê bi awayekî sîstematîk bêye naskirin.
Bi taybetî PDK û YNK li paytextan û li gelek bajarên cîhanê ji xwe re liqên partiyên xwe çêkirine. Bêguman ji bo ku Kurd têkiliyên xwe bi welatên cîhanê re bikin, hebûna liqên partiyên Kurdan pêwîst e. Lê ji bo naskirina welatekî wek Kurdistanê, liqên partiyan bi serên xwe nikarin her tiştî bikin. Belê nûneriya hukumeta Kurdistanê jî li gelek dewletan heye, lê ev jî bi awayekî sîstematîk û dîplomatîk nayên bikaranîn. Di vir de tiştekî pir girîng jî heye, hewceyî gotinê ye, ku bêjim, ew jî tunebûna temsîliya hevpar e. Yanê bi bîr û baweriya min, divê Kurdên Başûr li dervayî welat, di cîhanê de bi yek dengî xwe bidin naskirin û bi yek dengî biaxivin. Lê dibe ku di pêşerojê de bi balyozxaneyan ev kêmasiyên Kurdan ji holê rabin. Kêmasiyeke din jî ji aliyê partiyên Başûr de heye û ew jî têkiliyên wan û Kurdên ku li Ewropa dijîn e. Wek tê zanîn, li Ewropa, bi taybetî Kurdên Bakur hêjmara wan ji yên din gelek zêde ye. Ez têkiliyên PDK û YNK bi Kurdên Bakur re yên li Ewropa dijîn pir sist dibînim. Divêt di pêşeroj de, bi taybetî hukumeta Kurdistanê li ser van tiştan bifikire û li gor rewşa Ewropa siyaseteke baş bi rêk û pêk li ser Kurdên Ewropa jî pêk bîne. Eger piraniya Kurdên li Ewropa baş li ber çavan bêye girtin û têkiliyên baş bi hin çalakiyên profesyonel bêne çêkirin, dê ji pêşeroja Başûrê Kurdistanê re gelek baş be. Divêt em ji bîr nekin, ku êdî Kurdên Ewropa jî hêzeke mezin in. Lê pir mixabin, ku piraniya van Kurdên li Ewropa dijîn di van salên dawîn de bi çalakiyên bê bingeh û vala serên Ewropiyan gêj kirin. Piraniya Kurdên Ewropa ji sibê hetanî êvarê di nava bajarên Ewropa de ne, bijî bijîtiyaya wan e û bi xwe jî nizanin çi dibêjin, çi dixwezin û çi dikin. Ewropî jî êdî ji wan aciz bûne, lê ew bawer dikin, ku bi siloganên bê bingeh û vala ji Kurdan re tiştên baş dikin.
Li Ewropa hin caran nameyek an jî pêwendiya (diyalog) yek bi yek bi Ewropiyan re ji hezaran û ji sed hezar çalakvanan çêtir e û di cih de ye. Lê ji ber ku Kurdên li Ewropa ji aliyê mirovên cahîl ku ji siyasetê fêhm nakin hatine organîzekirin, loma Kurd di siyasetê de ketine tengasiyê û nikarin xwe îfade bikin.
Eger Başûrê Kurdistanê perspektîveke baş rayê Kurdên Ewropa bide, bi bîr û baweriya min, Kurdên Ewropa ji sedî nod û neh dê bi Başûrê Kurdistanê re bin û bi dil û can ji bo Kurdistanê kar û xebat bikin. Xebata wan dê him ji aliyê aborî, him ji aliyê siyasî û jim jî ji aliyê dîplomatîk ve ji bo pêşdeçûyîna dewleta Başûrê Kurdistanê be.
Divêt em ji bîr nekin, ku êdî li Ewropa di her zanîngehê-zankoyê de bi dehan û belkî bi sedan xwendevanên Kurd hene. Van xwendevanan di demên pêş de hemû mirovên Akademîker in û zimanên Ewropiyan wek Ewropiyan dizanin û eger rêxistineke baş di nava wan de bêye organîze kirin, dê ji hemû partî û rêxistinên Kurdan baştir pirsa Kurd û Kurdistanê biparêzin. Lê pir mixabin, ku di vê mijarê de jî yekîtîkiyek di navbera xwendevanên Kurd de li Ewropa nehatiye damezirandin, yan jî tiştên heta niha hatine ceribandin, bi awayekî îdeolojîk li meselê hatiye mêzekirin, loma bi ser neketiye. Hinek partiyên Kurdan xwestin, ku xwendevanên Kurd li Ewropa organîze bikin, lê ji ber ku ew partiyên dixwestin xwendevanan organîze bikin, hê bi xwe ji siyasetê fêhm nekirine, da ku xwendevanên Kurd li Ewropa organîze bikin. Van partiyên Kurdên Bakur bi salan e mêjûyê xwe û mêjûyê gelê Kurd bi îdeolojiya qaşo sosyalîzim û komûnîzmê şêlû kirine û bi xwe jî jê tiştek fêhm nekirine.
Di rojên pêş de, ger tiştek ji bo Kurdan li Ewropa an jî li Kurdistanê li kûderê çêdibe bila bibe, divêt dûrî vê îdeolojiyê be. Îdeolojiya sosyalîzim û komûnîzmê kêra wê ti demî ji Kurdan re çênebûye û çê jî nabe.
Zor sipas
Di gel rêz û silav
Ez jî bi dil û can ji we sipas dikim, ku we ev derfeta da min, nêrînên xwe bi xwendevanên we re parve bikim.

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]